Erebê Şemo yekemîn romannivîsê Kurd

Solîn Urmiye

Kurdshop - Erebê Şemo, kesek ku bi hejarî û karkeriyê dest bi jiyana xwe kir û paşê bû nivîskar û lêkolerê navdar ê netewa Kurd. Wî bi afirandina berhemên xwe, bû yek ji girîngtirîn nivîskarê Kurd ê sedsala 20an.

Erebê Şemo li 23ê Çiriya Pêşîn a sala 1897an li gundê Sûsiz yê ser bi navçeya Dîgor a bajarê Qersê ji dayîk bûye. Bajarê Qersê, di encama şerê 1877- 1878an yê di navbera Împaratoriya Osmanî û Rûsyayê de kevtibû bin desthilatdariya Rûsan; Ev bajare li dema avabûna Komara Tirkiyê car din kevte ser vî welatî avakirî. Gundê Sûsizê gundê Kurdên Êzidî bû. Malbata Erebê Şemo jî malbateke Êzidî bû. Şemo, navê bavê wî ye. Bi vî awayî Erebê Şemo tê wateya Erebê kurê Şemo.  Malbata wî malbateke hejar bû, bavê wî hertim şivanî, gavanî û rêncberî dikir.

Destpêkê Erebê Şemo, di zaroktiya xwe de li dibistaneke Rûsan dixwîne. Di demekî kin de dibe xwendevanekî herî baş, Ereb ê hêja di zaroktiya xwe de rastî dijwariyên jiyanê hatiye. Wî hevdem ders dixwand û hevdem jî di malên dewlemendên wekî Rûs, Ermen, Tirk û Azeriyan de kar kiriye. Erebê Şemo ji ber ku di malên bîhaniyan de kar dikir, neçar maye ku zimanên wan fêr  bibe. Lewma jî wî bi heft zimanên bîhanî yên wekî Rûsî, Ermenî, Tirkî, Yûnanî, Azerî, Almanî û Gurcî axaftiye.

Di serdema şerê cîhanî yê yekem de ku welatê Rûsya û Tirkiye jî li dijî hev di şer de bûn, wê demê artêşa Rûsyayê li kêleka gundê Erebê Şemo xîvetên xwe vedabûn û agahdar dibin ku kesek di vî gundî de heye, şarezayê çendîn zimanên bîhanî ye. Lewma gazî wî dikin û wekî wergêrê ziman di artêşa Rûsan de dimîne. Bi vî rengî ew di navbera salên 1914 heta 1916an de, di artêşa Rûsya de wekî wergêr dimîne. Piştre ew diçe Sariqamişê û di çêkirina rêya hesin de du salan kar dike. Di wan du salan de ew bi gelek kesên Rûs ên xwandevan û zana û herwa şoreşger re hevnas dike.

Erebê Şemo midehekê jî li bajarê Stavrapola Rûsyayê jiyana xwe dimeşîne. Wê demê di Rûsyayê de Şoreşa Cotmehê pêktê û Partiya Komonîst desthilatdariyê bi dest dixe. Erebê Şemo jî biryarê dide tevlî artêşa Sovyetê bibe. Ew di sala 1918an de dibe endamê Partiya Komonîst a Rûsyayê. Ew di sala 1920an de diçe bajarê Moskowê û di Zanîngeha Lazaryan de çar salan dersê dixwîne. Di sala 1924an de vedigere Ermenistanê. Li Ermenîstanê jî desthilatdariya Sovyetê li ser kar e. Ew jî di  Navenda Partiya Komonîst a Ermenîstanê de erkekê digire stûyê xwe.

Erebê Şemo li Ermenistanê dikeve nav xebata perwerdehiya hînkirina Kurdên koçer ên Ermenistanê û wan hînê xwendinê bi zimanê Kurdî dike. Di gundan de dibistan û pirtûkxaneyan vedike. Pirsgirêkên wan li hikûmetê çareser dike. Di derbarê jiyana Kurdan de di rojname û kovarên Ermensitanê de gotarên cur bi cur dinivîse.

