Bi boneya heştemîn salvegera koça dawî ya mamosta Ehmedê Qazî
(1936- 2015an)
Kesayetî û berhema Ehmedê Qazî di çend aliyan de cihê baldanê bû; Ya yekem wekî rojnamevanek ku baştirîn demên temenê wî di kovara Sirûdê de, mîna sernivîser derbas kiriye û helbet di vî warî de jî ya ku destê wî hat encam da û bi qasî destkeftên wî bo civaka Kurdewarî hebûn ku bixwe behra wê neçiniye.
Ji ber ku wir karek ser stûyê wî bû ku aliyê kêm di heyama dehikên 60î û 70î de tijîkirina valahiyên kovarekê bû, ku serdemekê yekane û çavkaniya ziman û wêjeya Kurdî bû.
Lewma, kesayetiya Qazî yê rojnamevan, kesayetiyekî çend rehendî û nivîsên wî jî yên di vî warî de çend alî û heta dikarin bêjin berfireh bû. Ev yek jî wedigere ser çawaniya vê erka ku girtibû bi stûyê xwe.
Qazî li Sirûdê de, li gorî agahiyên kovarê mijar amade dikirin û ev mijarên han jî vedigerin bo ser pêkenokên civakî heta gotarên çandî û gotarên eleqedar bi ziman nasîn û wergêran û bersivnameyên wêjeya xwendevanan.
Wate Ehmedê Qazî bo heyama 20 salan li gor wan çarçoveyên bo kovara Sirûdê dest nîşan kiribûn, gotar dinivîsîn û gotarên wî jî bersivder û hewce bûn û hewcehiyên tex û qadên cuda yên civakê bûn. Helbet ew xebat û şêwaza derbaskirina wî erkî, renge di heyama 20 salan xebatkirinê de, serevrazî û sernişîvî li hundirî de hebe, xuyaye ku di dehikên yekem a xebata sirûdê de çalakitir bûye.
Ev nivîsên han cihê hûrbûn di ezmûnên rojnamevaniya Ehmed nîne, ev mijara behseke cuda dixwaze, da ku bo bibîranîna berhemên wêjeyî yên ku Ehmedê nivîskar û wergêr, ez hinek li ser nivîseke wergêra wî hûr bibim.
Karê sereke yê Ehmedê Qazî pêş destbikarbûna kovara Sirve, nivîsîn û wegêran bûye û piştî Sirve jî her çûye ser vê rêbazê. Lewma, dikarin temenê wî di sê paran de behs bikin. Ev serdemê ku mîna xortekî çalak û xwendevan hundirî dilê rewşenbîrên Tehran û hogiriya ziman û wêjeya gelan de dibe û dest dike bi wergêrana nivîsên wêjeyî yên siyasî.
Pirtûkên wê serdemê ku wergêrana hejmarek romanên biyanî bo ser zimanê Farisî û nivîsên kurt yên romanên pêkenok ya “Baqebên” bi zimanê Kurdî bûye. Lê, bilî wê ezmûna hizra wêjeyî bo wî li navenda rewşenbîrên Îranê de, heta di wan wergêranên wî yên wê demî de girîntgir e.
Bilî vê yekê ku, di gel nivîskaran û wergêrên xwedî şiyan yên Faris de nasyarî peyda dike û tevgerên zal yên wêjeyî nas dike û dibe ji wan taximên nivîskarên Kurd, ku tevlî tevgera rewşenbîrên Tehranê bibû. Ev yeka jî dibe sebeba ku gotarên wêjeyî nas bike û piştre aliyê kêm wan ezmûnan dibe ku di berhema dahêneriya wî de reng nedabe, di nivîsên wêjeyî yên wî de xuyaye û zêdehî û sûd bo zimanê Kurdî jî hebûye. Ev mirovên wekî Sivare, Heseniyanî û Çave û … hwd bûn ku hizra dahêneriya wêjeyî di navendê de wergirtin û di çarçoveya zimanê Kurdî de nivîs pê afirandin û mirovên wekî Ehmed jî di gel vê rewtê rola xwe lîst û berhemên sûd ji bo zimanê Kurdî diafirandin.
Di heyama xebata di Sirûşê de, hejmarek berhem amade kirine, ji wan dikarin îşare bi hejmarek wergêranan bikin, ku yekem “Duvaneyê Seyr û semer” ya “Maik Twain” bi zimanê Kurdî – helbet her ev romana bi zimanê Farsiî jî hatiye wergêran kirin, ya din “Sedam û Qeyranên Kendavê” û herweha “qeyrana Kendavê û pisgirêka Kurd” bi zimanê Farisî.
Ehmed piştî du dehikan dest ji xebata rojnamevaniyê ber dide. Ev serdem jî hevdeme di gel dehikên dawiya temenê wî. Her ev sal bûn ku di heqîqetê de salên bêhvedana wî bûn, mecal neda û vê carê destên xwe hildan û dawîn şiyanên xwe li warê ziman û wergêranê de tevgerand û hejmarek berhemên bi çirrîkî û xuya pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kir. Ji ber ku ti astengiyek li berahîka wî tunebû ku wî li xebatê baz bide. Lê, bixwe ji dûr ve dikarîbû sernavê biharekê bidîtiba.
