Kurdshop – Helbestvan û nivîskarê kurd Melayê Batê yan jî Hesen Ertoşî sala 1417ê li gundê Batê ya Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 1491 koça dawî kiriye û tirbeya wî naha jî li heman gundî ye.
Navê Melayê Batê herçend Mela Hesenê Bateyî jî be, lê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de wek Ehmed navê wî derbas dibe. Herwaha nivîskar û lêkolînvan Dr. Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine. Ebdulreqîb Yusif jî di ‘’Dîwana Kurmancî’’ de dibêje ku navê wî ‘’Husên’’ e. Dibêje: ‘’Carekî riya min bi Herêma Colemêrgê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiva wan jî Husên bû. Ji xwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên an jî dibe ku Hesen be û Ehmed jî leqeba wî ye.
Navê wî yê rast Hesen Ertoşî ye. Ji ber ku di hin helbest û nivîsên xwe de nasnavê Melayê Batê bikaraniye her bi wî navî tê nas kirin û bi wî navî tê zanîn. Nasnavê Hesenê Ertoşî jî ji ber ku Ertoşî yek êşîrên navçeya Colemêrgê ya mezin e wek Hesenê Ertoşî jî tê naskirin. Herwaha yek ji zanistên kurd ê dema xwe yê herî giring e. Melayê Batê helbestvan, wêjevan û nivîskare û nivîsên xwe piranî bi kurdî nivîsandine.
Melayê Batê perwerdeya xwe li Mûsil, Duhok, Hewlêr û navçeya Miks a ser bi Wanê û herwaha li gelek medreseyan de xwendiye û temam kiriye. Ji zanist û alimên herî giring ên dema xwe ders û wane wergirtine. Di dema xwe de zanistê wê demê yê mezin ango ji medreseya Velî Mîr Hesen ders wergirtine û di heman demê de li gel Mîrê Miksê dostaniyekî wî yê nêzîk pêktê û vê di helbestên xwe de jî tîne ziman.
Melayê Batê ji ber di nivîsên xwe de kurdî pir bi xweşikî bikaraniye, wekî yek ji kesên herî baş kurdî bikaranî û di aliyê wêjeyî de gehandî astekî giring tê pênase kirin.
Di jiyana xwe de giringî daye mijarên civakî û ji bo civakekî bi tendurist û baş bê ava kirin berdewam daxwaza perwerde kirina nifşên nû kiriye û gelek giringî daye vê mijarê. Di hemû jiyana xwe de ji bo zarok û ciwan baş bên perwerde kirin xebat û hewldanên wî yên gelek cîdî çêbûne.
Melayê Batê wek helbestvan û oldar tê nasîn. Perwerdeya xwe li ser wêje û mijarên olî pêkaniye. Nivîsên ku nivîsandine jî piranî li ser ol û mesnewî û wêjeyî ne.
Berhemên Melayê Batê
Melayê Batê 3 berhemên wî yên giring ku geheştine roja me ya îro hene.
Mewlîda Kurdî
Dîwan (Helbestên xwe di yek dîwanekî de komkirine)
Destana Zembîlfiroş
Mewlîda Kurdî:
Berhemê herî giring ê Melayê Batê ‘’Mewlîda Kurdî’’ ye. Ew mewlîd heman demê de di nav wêje û edebiyata kurdî ya klasîk de mesnewî ya herî giring a hatî nivîsandinê ye.
Li dîwanxaneyan û li mizgeftan mewlîda herî navdar a tê xwendin heta roja me ya îro jî bi taybet li Bakurê Kurdistanê ew mewlîda ye.
Mewlîda Melayê Batê li medreseyên Kurdistanê de, piştî Quranê pirtûka herî zêde dihate xwandinê ye.
Di mewlîdê de pesnên Pêxember dide û heta roja me ya îro jî di roja li dayîkbûna pêxember de ew mewlîd tê xwandin û ev yek bûye sedem ku ev berhema Melayê Batê bê kêmasî bigehe heta roja me ya îro jî.
Beşek ji Mewlîda Melayê Batê waha ye:
Hemdê bêhed bo Xudayê 'alemîn
Ew Xudayê daye me dînê mubîn
Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer
Tabi'ê wî muqtedayê namiwer
Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm
Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm
Dînê me kir kamil û nî'met temam
Ye'nî da me Ehmed û dar-ûs-selam
Ew Xudayê bênezîr û zulcelal
Bêmîsal û bêheval û bêzewal
Raziqê bê dest û pa û mar û mûr
'Alimê sirra negotî der sudûr
Karîsazê bende û sultan-î-can
Rehîm û Rehman, letîf û mîhrîban
Asîmanê bêsitûn wî kir pedîd
Sûretê ba xal û xet wî aferîd
Hêvîdar in em ji te Şahê Kerîm
Îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm
Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem
Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam
Jêrê alaya Muhemmed wesselam
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat
Ber tu bada her zeman û an û hîn
Ey Muhemmed sed hezaran aferîn
Ey şefî'ê darûyê her 'îlletê
Dîde û bînahiya vê ummetê