Hunermendê dengxweş, Mîrê Bizqê Seîd Yûsif

Aras Hiso

 

Hunermendê dengxweş yê ku bi dengê xwe yê zîz, kelecan di dilê bi hezaran kurdan de çêkir, “Seîd Yûsif” ku yek ji hunermendên bi nav û deng e di nav civaka kurdan de. Her wiha hema bigire di nav cîhanê de jî xwedî dengekî berz û xweş e.

Hunermend Seîd Yûsif an jî bi navê xwe yê din ku wekî Mîrê Bizqê dihate binavkirin, yekem kes bû ku biziq anî bajarê “Qamişlo”yê û  xiste nav hunermendên kurdan û bi dehan kes li ser destê wî fêrî bikaranîna vê amûrê bûn. Ew ji ciwaniya xwe ve dest bi karê muzîk û stranê kiriye û di demeke kin de nav û dengê wî li seranserî Kurdistanê bilav bû û bû stêrkek ji stêrkên muzîka kurdî û heya niha jî her şewq dide.

Seîd Yûsif di sala 1947’an de li bajarê Qamişlo li taxa “Qudûr” Beg hatiye dinyayê. Di ciwaniya xwe de bi bizqê dest bi muzîka xwe kir û paşê jî piraniya gotinên stranên xwe û awazên wan jî wî bixwe çêdikirin. Hunermendê bi nav û deng di pêvajoya jiyana xwe ya hunerî de derdora 700 stran amade kirine ku piraniya wan gotin û awaz jî yên wî ne.

Ew ne bi tenê bi sazvanî û hunermendiya xwe tê naskirin, lê belê ew helbestvan û awazjene jî. Ji destpêka rêwîtiya wî ya bi muzîkê re ta ber bi sikrata mirinê jî bi sedan riste û awazên stranan bixwe afirandine û wisa jî pêşkeşî sedan hunermendên Kurd kiriye.

Di navbera salên 1960'î de ew berê xwe dide “Beyrût”a “Libnan”ê û li wir “Koma Newroz” dadimezrîne û dest bi belavkirina muzîk û çanda kurdî dike ku ew şêwaza wî ya bêhempa bala derdoreke ji hunermend û siyasetmedarên Libnanî yên mîna “Kemal Canpolat”, “Saib Selam” û hinekên din dikşîne.

Awaz û stranên Seîd Yûsif li seranserî Kurdistanê belav bûne û ta roja îro jî tên strandin û wek parçeyek çandî di bîrdanka me de mane. Di wê demê de ango di salên 1960’î de bi stranên wekî ‘Ez keçim keça kurda me’ û ‘Ay Felek’ û hin stranên wî yên bi nav û deng li seranserî Kurdistanê bilav bûn.

Seîd Yûsif di çîroka jiyana xwe û hevaltiya xwe ya bi muzîka Kurdî re gelek xelatên hêja wergirtine û her wiha wekî gelek hunermendên Kurd êş û jana jiyana xizanî û tunebûnê jî kişandiye. Li kêleka gelek xelatên hunerî rêxistina navneteweyî “UNESCO” jî di sala 1973’an li Parîsê jê re plakeke zêrîn ji awazên wî tomar kiribû.

Hunermendê me raste ku bi rengekî fizîkî ji nav me bar kir, lê nav û dengê wî, muzîk û stranên wî dê bi sedên salan wekî xezîneyekê li pey wî bimînin û hîna wê gelek nifşên nû yên Kurd bi wê muzîkê mezin bibin. Dibe ku wî ji zarok û malbata xwe re mal û milkên zêde nehiştibin, lê wî ji gelê xwe re xezîneyeke ji stranên çandî û folklorî hiştiye.

Hunermendê dengxweş Seîd Yûsif ku hemû jiyana xwe di xizmeta muzîk û strana kurdî de derbas kir, ji ber nexweşiya penceşêrê çûbû Tirkiyeyê û li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê dihat dermankirin. Lê mixabin ew di dîroka 26’ê meha sibata 2020’an de çû ber dilovaniya xwedê.

Hunermendê dengxweş Seîd Yûsif  li xerîbiyê jiyana xwe ji dest da, lê piştî demekê termê wî hate bajarê zarokatiya xwe, ew  bajarê ku navê evînê lê kiribû, vegeriya hembêza Qamişloka evînê.

Heta niha jî gava ku stranên wî têne guhdarîkirin; dîmena kurdewar, bajar, bîranîn, xewn û xeyal û rihê civakê di bîra mirovan de dike zingînî. Li ser van kelecan û hestewariya muzîka wî, lewma ew îro bi awaz û jînegeriya xwe de di bala xelk û hezkiriyên xwe de dibiriqe.

KURDŞOP
770 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!