Dr. Qutbedîn Sadiqî di sala 1952an de li taxa Corava ya bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û yek ji sereketirîn mamosteyê derhêner, ekter, nivîskar, wergêr û mamostayên zanîngehê di warê şanoyê de li asta Îranê ye.
Navbirî yekem car bi birayê xwe re diçe saloneke tarî û teng û paşê pê dihese ku ew der sînema bûye.
Di sala 1975an de lîsansa şanoyê li zanîngeha hunerên ciwan ên zanîngeha Tehranê werdigire û paşê ji bo berdewamiya xwendinê diçe zanîngeha Sorbon a Parîsê û master û doktoraya xwe her di warê şanoyê de diqedîne. Di sala 1985an de vedigere Îranê û ji fêrkariya şano, derhênerî û ekteriyê berdewam dibe.
Doktor Sadiqî zêdetirî pêncî şanoname nivîsandiye û derhênerê zêdetirî pêncî û du şanonamyena bûye. Hejdeh pirtûk çap kirine û di gelek rêzefîlm û fîlmên navdar ên Îranê de lîstiye. Bi salan e li akademiya şanoyê ya Tehranê perwerde û konferansan ji bo xwazyarên hunerê li dar dixe. Doktor Sadiqî wek akademîsiyen û pispor ji bo gelek konferansên zanistî, dîrokî û hunerî li Rojhilatê Kurdistan, Îranê û heta navnetewî jî tê vexwendin û xelk guhdariya gotarên wî yên zanistî dibin.
Wek ew dibêje:
“Perwerdehiya min ya zanîngehê û behreya hunerî ya min di pêxema xwendina zanîngeha min de bûye, lewma min li ser berhemên “Shakespeare û Mueller” kar kiriye. Paşê ez vegeriyame û cihê çand û kevneşopiyên me li kuderê ne? Divê em li çavkaniyên xwe yên dîrokî bigerin, divê şanoya Rojhilatê hebe û em bingeha huneriya xwemalî çê bikin. Di pêşî de min roman kirine pirtûkên kilasîskî yên wek Ferdûsî, Etar, Nîzamî û hwd û di dawiyê de yên olî. Di vî welatî de xelk û erdnîgariyên cur bi cur hene, her lewma ji bo pêwendîgirtin bi dinyaya sirûştê û metafîzîkê re, bi dirêjahiya dîrokê, ol û rêûresmên taybet hebûne wekî mîrê newrozê û hwd.
Rêyeke din a ku min penaha xwe bo biriye, karkirin li ser pirtûkên dîrokî bûye. Mîna dîroka “Cîhangîrî ya Cewînî” ku li gorî heft eşîretî winda bûye min nivîsandiye, an jî dîroka Beyheqî ku Efşîn û Budelf ji nû ve nivîsandine.
Rêyeke din jî mîna şanoyên kultûrî ye ku di demên berê de li Îranê adetî bûye û li ser şeqam û kombûnana hatine pêşandan.”
Dîzayner: Hêmin Qehrimanî
Li ser vê bingehê, berhemên Dr. Sadiqî sê qonaxan li xwe digirin. Yekem pêngav, derhêneriya şanoynameyên binavûbang ên cîhanê yên wekî “Hemlêt, Xepênerên Êskapen û hwd” in û paşê penaha xwe bo deqên kevn ên Îranî û efsaneyên wan ên wekî “Areş û Mûyey Cem û hwd” dibe. Di qonaxa dawî de vedigere ser Kurdistanê û di du warên cuda de berheman diafirîne. Ya yekem dîroka serdema Kurdistanê wek “serdema bêtawan” û “sirûda sed hezar ofêlaya evîndarî” û aliyê duyem jî “genca ser bi mor a wêjeya devkî” ye ku di vê beşê de pêka piraniya beytên binavûbang ên Kurdî, şanoname nivîsiye.
Dr. Sadiqî di van salên dawî de êrîşeke berfireh kiriye ser çewtekariyên dîroka Medan ku ji aliyê hikûmeta Hexamenişînî û alîgirên wê ve hatiye nivîsîn. Li gorî nerîna Dr. Qutbe, efsaneyên dîrokî yên wek Zuhak ji aliyê desthilatdaran ve bi xeletî hatine vegotin. Ev sextekariye di serdema Dariyûşê Duyem ve hatiye destpêkirin û paşê jî berdewam bûye.
Wekî ku ew dibêje, şêr û mar di çanda Medan de pîroz bûne, lê Îranî ji mar û şêran bêzar bûn û wêneyên kuştina şêr û maran li ser keviran kolandine.
Dr. Qutbe wek hunermendekî jêhatî û xwedî ezmûn û xemxwarê gelê xwe, hertim karesatên dilêş ên gelê Kurd kirine şano û hertim piştevaniya korr û kombûnên dîrokî û hunerî bûye. Heta bandoreke mezin li ser berfirehkirina girûpên dîlanê û şandina wan bo derveyî welat ji bo festîvalên navdewletî hebûye. Yekemîn girûpa dîlanê ya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ku bû xwedanê xelata yekem a festîvala navdewletî ya dîlana neteweyên cîhanê, her ji aliyê Dr. Sadiqî ve hate damezrandin.
Ev mamostayê Kurd, bi sedan û heta bi hezaran kes ji Kurdistan û bajarên mezin ên Tehranê aniye ser dikê û bi pisporî ew fêr kirine. Ji bo piraniya festîvalên şanoyê yên Tehran, Tewrêz, Sine, Meşhed, Îsfehan, Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, welatên Erebî û hwd, wek hakim û lîjneya hilbijartinê tê banghêjkirin.