Celal Melekşa, helbestvanê nîştimana xwîn, çiya û tifengê ye

Nivîser, rexnegir, çalakvanê siyasî û civakî, helbestvanê nûxwaz û pêşeng ê Kurd, Celal Melekşa, di 19ê Adara 1951an de li gundê Melekşan ê ser bi bajarê Sine yê girêdayî parêzgeha Sineya Rojhilatê Kuristanê ji dayîk bûye. Wî xwendina destpêkî, navendî û paşnavendî her li bajarê Sinê qedandiye. Ji zarotiyê ve hogirê helbest û nivîsînê bû.

Malekşa yek ji navdartirîn û bibandortirîn dengên bizava nûxwazî ya helbesta Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê û yek ji navdartirîn helbestvanên wêjeya berevaniyê li vê beşa Kurdistanê ye ku bi her du zimanên Farsî û Kurdî helbest û çîrok nivîsiye.

Celel Melekşa ji destpêkê ve bi Farsî helbest û pexşan û çîrok dinivîsî û berhemên wî di kovarên bi navûbang ên wêjeyî yên wê demê li Îranê dihatine belavkirin. Ji ber hêz û şiyana nivîsandinê, bi bê vê ku pirtûkên çapkirî hebe, dibe endamê “Kanûna Nivîserên Îranê”.

Piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê û avabûna Komara Îslamî ya Îranê û serhildana şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê û êrîşa hêzên çekdar ên Îranê bo ser xelkê Kurdistanê, Celal dev ji nivîsîna Farsî berdide û dest diavêje bi nivîsîna zimanê Kurdî û heta dawiya jiyana xwe her bi Kurdî helbest û çîrok, gotar û rexneyên edebî nivîsî. Melekşa bi taybetî ji sala 1986ê şûn de ku wek yek ji endamên desteya nivîseran û desteya birêveberî ya kovara "Sirwe" li bajarê Urmiyê çalakî hebû, wî bandoreke mezin li pêşxistina du eniyên nivîskarên ciwan li Rojhilatê Kurdistanê hebû.

 Dîzayner: Hêmin Qehrimanî

 

Meleşka li nivîsên xwe yên Farsî di bin bandora "Nîma Yûşîc, Mehdî Exewan Salîs û Ehmedê Şamlû" de û li nivîsên Kurdî jî bandora nivîsên wek "Ebdulah Goran, Letîf Helmet, Ebdulah Peşêw û Şêrko Bêkes" li ser bû.

Ew di destpêkê de endamê Kanûna Nivîserên Îranê bûye û paşê bûye endamê desteya nivîserên kovara "Sirwe", ku destpêkê bi piştevaniya "Hêmin"ê helbestvan dest avêtiye bi weşandinê û piştî koça dawî ya Hêmin, bi serpereştiya "Ehmed Qazî" ji karê xwe berdewam bûye. Melekşa piştî bîst sal xebitîn di kovara Sirwe de li bajarê Urmiyê, vegeriya bajarê Sinê û li enîstîtuya Zimanê Kurdî, wek mamosteyê zimanê Kurdî dest avêt bi karkirinê.

Celal Melekşa weke mirovekî aştîxwaz û şoreşger, ti carî nekarî di hember zilm û zordariyê de çavê xwe danê ser hev û hespê pênûsa xwe di qada xebata dijî zilmê de tel da û ji songeha wan nivîsan ve çend caran hate girtin û di girtîgehê de rû bi rûyê îşkenceyek zêde bû. Lê ew heta dawiya jiyana xwe li ser rêbaza helbestên nîştimanî û berxwedanê berdewam bû. Ew di helbestek xwe de, xwe weke helbestvanekî nîştimana xwîn û çiya û tifengê dide nasîn. Her ew helbestên nîştimanî jî bûne sedema wê ku dîwana helbestên wî bi navê "Zirey Zencîrî Wuşe Dîlekan", ji aliyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ve bi awayekî bêmînak bê pêşwazîkirin û her di sala yekem a çapê de, çendîn caran bê çapkirin.

Melekşa ji xeynî helbestê, di warê çîroknivîsî de jî pênûsek bihêz hebûye û çendîn çîrokên xwe di pirtûka "Karesat" de çap û belav kirine. Herwisa gelempera helbestên wî yên Farsî û Kurdî ji piştî koça dawiya wî bi navê gelempera berhema helbestên Celal Melekşa hatine çapkirin.

Helbestên wî bo ser Farsî, Erebî, Îngilîzî, Lîbyayî, Swîdî û hwd hatine wergêrankirin.

Celal Melekşa di 31-10-2020an de li bajarê Sine koça dawiyê kir û li gundê Melekşan yê ser bi bajarê Sinê hate biaxspartin.

KURDŞOP
758 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!