Aras Hiso
Helbest bi taybetî ji bo kurdan henaseyeke wiha ye ku ancax dikare bi rêya wê biteyise û teşqeleyên xwe yên giyanî, derûnî û jiyanî bîne ziman û der bîne. Hingê gewdeyê helbestê anxac tenê di nava civakeke bindest de birînan derman bike. Çendî di roja me ya îroyîn de gelek celeb û çeşnên din yên mîna pexşan û romanê derketine jî, lê mirov dikare bêje ku gelek helbestkarên kurd bi xêra helbestê li jiyanê mane û peyvên xwe yên helbestî li ber şevbuhêrkên ronahiya êşên kurdan lorandine. Çawa Ehmed Huseynî bi xwe jî wiha dibêje, ''Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuştibaya.'' Lewma em fehm dikin ku civakeke serdest belkî bikaribe bêyî helbestê bijî, lê ya bindest û tevî qir û cira bi serê kurdan de hatiye, wiha lê hatiye ku helbest bûye destpêk û dawiya jiyanê.
Di warê wêjeya kurdî ya nûjen de Ehmed Huseynî, em nebêjin destpêk jî, yek ji stûnên geşedanên helbesta nûjen e. Di helbestkariya nûjen de ji aliyê alegorî û metaforan ve, peyvên Huseynî mîna aveke zelal di qirika xwendevanên xwe re diherike. Di kurmanciya me kurdan de tevî ku rehên me yên zimanî gelek derbên mezin û xedar xwarine jî, di helbestkariya Huseynî de kodên zimanî bi peyvên herikbar di teşe û stîla helbestê de hatine kelijadin, helbet em ji vê nifşên nû wiha dibêjin. Çiku her ku dewr dizivire, bi pey re jî xwendinwarî jî bi pêş ve diçe.
Dibe xwendinwariya her dewrekê ji stîla helbesta Huseynî re cuda be, nemaze jî îro helbesta postmodern jî di nava helbesta kurdî de serê xwe rakiriye. Hingê pirs ev e, me kurdan çendî helbesta klasîk ji Xanî, Cizîrî û Feqî bigire ta bi helbesta nûjen xwendiye, vêga helbesta postmodern? Lewma hinek helbestkarên mîna Huseynî jî bûne pira di navbera klasîk û nûjeniyê û bi dûrbîna çend dewran li helbesta kurdî dinêrin.
Me piraniya ciwanên kurd gava dest bi xwendina helbestê kir, bêguman di serî de yek ji wan Ehmed Huseynî bû, em bi helbestên wî mezin bûn, heta mirov dikare bêje em ketin bin bandora wî jî ji ber gelek sedeman. Ji wan peyv, qalib û herikbariya ciwankariyê bûn, çiku bi peyvên rihet, sade û xweşik mirov bi mebest û mereba helbestê têdigihîşt û karibû gelekî ji kodên zimanî sûdê wergire û diket wê qenaetê ku kîjan mijar, kîjan şêwaz û kîjan teknîk û şayes li gor dewra ku tê de radibe û heta di yê pey xwe re lazim dike. Ev yek ne tenê ji aliyê ciwanan ve pêk dihat, bêguman badoreke wî ya kesayetî jî li derdorê hebû. Îro li Rojavayê Kurdistanê ji helbestê zêdetir bi dilnizmî û safikbûna dilê xwe karibû stîla xwe têxe nava dilê hemû xelk û ciwanên xwe.
Di sala 2016an de gava ku Ehmed Huseynî vegeriya Rojavayê Kurdistanê min ew di şevbuhêrkeke li bajarê Kobaniyê nas kir. Gava ku dor hate wî bo xwendina helbestê, min dît bi xwe re tomarek pelên A4 anîn ser maseyê, min ji hevalê rex xwe re got, ev roman e, ne helbest e, heta sibe wê neqede. Lê gava ku dest bi xwendina helbestê kir, me didît ku di her pelekê de hevokek an du hevok nivîsîne, bi her xwendina hevokekê re pela xwe diquliband ser maseyê. Bi wê şêwaza xwe ya xwendinê melodiyeke xweş û herikbar dida.
Di pey re min ê fehm bikira ku Ehmed Huseynî ji ber ku ji şebekeya çavan lawaz e, peyvên xwe li ser rûpelan gir dinivîsîn. Wê şevê min ew rûbirû nas kir. Çavên xwe xweşik li kolanên Kobaniyê digerandin, çavên xwe xweşik li Miştenûrê digerandin, çavên xwe bi kûrahî li dîmenên wêraniyan digerandin û kûr kûr diêşiya û kûr kûr peyvên helbestê ji devê wî diherikîn. Hingê me nas kir ew çendî diêşiya heta ku peyv xweşik pê re diherikîn, ew diêşiya, ne ku peyv.
Ji şewata sînemaya Amûdê bigire ta bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji şer, berxwedan û wêraniyan, ev hemû jî hem li ser jînenîgariya qermîçokên rûyê wî û hem jî di binaniya peyvên wî de xuya dibin. Ji ber van teybetmendî û dilnizmiyan her kes jê re dibêje Xalo. Ew li ber dilê hezkiriyên xwe xalekî delal e. Xalekî wiha ye ku ne tenê bi qelema xwe, bi rih, jiyan û xemxuriya xwe di ber ciwanan de xwe hey diwestîne û diwestîne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi geşedanên çalakiyên zimanî, çandî û wêjeyî re dest da pişta ciwanan û dixwest qelema ciwanên xwe xurtir bike. Li kêleka vê şoreşê, wî jî bi tayekî wê girt û li gorî bîr û boçûnên xwe di berdêla vî welatî de hem çavên xwe û hem jî henaseya xwe diçikand.
Gava ku em dikevin nava helbestên wî, çawa di helbestkariya Cizîrî ya klasîk de êş û şewata evînê serdest e, wê şewata rihên peyvan îcar bi awayekî nûjen li ber xwendevanên xwe radixîne. Em şahidê wê yekê ne, di heyama wî ya li Rojavayê Kurdistanê de gelek xort û ciwanan dest bi nivîsîna helbest, çîrok û romanan kir. Herçendî kêm û kurt an jî lawaz be, ew geşedanên nivîsînê bi taybet li cem ciwanan hate xurtkirin.