Solîn Urmiye
Ehmedê Xanî Kurê Îlyasê kurê Rostem Beg e, ji eşîra Xanî ye, li bajarê Bazîdê di sala 1651an de ji dayîk bûye. Navê "Xanî" hem navê diya Şêx Ehmedê Xanî ye, hem jî navê gund û eşîra wî ye.
Ehmedê Xanî, ji medresa Mûradiye ya Bazîdê dest bi xwendinê kiriye, ji bo dawîanîna xwendina xwe çûye Exlat, Bidlîs, Riha û Cizîra Botan û li wir jî çûye Sûriyê, Misrê û Stenbolê û piştî dawîanîna dersa xwe ziviriye Bazîdê, li wê derê ders daye û dest bi nivîskariyê kiriye. Ehmedê Xanî ji bo perwerdehiya zarokên kurdan dibistan vekiriye û li wir ders daye zarokan. Ehmedê Xanî di dibistanê de ne tenê dersên olî û zanyarî ji zarokan re gotiye, belkî dersên wek “felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û stêrnasî" jî gotiye.
Eflatûnê feylesofê navdar dibêje; “Helbest reng û rewşeke wehî û îlhama îlahî ye, ji çavkaniyên rûhanî û sirûştî ye”. Helbestên Ehmedê Xanî jî gewherên bêhempa yên hunera bedew û behra wî ya bêbinî ne ku ewa jî wê yekê nîşan dide ku Ehmedî Xanî feylesofê wêjeya netewî ya kurd e. Dibêjin ku di beheştê de dareke gelek bixêr û bereket heye, ku navê wê Tûba ye. Bi her aliyê ve çiq daye, bi her şax û çiqekê ve êmîşên cur bi cur yên tamxweş û giranbuha girtiye, ku her kesek beheştî be, her demekê hez bike dikare wan êmîşan jê bike û bixwe. Ehmedê Xanî jî dara Tûba ya beheşta Kurdistanê ye, gelek çiqên wî yên pîroz û bereket hene ku ne tenê netewa kurd, belkî hemû cîhan dikare ji wan êmîşên giranbuha sûd werbigire.
Çar çiqên wî yên herî giranbuha ev in:
1- Çiqa helbest û wêjeya wî
2. Çiqa netewî û nîştimanperweriya wî
3. Çiqa tesewif û nirxê wî
4. Çiqa felsefe û yekrêziya wî
Berhemên Ehmedê Xanî jî ev in:
Ferhenga erebî û kurdî ango pirtûka “Nûbihara Piçûkan” di sala 1683an de hatiye nivîsîn. Ehmedê Xanî gotiye ku min ev pirtûk ji bo zarokên kurdan nivîsiye da ku di xwendinê de ti astengiyekê nebînin. “Nûbihara Piçûkan” di dîroka kurdan de yekemîn ferhenga kurdî ye. Pirtûka “Eqîdeya Îmanê” di sala 1687an de hatiye nivîsîn. Ev pirtûk li ser mercên Îslamê hatiye nivîsîn. Zanistên Îslamî bi zimanê kurdî şirove kiriye. Ehmedê Xanî zimanê kurdî gihandiye astekê ku mirov dikare di perwerdehiya olî de jî bi kar bîne. “Mem û Zîn”: Ev çîroka evîndarî û nîştimanperwerî û herwisa folklora netewa kurd e. Berhema Mem û Zîn evîndarî ye û hem jî asta wêjeya kurdî nîşan dide.
Ev jî beşeke kurt ji helbesta Ehmedî Xanî ya Mem û Zînê ye:
Saqî bide min şerabê gulgûn
Bê dengê def û sedayê Qanûn
Da şehne û muhtesîb nebînîn
Şahî bi civin çu xem nemînin
Teşbîhê neyê bikim terennum
Tûtî sifet, ez bikim tekellum
Şerha xemê dil bikim fesane
Zînê û Memê bikim behane
Nexmê wî ji perdeyê derînim
Zînê û Memê ji nû vejînim
Derman bikim ez, ewan dewakim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Ev renge bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyê nezerbaz
Ehmedê Xanî hertimî li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di helbestên xwe de bi awayekî hostayî behs kiriye û mêrxasiya kurdan daye xuya û hertim banga yekgirtin û yekrêza kurdan kiriye. Xem û keder û keserên dilê Ehmedê Xanî ev bûn ku çima her neteweyek xwedan dewlet û desthilat e, lê netewa kurd niha jî azad nîne. Ehmedê Xanî di helbestek xwe de derbarê wê yekê de gotiye:
Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmancê di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bil cumle ji bo çi bûne mehkûm ?
Şiroveya vê helbestê jî wiha ye:
Ew dibêje ez di hukmê Xwedê heyirî mame, gelo sedema wê çi ye ku kurd ji dewlet û selteneta dinyayê bêpar e, çima niha jî mehkûm û bindest maye? Ehmedê Xanî di helbesteke din de dibêje:
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi rezmê Rostem
Hindî ji cesaretê xeyûrin
Ew çendî ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ûlûwwê hîmmet
Bo mani`ê hemlê barê minnet
Lew pêkve hemîşe bê tifaqin
Daîm bi temmerud û şiqaq in
Şiroveya vê helbestê jî wiha ye: Her mîr û xanekî kurdan bi mêrxasiya xwe mîna Hatemî Taî ne û di mêrxasî û zîrekatiya xwe de mîna Rostemê kurê Zal in. Bi qasî ku di mêrxasiya xwe de bixîret in, ji minetkirinê nefretê dikin û xwe ji kesî re natewînin û îradeya wan ya bilind jî bûye sedema bêtifaqiya wan.
Jiyana Şêx Ehmedê Xanî di nava têkoşîneke dijwar de derbas bûye. Ew ji bo azadiya gelê xwe pir xebitî û westiya. Ehmedê Xanî di sal 1707an de li navçeya Bazîdê a ser bi bajarê Agiriyê çûye ser rehma Xwedê. Gora wî ji bo gelê Kurd cihê tiafê ye. Gelê kurd ji hemû aliyên Kurdistanê ve serdana tirba wî dikin.