Lezgîn Kitêbçiyan
Ji bo bersiva vê pirsê divê em bizanin ka Yilmaz Guney kî ye? Yilmaz Guney sirgûn e. Wekî gelek kurdan ji Kurdistanê (berî ku biwelide) sirgûnî Edeneyê bûye. Çûyina wî ji Edeneyê di heman demê vegera wî ya Kurdistanê ye. Hîn di 15 saliya xwe ji bo alîkariya debara malbata xwe bike li cem fîlmçêker û belavkaran dixebite. Zîrekbûna wî bala “axayan” dikişîne û wî ji bo belavkirina fîlman dişînin her derên Bakurê Kurdistanê. Hem digere hem kurdbûna xwe ji nû ve keşf dike lê têhna wî naşike. Lê dixe diçe Stenbolê. Destpêkê klasîkên dinyayê dixwîne û dest bi nivîsandina çîrokan dike. Ne ji ber nivîsandina çîroka xwe lê ji ber nakokiyên weşangerê kovarê cara ewil dikeve zindanê. Zîndan jê re dibe dibistan û ji çîrokê derbasî romanê dibe: Mirina bi Stûxwarî.
Wê demê Guney hîn di zindanê de ye û piştî wê dîsa tê sirgûnkirin, vê carê wî dişînin çola Konyayê. Li wir çend kurdên qubede nas dike. Yê herî navdar Miçêyê Kurd e. Bi saya wî hem senaryoyên xwe dinivîse hem jî çîrok û destanên kurdan ji civata wan hîn dibe.
Lê nivîskarî zêde bala wî nakişîne û dîsa dixwaze têkeve nav wê dinyaya bêreng a sînemayê, çimkî ew jî dizane ku encax bi saya fîlman dikare xwe bigihîne her kesî. Di salên 1964-67an de 60 fîlman dikişîne û di gelekên wan de jî di rola sereke de ye. Êdî her kes wî nas dike, dibe qiralê gel, “Qiralê Kirêt”.
Rojekê di seta fîlmê xwe, cendirme tên bi destê wî digirin û wî dibin leşkeriyê. Ji bo herdu salên leşkeriyê dibêje, “du salên min ji min dizîn”. Li leşkeriyê jî ranaweste, her cara ku derfetê dibîne diçe fîlmên xwe dikişîne û her diçe “polîtîze” dibe. Di destpêka kariyera xwe de gelek fîlman ji bo pereyan çêdike da ku fikr û ramanên xwe pêk bîne.
Hêdî hêdî nêzî armanca xwe dibe, fîlmê ewil ku kurdbûna xwe eşkere nîşanî me dike Seyîtxan e. Seyîtxan çiyayiyek e li dij dewlet û axayên herêmê ku zordarî lê dikin. Di Serhildana Agiriyê de bi dewletê re şer dike, qaçaxçî ye û herî dawî sirgûn dibe. Ev yek ji fîlmên Guney ê yekem e ku dest bi fîlmên “siyasî” dike.
Berî ku filîmê xwe Hêvî bikişîne 13 fîman din dikişîne û êdî navê wî ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê lê li her derê belav dibe. Nexasim qedexe tê li ser vî fîlmê wî û tê sansurkirin. Em dikarin wiha jî bêjin; fîlmên wî jî tên sirgûnkirin. Hevalekî wî bi navekî xeyalî fîlmê wî bi qaçaxî ji sînor derbas dike û dibe Cannesê Fransayê. Ji wir xeletekê nagire (ji ber ku bi qaçaxî hatiye) lê li çend cihên din tê nîşandan û xelatan distîne.
Fîlmê wî bi navê Baba xelata sereke ya Altin Koza (Gûzika Zêrîn) distîne. Xelata lîstikvanê herî baş ji wî distînin û didin Cuneyt Arkinê tirkan.
