Şêrko Janzêm
Berî ku em bahsa serdema Xalidîtîyê bikin em ê bi kurtasî bahsa serdema berî wê û atmosfera ku bizava Xalidîtîyê tê de belav bû bikin.
Piştî êrîşên Moxolan ên li ser erdnîgarîya Îslamê û Dewleta Osmanî, mîrnişînên Kurdan ji vê qelsîya sîyasî îstîfade dikin, li gelek deverên Kurdistanê mîrên Kurdan bihêz dibin û li deverên xwe desthilatdariyên xwemalî ava dikin. Sultan Selîm bi rêya Îdrîsê Bedlîsî li Amasyayê bi mîrên kurdan re peymanekê çêdike û bi vê peymanê re mîrên Kurdan bi fermî dibin xwedî statûyeke sîyasî. Di vê serdemê de li gelek deverên Kurdistanê tekiya û mederese vedibin û li van medreseyan gelek xebatên edebî, çandî û civakî tên kirin. Lê bi demê re mîrên Kurdan doza serxwebûnê dikin. Ev dibe sedem ku dewleta navendî ya Osmanî êrîşî mîrektîyên Kurdan bike, piştî demeke kin di nîvê sedsala 18em de dawîyê li statûya hemî mîrên Kurdan tîne. Piştî vê yekê Dewleta Osmanî ji Stenbolê zilamên xwe dişîne sancaqên Kurdan.
Edebîyata Kurdî ya Klasîk ji sê serdeman pêk tê; serdema mîrektîyan serdema Xalidîtîyê (piştî mîrektîyan) û sedsala 20em. Di serdema mîrektîyan de bi avabûn û belavbûna medreseyan qada Edebîyata Kurdî ya Klasîk hinekî geş dibe. Ev yek dike ku piştî têkçûna mîrektîyan, medrese bi rêya şêx û alimên dînî ev valahîya sîyasî bê dagirtin di demeke kurt de tije jî dibe, tam di vê demê de Xalidîtî li Kurdistanê belav dibe. Berî ku em bahsa belavbûna Xalidîtîyê bikin em berê xwe bidin Silêmanîyê ji bo em Mewlana Xalid nas bikin.
Mewlana Xalid Kurdekî Goran e û li Silêmanîyê ji dayik bûye. Perwedeya xwe ya pêşîn li ber destên şêxên Berzencî ên gîrêdayî tarîqeta Qadirî perwerdeya medreseyê dibîne. Piştî mirina seydayê xwe dikeve dewsa wî û dibe muderrîs.
Piştre diçe hecê û dîsa vedigere Silêmanîyê bi vê vegera xwe re xwe bi temamî dide ‘ilm û tasawûfê. Li Silêmanîyê têkîlîya wî bi sofîyekî re çedibe û bi pêşnîyarîya wî sofîyî berê xwe dide Delhîyê. Li wir li ber destê Şêx Ebdullahê Dehlewî dest bi xwendinê dike piştî demekê Şêx Ebdullahê Dehlewî wî dike xelîfeyê Neqşîbendîtîyê û vedigere Silêmanîyê û dest bi belavkirina Neqşebendîtîyê dike. Dema ku Mewlana Xalid vedigere û dest bi belavkirina Neqşebendîtîyê dike ew yek dibe sedem ku Qadirîyên li devera Silêmanîyê aciz bibin. Ji ber wê navbera Mewlana Xalid û Şêx Marûfê Nodî xera dibe. Mewlana Xalid ji bo ku nexweşîyeke mezin dernekeve ji Silêmanîyê koçî Bexdayê dike. Du salan şûnde dîsa vedigerê Silêmanîyê lê dîsa wî rehet nahêlin û dîsa vedigere Bexdayê. Lê ve carê wî li Bexdayê jî rehet nahêlin. Mewlana Xalid vê carê berê xwe dide Şamê. Demekê li Şamê dimîne û li Şamê koça dawî dike. Mewlana Xalid bi Kurdîya Soranî ‘Eqaîdnameyek nivîsîye, ev berhem yekem berhema pexşan ya Kurdîya Soranî ye.
Piştî koça Mewlana Xalid bi rêya xelîfeyên wî Xalidîtî li Kurdistanê belavtir dibe. Em ê niha li hin tekyayên girîng ên Xalidîtîyê ên li Kurdistanê binêrin.
Ez ê di vê xebatê de li ser tekyayên ku li Kurdistanê vebûne û bûne warê pêşketin û afirandina Edebîyata Kurdî ya Klasîk. Ez ê nikaribim bi hûrgilî li ser hemî tekyayan û nûner û belavkarên vê bizavê bisekinim. Ji ber ku qadeke berfireh e. Ji Nehrîya Colemêrgê bigire heta bi Palûya Elezîzê, ji Bedlîs û wanê heta bi Licê, ji Mêrdînê heta bi Sêrt û herêma Botanê belav bûye. Li gelek deverên biçûk û mezin tekya û medrese hatine vekirin û bi van medreseyan, nûner, şêx û seydayan Xalidîtî li Kurdistanê belav kirine. Min li jêr bahsa tekya û nûnerên van tekyayan ên girîng kirin dil dixwest ku bi hûrgilî li ser wan bisekinim lê ji ber ku qadeke berfireh e, ez ê li ser cîhên girîng yan jî yên ku bala min kişandine bisekinim.
Dê berdewam bike…