Bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê

Bajarê Amedê 1300 sal berî zayînê di dema Aramiyan de bi navê Amîd û Amîda hatibû nas kirin. Piştre bi dorê wekî Amed, Ameda Reş, Diyarê Bekir, Diyarbekir û herî dawî jî ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 1928ê de wek Diyarbakir hate binavkirin.

Kurdshop  - Amed ango    A medan  an jî Diyarbekir yek ji bajar û parêzgehekî herî mezin a Bakurê Kurdistanê ye. Herwaha Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de wek paytexta rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada netewî û navnetewî de bi kelhe ango sûrên Amedê û herwaha bi zebeşên xwe jî gelek bi nav û deng e.

Bajarê Amedê 1300 sal berî zayînê di dema Aramiyan de bi navê Amîd û Amîda hatibû nas kirin. Piştre bi dorê wekî Amed, Ameda Reş, Diyarê Bekir, Diyarbekir û herî dawî jî ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 1928ê de wek Diyarbakir hate binavkirin.

Rûerda Amedê ji 15.354 kîlometre qereyan pêktê û li gor hin çavkaniyan wateya Amed, Amîda ji A medan tê, herwaha li gor hin nêrînên din jî bingehê navê bajar wekî Diyarbekir jî, ji peyvekî sûryanî tê ku Deyr ul Bikr ango Dêra Bikrê ye û hîn jî ew Dêr giringe ku li nava bajarê mezin ê Amedê de ye.

Bajarê Amedê di nav paralelên 37° 30´ û herwaha 38° 43’ derece bakur û merîdyenên 40° 37 û 41° 20´ ên rojhilat de cîh digre. Li rojhilatê Amedê parêzgehên Êlih û Sêrt, li başûrê wê Mêrdîn, li başûrê rojavayê wê Riha û Semsûr û li bakurê wê jî Elezîz ango Xarpêt û Çewlîg ve dorpêçkirî ye.

Pîvana erdê herêma Amedê 15.354 km² ye û Amed xwedî gelek cîhên dîrokî ye. Berî her tiştî Beden û Sûr ango kelha Amedê û bircên wê pir bi navûdeng in û di lîsteya UNESCO ya mîrateya cîhanî ya mirovahiyê de cîh digre.

Li parêzgeha Amedê 4 li navenda bajarê Amedê bixwe, bi giştî 17 qeza û navçe hene. Herwaha 32 bajarok û nahye û 841 gund hene.

Amed li Tirkiyê jî di statûya bajarê mezin de ye û çar navçeyên ser bi bajarê mezin jî navên wan waha ye: Bajarê Nû, Peyas, Rezik û Sûr in.

Herwaha navên navçe û qezayên din ên Amedê jî ev in: Bismil, Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Hênê, Hezro, Karaz, Pasûr anjî Qulp, Pîran, Licê, Ferqîn, Çingûş, Gêl an jî Êgil

Li Amedê Çiyayê Qerejdax(1.919 m), Pîreceman (2.010 m), Mîhrap (2.100 m), Adem (2.100 m), Lîs (2.200 m), Suplis (2.280 m), Koz (2.283 m), Qirdîlek (2.350 m), Berbihîv (2.593 m) û Andok (2.830 m) bilindiya xwe ve çiyayên herî diyarin.  

Herwaha ji aliyê din ve Çemê Dîcleyê çemê herî mezin ê herêmê ye. Çemê Embarê, li Qulp û Ferqînê, Medya li Çêrmûgê, Kalxane li Erxenî çemên din ên herêmê ne. Li Amedê golên xwezayî tine ne, golên bendavan wek Devegeçîdî, Qereqeya, Qurtqeya, Ortavîran Goksu, Qralqizî û Gozegol hene û li Pasûrê jî Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran heye.

Dewlemendiyên binerd ên Amedê jî waha ye: Hesin, qurşin ango risas, çînko, manganez, asbest, sifir, barût, fosfat, amûrên ji bo tuxle û kîremîdan û wan salên dawiyê de jî bi taybet li aliyê Ferqîn û Bismilê demar û rihên petrolê jî hatine dîtin, lê ew hîn nehatine bikaranîn û bikarxistin.

KURDŞOP
913 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!