“Şêx Şehabedînî Suhrewerdî” wekî çavkaniyên dîrokî dibêjin li sala 549an koçî de ji dayîk bûye û li sala 587an a koçî de hatiye kuştin. Suhrewerdî yek ji kurdên Rojhilatê Kurdistanê bûye û li gundê “Sorewerdî” an “Sûre Berd” a di navbera “Tikab” û “Zencanê” de ji dayîk bûye. Navborî felsefeyek nû bi navê felsefeya Îşiraqî li hember felsefeya efsaneyî ava kiriye. Û li bajarên Kurdistanê yên weke Meraxe, Bexdad û welatên mîna Îran û Iraqê li şûna xwendin û agahiyan bûye û agahiyên weke feqî û felsefe û kelam li cem zanayên mezin yên wê serdemê yên mîna “Mecdedînî Cîlî” û “Îmam Fexrî Razî” ku bixwe ji mezintirîn rewşenbîrên cîhana Îslamê bûne hîn bûye.
Suhrewerdî piştî wê ku li welatên weke “Şam” û “Iraq” û “Anatolya” geriya ye û li cem her zanayekê hinek ji agahiyên wê serdemê hîn bûye, wegeriya ye Îranê û piştre destpê kiriye bi xwe perwerdekirina li ser terîqeta Tesewuf û Îrfan û di vî warî de jî, çûye cem gelek zanayên mezin. Piştî wê wekî sofî û arifekî mezin dest dike bi nivîsîn û belavkirina hizr û ramana xwe û serdana welatê Şamê dike û wir jî bi sedema zanist û pileyên bilind dikeve ber dilê “Melik Zahir” ê kurê “Sultan Selahedînê Eyûbî”. Her çawan ku dizanin Selahedînê Kurd û yek ji rêberê herî mezin yê misilmanan li şerê li dijî Sefewiyan derketiye û bixwe li Misirê desthilatdar bûye û kurekî wî jî dibe hakimê Şamê. Suhrewerdî di wî bajêrî de pirtûka girîng a “Serpêhatiya Îşraqî” dinivîse.
Ev pirtûka yekem pirtûka felsefî ye li seranserê cîhana Îslamî de, ku derbarê Îşraq de nivîsiye û li hember fîlozofên klasîk û stûnên felsefeyên cîhanê yên weke Efsaneya Arîsto û Eflatûn de sekiniye.
Suhrewerdî di vê pirtûkê de digihîje wê encamê ku tevahiya canliberên cîhanê li ronahiyê çê dibin. Ronî û ronahiyên ji hev dikin û ketina li eynikê de navreqek mezin çê dibe û ev ji hev ketina roniyê û ronahiyan bi nerîna wî “Îşraq” û wate navreq dane û her ji ber vê sedemê jî bi “Şêx Îşraq” nav û denge.
Teoriya felsefî ya Suhrewerdî ev yeka bû ku koma cîhanê, xeynî ronahiyê tiştek din nine. Ya ku naha di cîhanê de heye û ya ku piştre jî tê holê her ronahiye û dema ku wisa ye cîhan tiştek nine xeynî li eniyek ji hev kevtina ronahiyan û pêkhatina Îşraq û navreq dane. Lê, Suhrewerdî wisa dizane ku beşek ji ronahiyan ronî ne û beşek jî şêlû ne. Beşek ji ronahiyan pêlên wan belav dibin û beşek ji wan jî pêlên wan girover û kom dibin û bi hev re tên pêçan. Her çawan ku roniyên bihêz li ser roniyên lawaz de diçirskin, hin deman wisa ye ku ronahiyên lawaz ber bi ronahiyên bihêz ve navreq didin.