Di sala 1927an de dewleta Ermenistanê biryarekê dide ku alfabeyeke Kurdî bê amadekirin. Ji bo vê karî jî du kes hatin erkdarkrin; Kesê yekem “Îshaq Maragulov” ê Kurdîzan û kesê din jî Erebê Şemo bû. Wan alfabeyeke Kurdî çêkirin û ew alfabe hinekê ji ya Celadet Bedirxan cudatir bû. Ji ber ku hinek tîpên wê alfabeyê ji Kirîlî ve hatibû wergirtin. Xebata Şemo û Maragûlov bi navê “Xwe Xwe Hînkirina Zimanê Kurdî” hate çapkirin.

Di sala 1930an de rojnameya “Rêya Teze” hate damezrandin. Erebê Şemo di damezrandin û nasandina rojnameya Rêya Taze de roleke bingehîn lîst û wî bi dostên xwe re gund bi gund, bajar bi bajar digeriyan û hejmarên rojnameyê digihandine destê Kurdan. Erebê Şemo yek ji birêveberê rojnameyê bû. Di rastî de Erebê Şemo pêşengê xebata wêjeyî û zimanî ya Kurdên Qefqasyayê bû.

Erebê Şemo xwediyê çendîn berheman e ku ev jî wiha ne:

Şivanê Kurmanca

Yekemîn romana Kurdî ye. Di rastî de romana Şivanê Kurmanca bû rêbazek ji bo romanên din ên Kurdî. Ev romane bi çend zimanê bîhanî jî hatiye çapkirin. Ev romane sala 1931an bi zimanê Rûsî bi navê “Kurdiskî Pastû” hate çapkirin. Bi zimanê Tirkî jî bi navê “Kürd Çoban” hatiye çapkirin.

Romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo, ji serpêhatiya zaroktiya Erebê Şemo ve tê destpê kirin. Roman bi zaraveyê Kurmancî û devoka Serhedê hatiye nivîsandin. Herwisa Şemo di romanê de behsa gelek netewan dike. Pêwendiyên wan ên di navbera hev de nivîsiye û nerîn û baweriyên wan ên derbarê jiyanê vediguhazîne. Di vê romanê de, behsa jiyana koçer û gundiyên Kurdan hatiye kirin.

Romana “Jiyana Bextewar”

“Jiyana Bextewar”, romana Erebê Şemo ya duyem e. Di sala 1959an de hatiye çapkirin.

Di romana Jiyana Bextewar de gelek bûyerên mîna koçberî, şer, dawet, şîn û xweşî û şoreş û…hwd hatiye behskirin. Behsa jiyana netewa Kurd ya wê demê hatiye kirin. Romana “Jiyana Bextewar” jî dîroka gelê Kurdan e ku ji ber serkut û tepeseriya Osmaniyan ji welatê xwe koç kirine û çûne Rûsyayê.

Romana “Dimdim”

Romana “Dimdim”, romana Erebê Şemo ya Sêyemîn e. Di sala 1969an de hatiye weşandin. Dimdim, çiyayekî Rojhilatê Kurdistanê ye ku li bakurê Rojhilatê Kurdistanê hilkeftiye. Destana Keleha Dimdim, bi sedan salan e di nav civakan de ji aliyê dengbêjan ve bi awayekî çîrokî hatiye vegotin. Erebê Şemo di romanê de behsa Mîrê Lebzêrîn û mêrxasiya wî û serpêhatiyên eşîrên Kurdan dike û behsa şer û jiyana wê demê ya Kurdan dike.

Romana Hopo

Hopo, romana dawî ya Erebê Şemo ye. Ev romane di sala 1969an de hatiye çapkirin. Di vê romanê de ji her sê romanên din zêdetir diyalog hene û Şemo ev diyalog gelek serkeftî di rûpelên romanê de bi cih kirine. Şemo, di romana Hopo de behsa gelek adetên Kurdan kiriye. Xwestiye ku jiyana wan a civakî bide naskirin. Wî di romanê de, ji rabûn û rûniştinê ve bigire heta şîn û şahiyan aniye ber behsê.

Erebê Şemo bilî nivîsîna romaman, çend gotar nivîsîne û herwisa çîrok jî nivîsîne û kesek rojnamevan jî bûye û gelek berhemên wî yên din jî hene.

Erebê Şemo, di sala 1978an de, di 81 saliyê de diçe ser dilovaniya Xwe. Ew, bi merasîmeke mezin li goristana Êrîvanê  bi axê tê spartin.

KURDŞOP
916 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!