Kurdshop - Kamiran Bedirxan kurê Emîn Alî Bedirxan bû ku mîrê dawî yê Bedirxaniyan bû. Çalaktirîn kesayetiyê malbata Bedirxaniyan, Kamiran Bedirxan e ku di sala 1895an de li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye û di 14 saliya xwe de dest avêtiye bi nivîsandinê. Wî şeş ziman zaniye û di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, rojnamevanî û wêjeya kurdî de roleke girîng lîstiye. Xwişk û birayên Kamiran Bedirxan, Sureya û Celadet jî bi heman rengî di têkoşîna siyasî, rojnamevanî û wêjeya kurdî de roleke girîng lîstine.
Kamiran Bedirxan di sala 1889an de bi Şêx Ubeydullahê Nehrî re “Komeleya Îtihad û Terîqetê” damezrand ku di dîroka împaratoriya osmanî de yekemîn partiya siyasî tê nasîn. Piştre di sala 1908an de hewl da ku “Komeleya Îtihad û Terîqeta Kurd” ava bike, lê ji ber eşkerebûna wan bi ser neket.
Malbata wan di encama şoreşa Şêx Seîd de, bi neçarî ber bi Şamê ve çûn û wî piştî sala 1925an digel birayê xwe Celadet Bedirxan dest avêtin bi xebata nihênî û roleke mezin di avakirina “Komeleya Xoybûnê” de lîstin. Paşê Kamiran Bedirxan bo bidawîanîna xwendina xwe ya bilind, ber bi Almanyayê ve çû û li wir xwendina xwe berdewam kir û bawernameya doktoraya hiqûqê wergirt.
Herwiha di weşandina kovarên Hawar û Ronahî de hertim alîkariya birayê xwe Celadet Bedirxan kiriye. Di sala 1943an de bi awayekî demkî li Beyrûdê niştecih dibe û bi zaravayê kurmancî kovareke bi navê “Roja Nû” weşandiye. Di dawiya heman salê de jî kovareke din bi navê “Stêrk” weşandiye. Di dawiya salên 1940î de radyoya kurdî li Beyrûdê vedike. Di sala 1959an de, di vekirina radyoya Dengê Kurdî li Qahîreyê de roleke sereke lîstiye. Ev radyo di sala 1963an de bi zext û guvaşa dewleta Tirkiyê hate daxistin.
Dîzayner: Hêmin Qehrimanî
Kamiran Bedirxan piştî vê ku doktoraya xwe ya hiqûqê wergirt, heyamekê jî li zanîngeha Parîsê li Fransayê wek mamosta kar kiriye û li Enstîtuya Ziman û Şaristaniya Rojhilatê jî serokê beşa zimanê kurdî bûye. Paşê li Parîsê peymangehek ji bo xwendina zimanê Kurdî damezirandiye û li wir wek pisporekî zimanê kurdî serpereştiya xwendekarên payebilind kiriye û paşê di sala 1954an de li zanîngeha Sorbonê bûye mamoste.
Di warê siyasî de, Kamiran Bedirxan pêwendiyeke berfireh bi piraniya serkirdeyên cîhanê û welatên erebî re hebûye. Di sala 1948an de li New Yorkê daxwazên kurdan gihandin Neteweyên Yekbûyî. Ew li ser asta navçeyê jî bi damezrînerê pêwendiyên kurd û Îsraîlê tê nasîn û di salên 50yî de li Parîsê ji bo Celal Talebanî û wezîrê derve yê Îsraîlê civînek li dar xistiye. Ev yek jî bûye destpêka pêwendiyên kurd û Îsraîlê.
Di sala 1962an de çûye Tel Avîvê û ji bo şoreşa kurdî daxwaza alîkariyê kiriye. Di dawiyê de, wî kariye alîkariya leşkerî ya Îsraîlê ji bo kurdan bi dest bixe. Kamiran pêwendiya di navbera şoreş û welatên Misir, Cezayîr û Urdunê de organîze kiriye û wekî damezrînerê pêwendiyên dîplomasî yên kurd ji sala 1940^ş heta sala 1969an tê hesibandin.
Piştî rêkeftina 11ê Adarê, bi sedema nîgeranbûna ji wê rêkeftinê, pêwendiya wî digel şoreşê qut bûye. Sala 1978an li Parîsê koça dawiyê kiriye û cesteyê xwe bi peymangeha zanistî ya Parîsê bexşiye.
Rojnamevan û wênegirê fransî Francois Lovat dibêje: “Dema ku em çûne hevdîtina Barzanî, Barzanî matmayî ma ku ez fransî me û çawa bi kurdiyeke baş diaxivim. Min jî gotê, heyirî nemîne, ez hevalê Kamiran Bedirxan im û wî ez hînî kurdî kirime. Yê ku carekê pê re rûnê, eşq û evîna wî bo kurdan diheje û hez dike kurdan bêtir nas bike, ez jî yek ji hevalên Kamiran Bedirxan im.”