Aras Hiso
Huner û muzîk du peyvên ku her demê dil û rewana mirov têr dikin. Mirovan bi sedên sala bi rêya muzîk û hunerê debara jiyana xwe kirine. Helbet bi rêya van her du têgehan gelek hunermend û awazvanên Kurd bi sedansal stran û awazê Kurd nemir kirine. Em ê di vê xeleka xwe de rih û strana nemir Mihemed Elî Şakir bi stran û danasîna li ser jiyana wî zindî bikin.
Hunermend û awaznasê Kurd ê bi nav û deng Mihemed Elî Şakir di sala 1946an de li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Piştî ku bawernameya qonaxa amadehî bi dest dixe, li gel malbata xwe berê xwe dide serêkaniyê û li wê derê bi cih dibe. Serêkaniyê tevî xwezaya wê bandoreke bêhempa li ser jiyan û muzîka Mihemed Elî Şakir dike. Serêkaniyê jê re warekî wisa bû ku wî xwe û muzîka xwe tev de tê de didît. Ji ber ku serêkaniyê bi xweza û hewaya xwe dewlemend e, jê re bû derfeteke ku karibe behreya xwe ya hunerî tevî stranên xwe bi wî bajarî re bixemlîne. Di nav wê xwezaya bedew de behreya wî ya hunerî geş dibe, û bi demê re ew dibe weke stêrkeke hunerî û yek ji navdartirîn sembolên hunerî li seranserî Rojavayê Kurdistanê.
Ji sala 1963an ve jiyana wî ya hunerî dest pê dike. Dema ku mamosteyekî Ereb li gund ji re amûra ûdê kirî, wî bi birayê xwe Mehmud Ezîz Şakir re, yekem strana bi navê “Zeynebê" stra û di sala 1968an de hunermend Yûsif Berazî (Bê Buhar) jê re ew stran tekez û sererast kir.
Huermendê me yê qedir bilind di tevahî jiyana xwe de ji helbest û awazên xwe 300 stran pêkêşî hunera Kurdî kirine, û 48 stran û awaz ên wî ne lê helbest ên mîna Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar û Deham Ebdulfetah in.
Gelek hunermendan jî stranên wî gotine mîna birayê wî Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, Mistefa Xalid, Şehrîbana Kurdî, Gulîstan Perwer, Cemîla Mistefa, Zoy û gelek kesên din.
Hunermendê me yê giranbuha hemû stranên xwe li ser mijarên wekî: civakî, netewperwerî, welatparêzî, mirovayetî û bi taybet li ser jinê, evîniyê, welat û şehîdan, û hin bajarê ku li ber dilê wî delalî û giran wek: Qamişlo, Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê, Amed û Hewlêr, saz kiriye. Her wiha tevî ku awazsaz bû gelek stranên wî yên bi nav û deng hene ku yê wî bi xwe ne, ew stirane wek: Ez Dil Ketim Wan Çavan, Rêwiyo, Gewrê,Yara zor ciwane, ber dilê min pir şêrîne, lolo lawiko, Eyd û Erfat, ez keçikek Kurdî me û hwd. Bandora Mihemed Elî Şakir li ser gelek hunermendan hebû û bi piranî li ser birazî û xwarziyên xwe ku wan jî rêka wî girtin û stran gotin.
Lewra, ji ber ku kesekî berhemdar û afrêner bû, birayê wî Mehmûd şakir pir sûd ji piştgi rêya wî wergirt û karîbû bi saya wî û bi dengê xwe bigêje gelek civatên dervî sûrî û Rojavayê Kurdistanê, û herdûyan karîbûn bi hev re dibistaneke hunerî ava bikin û mîrasekî mezin û dewlemend pêşkêşî hunera Kurdî bikin.
Di jiyana xwe de wekî hunermend û helbestvanên Kurd rastî zehmetî û astengiyên rêjîma Sûriyayê tê. Tevî hemû zehmetiyan jî pirtûka bi navê 60 awaz û awazbendek belav kiriye û di bera jî karê şêwekariyê kiriye.
Hunermendê me yê navdar Mihemed Elî Şakir di sibeha roja 24ê kanûna yekê ya 2020an de ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneya Qamişlo jiyana xwe ji dest dide û li bajarê Amûdê spartin axa Hunermedan. Ew bi embara xwe ya ji komek stranên gelêrî, civakî û niştîmanperwerî di bîrdanka me Kurdan mîna awazekî her tê jenandin, ji ber hingê îro di çavên Kurdan mîn stêreke huner ya kevnare tê dîtin.