Ji bo xatirê rojên berê dixwaze fîlmekî li Edeneyê çêke. Rojekê piştî xebatê diçin gazînoyekê bi çend dost û hevalên xwe re şahiyê bikin. Hakimekî dewletê ku dixwaze hêza xwe ya serdest nîşan bide dikeve hundir û dinêre ku her cih tije ye ji ber Guney û heyranên wî. Ew jî dibêje ew kî ye û bela xwe li xebatkaran dide, dijûnan dide û gengeşiyê derdixe. Çira vedimirin û dengê demançeyan bilind dibe, kes nizane ka çi dibe di nava wê gengeşiyê de. Roja din leşkerên dewletê tên Yilmaz Guney digirin, dibin zindanê. Sal 1974 e û Guney êdî navdarekî sereke ye. Her çiqas xwarzêyê wî dibêje “min ew hakim kuşt” jî 18 salan ceza didin Guney.
Guney di zindanan bi sed zehmetiyan jî be, çêkirina fîlmên xwe didomîne. Fîlmê xwe yê Kerî (Sürü) di zîndana Selîmiyeyê de amade dike û bi Zekî Okten dide kişandin. Şerên di nava eşîran de mijara sereke ye. Guney bi vî fîlmê xwe gelek xelatan distîne.
Di zindanê de kovara bi navê Guney diweşîne û nivîsên xwe yên fikrî di wir de belav dike. Ev tişt zêdetir bala serdestan dikişîne ku piştî demekê doz li ser dozan li wî tê vekirin. Êdî fam dike ku xelasiya wî bi vî awayî tune ye ji bilî revê. Di sala 1980yî de derbeya leşkerî qewimiye û rewş dijwartir bûye. Salek piştî derbeyê ji zindanê direve û berê xwe dide Fransayê.
Çîroka wî ya sirgûnê êdî li Fransayê didome. Filîmê wî yê berî vê rêwîtiya dijwar Rê (Yol) ye. Senaryo ji aliyê Guneyî hatiye nivîsandin, derhênerê wê jî Şerîf Goren e ku dema zîndanê bi xwesteka Guneyî bûye derhêner. Fîlim li ser çend girtiyên zîndana Îmraliyê ye. Girtiyên zindanê bi mehan li benda destûrê ne ku biçin hezkiriyên xwe bibînin.
Ev fîmê wî jî tê qedexekirin û dîsa bi rêyên qaçax diçe festîvalan. Di festîvala Cannesê de fîlmê herî serkeftî distîne. Êdî di tevahiya cîhanê de bi vî fîlmê xwe tê naskirin.
Min di 2018an de li kolanên Tûnisê afîşa vî fîlmî dît:
Fîlm encax piştî 12 salan, di 1999an de li Tirkîyê tê belavkirin. Lê bi awayekî sansûrkirî; nivîsa Kurdistan ku di fîlm de li derdora Rihayê derbas dibe tê qutkirin.
Filîmê wî yê herî dawî, berî sirgûna wî ya daîmî Dîwar e. Fîlm li Fransayê li dêreke kevn ku xistiye dewsa zîndanên Tirkiyeyê hatiye kişandin. Mijara fîlim serhildana zarokan e. Ev fîlm ji bo Guneyî pirr watedar e ku gotiye; jiyana min ya di zîndanan de wek jehrekê bû û heta min ev tişt jî laşê xwe neavêta, ez rehet nedibûm. Bi rastî jî bi vî fîlmî wî ew jehr ji laşê xwe avêt û rehet bû.
Guney di sala 1983an de ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin. Di sala 1984an de piştî avakirina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê axaftinek di Newroza Parîsê de kir û got: Bijî Kurdistan!
Di sala 1984an de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir. Termê wî di goristana Père Lachaise de veşartî ye.
Ji bo çavkanî û xwendineke dirêjtir;
1 - Cezalı Delikanlı, Sedat Ulugana, Weşanên Do, 2012
2 - Halkın Sanatçısı Halkın Savaşçısı Yilmaz Güney, H. Yeşil, Dönüşüm Yayınları, 2000
3 - Yılmaz Güney, Ahmet Kahraman, Çiviyazıları,1999
4 - İnsan, Militan ve Sanatçı Yılmaz Güney, Yılmaz Güney, Güney Filimcilik, 1999
5 - Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney, Agah Özgüç, Agora Kitaplığı, 2005
6 - Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm, Der. Mizgîn Müjde Arslan, Agora Kitaplığı, 2009
7 - Kürt Yönüyle Yılmaz Güney, Mahmut Baksi, Weşanên Lîs, 2021