Havîngeha veşartî û balkêş a Bozê Sîna

Bozê Sîna navê rêzeçiyayekî ji çiyayên Zagrosa Mezin e ku 54 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Urmiyê û li navçeya Mirgewer a Rojhilatê Kurdistanê. Bilindahiya wê 3480 metre ye û yek ji bilindtirîn çiyayên Kurdistanê ye

Şadî

Kurdshop – Bozê Sîna navê rêzeçiyayekî ji çiyayên Zagrosa Mezin e ku 54 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Urmiyê û li navçeya Mirgewer a Rojhilatê Kurdistanê. Bilindahiya wê 3480 metre ye û yek ji bilindtirîn çiyayên Kurdistanê ye.

Çiyayê Bozê Sîna  yek ji çiyayên herî bilind li navçeya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê  ye, ku li kêleka çiyayê  Dalamperê  ye û herwaha dikeve başûrê navçeya Mirgewerê.

Çiyayê Bozê Sîna û Dalamper ji bo geştiyariyê yek ji cîhên herî xweş yên li Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev çiya bi gol û rêyên xwe yên xweşik balkêşe û bala herkesî dikêşe ser xwe.

Bozê Sîna di demsala havînê de gelek hênike û di heman demê de keviyên berfê û cemed ango bûzê jî lê hene. Ji ber wê jî rojane bi dehan geştiyar berê xwe didin wî çiyayî.

Li gor agahiyan bilindahiya keviyên berfê li Bozê Sîna û Dalamper 4-6 û heta dighêje 10 metreyan.

Herçend di demsala havînê de pileya germê ya hewayê bilind dibe jî lê kêm cîh weke Bozê Sîna û Dalamper li devera Mirgewer û Urmiyê hene ku xelk bikaribe li wan deran li ser berfê kaşvaniyê bike.

 Ji ber bilindahiya çiya, hewaya wêderê hertim hênik û heta car car jî sare. Di germahiya havînê de li wan cîha keviyên bûz û berfê hene û gel ji bo derbaskirina demeke xweş û hênik serdana wî cîhî ango Bozê Sîna dikin.

Herwaha xweşikbûna xwezaya wê navçeyê û çiyayan bala xelkên ku ji bo seredanê diçin wir radikêşe ser xwe. 

Tevî ku serdana wan deran gelek zêdeye jî, lê ji ber xerabiya rê, geheştina wan cîha zehmetiyên mezin bi xwe re ava dike. Ji ber ku di warê xizmetguzariyê de kêmahiyên zêde hene.

KURDŞOP
865 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!