Wekî ku Şêx Îşraq behs dike, mirov jî derveyî vê çemberê nine. Mirov li ronahiyê hatiye çê kirin û ev mirovê ku li ronahiyê hatiye çêkirin navreq dide. Îca an çirîskîna wî bihêze an lawaz e. Her ew mirova li mirovên din jî ronahî û şevqê vedigire. Ji ber mirov ji aliyê xwe ve ber bi aliyê xelkên din ve ronahiyê davêje; dema ku wisa ye bi çavkaniya roniyê û “Feyaz”ê tê bi navkirin û dikare ronahîdera mirovên din be û li ronahiya wan jî ji xwe re sûdê werbigire.
Ev şêwaza dîtingehê di derbarê mirov û cîhan û diyardeyên cîhanê de, dîtingeheke yekcar bedev û mirovdostane û mijareke derûnî ye. Ji ber wirda mirov canliberekî rawestok nine ku çav li rê be hêzek li derve alîkariya wî\ê be. Belkî mirov bi xwe kanzaya enerjî û şiyan û dîtinê ye ku ronahî ye. Helbet Şêx Îşraq pir bi realîstane vê yekê jî dizane, belkû taximek mirov bi sebeba naskirina cîhan û tejîbûna li zanist û agahiyan, derûna wan tejiye li roniyeke pêçandî ku di dema hewce de welat û cîhan û diyarde pê ronî dibin. Beşek ji xelkê jî li qeder û şiyan û hînbûn û agahiyên xwe hinek ronahî li hundirî wan de heye. Lê, di vê navberê de danûstandina ronahiyê li holê ye. Wate mirov mehkûm bi vê yekê nîne ku hertim di astekê de bimîne. Her du aliyên mirovan dikarin navreqê bavêjin ser hebûn, man, zanîna hev du û hev du temam bikin. Çimkî bi sebeba ber hev ketina ronahiyê di navbera ronahiyên lawaz û ronahiyên bihêz ku navreq dane, Îşraq çê dibe.
Yek ji cudahiyên felsefeya Şehabedînî Suhrewerdî li gel felsefeya gelên din ew e ku, tevlî mijarên îrfanî û derûnî bûye û di bin bandora mirovên naskirî yên wê serdemê yên wekî Zulnunê Misirî û Ebdula Tusterî û Bayezîdê Bestamî û Mensûr Helac û Ebû Seîdî Ebulxeyr de bûye ku, ev tev sofî û arifên mezin bûn. Wan jî bi taybet Mensûr Helac mirov bi çavkaniya her tiştî dizane û heta pileya Xweda bilind dikir. Her li ser vê yekê jî hat xaçkirin ango li çarmixê dan û pelçiqandin.
Şêx Îşraqê Kurd jî, bi sebeba belavbûna vê hizr û baweriya dûr li xorafat û ronakbîrane ku mirovekî wekî çavkaniya ronahî û hêzê didîtin, mixabin ji aliyê tundrewên olên wê serdemê ve, jêra plan darêjtin û her çend ku ji aliyê “Melik Zahir” ê kurê Selahedîn Eyûbî ve pir hezkirî bû, lê bi sebeba xirab behskirina dijmanên wî li cem “Selahedîn Eyûbî”, navê wî bi bê bawer û bê ol behs dikirin û destûra kuştina wî radigihînin û “Melk Zahirê Kurd” fîlozofê mezin yê Kurd” bi nexweşî ve dikuje.
Piştî Suhrewerdî, gelek pirtûk û rîsaleyên felsefî û çîrokên rewşenbîran belav bûne. Di dawiyê de Şêx Şehabedînî Suhrewerdî naskirî bi “Şêx Şehîd” ku li rûpela 128 a pirtûka “Jînawerê Zanayên Kurd” de hatiye çapkirin, nîşan dide ku şiyana wî li ser zimanê Kurdî û helbestê bilind bûye.
mîrza amanen wêt medero xem
necam mimanon ne cemşîd necem
ne hamdem ne qewm ne hunres ne kes
kes we derdiman nebû firyad res
dilsozan dilteng bê desthelat bo
Rûman ce sefer ragey nehat bo
îşraq" umêdit we saqî xor bo
ta duat ce rûy qiyamet sor bo