Hêmin Helbestvanekî Nîştimanperwer ku navê wî (seyîd Mihemed Emîn kurê Seyîd Hesen Şêxul Îslam Mukrî)`ye û ji malbata Mela Camî`yê Çorê bû. Dayîka wî Zeyneb keça Şêxê Burhan bû ku niha malbateke navdar a Mukiryanê ne. Hêmin buhara sala 1300`an a koçî li gundê Laçîn yê ser bi bajarê Mihabadê ji dayîk bûye.
Di zaroktiya xwe de guhdariya wan serpêhatiyan dike ku "Dayê Mirwet" jêre dibêje ku jineke dinya dîtî û zana bû. Gelek tiştan jê fêr dibe. Alfabê`yê li cem "Seîd Nakam" xwendiye û berî ku wî fêrî alfabê bike çîroka "Biznokê û Merokê ya Hisên Huznî Mukiryanî jêre dixwîne û Hêmin wan ezber dike. Herweha helbestên helbestvanên klasîk û gelek tiştên din jê fêr dibe û piştre bo ku zêdetir bixwîne, bavê wî, wî dişîne Mihabadê û li dibistana Seadet a wî bajarî dest bi xwendinê dike.
Hêmin wê salê bi serkeftî temam dike, havînê vedigere gund li cem bavê xwe û melayê gund rahênanê li ser xweşnivîsîn (Xet ê xweş) dike. Bavê wî dema ku dizane xetê wî xweşik e, wî ji mektebê derdixîne û jêre dibêje, here dersa melatiyê bixwîne. Wî dişîne Xaneqaya Şêxê Burhan. Hêmin li wir "Hejar" nas dike û çar salan li xaneqaya Şêxê Burhan dimîne, lê ti sûdekê ji wê xwendinê nabîne. Ji ber ku wan çar salan her mijûlî henek û lîstikan dibe. Li Xaneqaya Şêxê Burhan 8-9 hevalên wî hene ku ji bilî Hejar, ên din hemû kurxal û kurmetên Hêmin û neviyên Şêxê Burhan bûn, her ji ber mala şêx kes xwe ji wan tore (Aciz) nake.
Dîzayna karakter: Hêmin Qaremanî
Piştre diçe cem mamosta Fewzî û sal û nîvekê li cem wî dersê dixwîne. Mamosta Fewzî deriyê zanist û zanînê bo Hêmin vekir û riya jiyanê nîşanî wî dide û pê daye fêmkirin ku ew xortê Kurd e û Kurd jî neteweyek bêpar û çarereşe ku zulim lê hatiye kirin. Wî fêr dike ku çawa ji welatê xwe hez bike, çawa binivîse û çawa helbestan bêje. Ew fêr kir ku Kurdan zimanekî dewlemend hene û dikarin edîbên mezin perwerde bikin ku li ser asta cîhanê bêne qebûl kirin.
Hêmin di serdemekê de ji dayîk bû ku "Reza Xan" di şopa "Ataturk" de diçe û serkêşiya hikûmetê dike. Cilûbergên Kurdî qedexe kirin û biqasî ku ji destî wî hat sivikatî bi xelkê kir, şevqe û qat anîne nav bazarê. Hêmin di wê rewşê de mezin bû, bêparî û koletiya mirovan weke xwînê di nava damar û mejî û hestiyê wî de digeriya û dibe hander û serbihora jiyana wî.
Navê Hêmin vedigere bo wê dema ku dibe endamê (Komeleya J-K ) û di kovarên "Komara Kurdistanê" de helbestan dinivîse û di merasîmekê de helbestan dixwîne û ji aliyê "Pêşewa Qazî Mihemed" nasnavê "Helbestvanê Netewî" werdigre.
Di 25 Gelawêja sala 1321`an a koçî ya rojî (H-Ş) de li bajarê Mehabadê (Komeleya J-K) li ser destê "Rehman Zebîhî" û çend kesên din hat damezirandin. Hêmin dibe endamê wê komeleyê û bi şev û roj difikire ku dikare çi karekî bo wê komeleyê bike ku dixwaze Kurdistanê rizgar bike, Hêmin dibe desteya nivîskarên kovara Nîştiman û piştre jî Kovara Awat.
Sala (1324 a Hicrî Şemsî) ku li ser bingeha J-K`ê Hizba Demokrata Kurdistanê bi rêberatiya Qazî Mihemed hat damezirandin, Hêmin bo cara yekem li Mizgefta Sor li pêşberî xelkê helbestan dixwîne û dibe (sekreterê Heyeta Reîsî ya Millî ya Demokratê) û piştre di Komîsyona Bangeşeyê (Medya) ya hizbê de dest bi kar dike. Di nava Komarê de bo danîna pirtûkên Kurdî bo dibistanên Kurdistanê xebat kiriye. Di kovarên wê serdemê yên wek Kurdistan, Hawarî Kurd, Hawarî Nîştiman, Girûgalî Mindalan û Hellale de helbest û gotar nivîsandine.
Di 25ê gelawêja sala 1332 H-Ş de mîtîngek li bajarê Mehabadê hate sazkirin û Hêmin helbesta " De biro ey Şahê xayîn, Bexda nîweyî rêt bê" dixwîne. Piştî darbeya 28ê gelawêjê ya wê salê Hêmin bi temamî qaçax dibe û bo demeke dirêj xwe vedişêre. Piştî çend salan berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û tevlî pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dibe. Heyamekê jî dibe mêvanê Şoreşa Îlonê û li wir piştî çend salan hevalê xwe "Hejar" dibîne.
Hêmin di çend kongreyên Hizba Demokrat de wek endamê rûmetê (Fexrî) yê Komîteya Navendî tê hilbijartin. Lê navbangê Hêmin ji ber wan helbestan e ku bo xelkê Kurdistanê û belengazî û hêviyên wan nivîsandine.
Hêmin di warê nûkirina helbestan de û bikaranîna qalib û formên cuda de, bo xezel û mesnewiyan li pêşiya helbestvanên klasîk ên serdemê ên Kurd de ye û herweha di warê paqijiya ziman û bikaranîna zimanê gundiyan (Gotinên Resen) de jî di nava helbestên xwe de, yek ji serkêşên wê awayê nivîsîna edebî ye. Weke ku bixwe jî dibêje "Seyfulquazat" ê helbestvan ew rê vekiriye û mamostayê helbestvanên Mukiryanê ye.
Di warê naveroka helbestan de, Hêmin ji wan helbestvanan bû ku li gor helbestvanên berî xwe û gelek helbestvanên serdema xwe bêhtir giringî daye mijarên civakî yên xelkê Kurdistanê. Bûyerên siyasî, dîrokî, xem û hêviyên gelê Kurdistanê û mijara jinan û mafên jinan di nava civakê de di nava helbestên Hêmin de tên dîtin.
Mamosta Hêmin piştî şoreşa gelên Îranê ji Hizba Demokrat veqetiya û li bajarê Urmiyê navenda çap û weşanê ya Selahedîn Eyûbî damezirand ku taybet bû bi çap û weşana pirtûkên Kurdî û kovarek jî bi nave "Sirwe" derxist ku mamosta Hêmin tenê bo çar hejmarên destpêkê de sernivîskarî kir.
Hêmin di roja 18 nîsana 1986`an de li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir. cenazeyê wî li goristana Budag Sultan a Mehabadê hate veşartin.
Berhemên Mamosta Hêmin
Tarîk û Rûn – Komeleya Helbestan
Naleyî Cudayî - Komeleya Helbestan
Paşerok – Helbest, Pexşan û Wergêran
Hewarî Xalî – Pexşan û Wergêran
Çepkê Gul, Çepkê Nêrgiz – Helbest û Pexşan – Piştî ku wefat kir hat çapkirin
Tuhfeya Muzeferiye ya Oskarman wergerandiye ser rênivîsa Kurdî ya Aramî
Wergêra pirtûka Şazade û Geda bi Kurdî ( nehatiye çapkirin)
Wergêra Efsaneyên Kurdî (Berhemê kenala Kurdo) bi Farisî
Mala Mamosta Hêmin a ku piştî koça wî ya dawiyê bû mûzexane