Her ji ber vê yekê, bi evînî û tirs ve dest bi nivîsîn û wergêranê kir. Lewma, dibêjim bi evînî ve, her dema me hev du didît, ji rengdaneve û bandora karên xwe di nav xwendevanên xwe de pirs dikir, ji bo wî girîng bû ku çi tiştekê dinivîse û çawa dinivîse û berdengê wî çi dibêjin. Lewma jî, bi tirs ve, dizanî ku temen heyama vê yekê nadê ku projeyên netemam yên xwe bigihîjine bi encamê. Bi vî awayî dest da bi karekî ku ger 20 salan beriya naha dest pê bikiriba, bi xatircemî ve dehan berhemên bi qebareya herî mezin û bi naverokên girîngitir ji yên wergêrankirî, dinivîsî. Navborî ev nivîskarê xwedî şiyan bû ku mixabin li Hezîrana sala 2015`an, li bajarê Mehabadê bi sedema nexweşiya penceşêrê xatir li jiyan û wêjeyê xwast.
Beşek li nivîsên Ehmed Qazî
Don Kishot wergêrana romana Cervants. Ev pirtûka li du cildan de hatiye wergêrandin. Zimanekî yekcar bihêz û zelal heye û yek ji nivîsên herî baş yên çîrokî ye bo xwendinê. Qazî ev pirtûka li ser wergêrana navdar a Mihemed Qazî wergêrandiye.
Cêweyên Xerîb (Duvaneyên seyr û semer), bi wergêra Mark Twain, Ehmed Qazî, bi her du zimanên Kurdî û Farisî hatiye wergerandin, bi her du zimanên Kurdî û Farisî hatiye çapkirin û yek ji romanên yekem e ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye wergerandin bo Kurdî.
Pisîk û Mişk, wergera çîrok û helbesta Obêd Zakanî bo helbestê ye. Ev Pirtûka pirtûkek biçûk a pêkenok e û ya nivîskarê herî berê yê Faris Obêd Zakaniye, naveroka pirtûkê ku di bingehê de gengeşeyek siyasiye ku Obêd Zakanî bi helbest û zimanê pêkenokê aniye ziman û Ehmedê Qazî jî li gor zirûfa siyasî ya wê serdemê wergêrandiye û Kurdistanê jî pêşwaziyek baş jê kiriye.
Nifşa Ejderha wergêrana romana Pearl Buck, ev romana li girtîgehê wergêrandiye.
Kilîl û Dêmine, pirtûka Kilîl û Dêmine Farisî ye, Ehmed Qazî ev pirtûka ku ji pirtûkên herî kevin yên cîhanê ye ku pêk hatiye li kom çîrokan di çarçêveya efsane û çîrokên canliberan di demên dawî yên temenê xwe de wergêrandiye.
Rêzimana Kurdî bi du zimanên Kurdî û Farisî, dezgeha çap a Selahedîn, ya li Urmiyê çap kiriye.
Baqeben, roman, nivîseke rexnegêrî ye, li warê civakî û siyasî li serdemê şoreşa gelên Îranê de ye ku, ji aliyê pir mirovan ve bi sedema îşareya dijî şer rastî rexnekirinê hat.
Sedam û pirsgirêkên Kendavê, pirtûkek pîvanka îngilîziye, li ser pirsgirêkên Kendavê û rola Sedam Husên di aloziyên li Rojhilata Navîn de ku bi Farisî wergêrandiye û ji aliyê xwendevanên Fars ve pêşwazî jê hatiye kirin.
Efsaneya Gilgamêş. Ji efsaneyên herî kevin e, li navçeya di navbera Çûmanê de û ji aliyê gelek mirovan ve li Îranê bi Farisî hatiye wergêrandin, lê ya herî helbestî, wergêrana Ehmedê Şamlû ye, helbestvanê navdar yê Fars e, Ehmedê Qazî li ser vê nivîsê û bi zimanekî ku taybetmendiyên zimanekî kevnar pê ve xuya ye. Ev berhema kiriye bi Kurdî û heta naha çendîn caran hatiye çapkirin.
Kurteyek li dîroka Kurdistanê, pirtûkeke dîrokî ye bo mirovên ku dixwazin bi awayekî giştî agehdarê, dîrok û bûyerên Kurdistanê bin. Di serdemên berê de heya naha, ev pirtûka ji ber vê ku pirtûkek zanistî û lêkolîna zanistî ye. Hinek agahiyên giştî li ser dîroka Kurd dixe ber destê xwendevanan.
Di gel derbasbûna demê, rojnivîsên Ehmedê Qazî, ev pirtûka li çarçoveya 600 rûpelan de pêk hatiye li koma rojnivîsên Ehmedê Qazî. Helbet Ehmedê Qazî zêdetir hewl daye ku li ser du mijaran hûr bibe. Yekem rojnivîsên xwe û malbata xwe bigiştî û bi hûrî behs kiriye. Li rojnivîsên siyasî yên ku bi baweriya wî baş bûne gulbijêr kirine û wergêrandine, li rojnivîsên wêjeyî jî dubare bi taybet hinek rojnivîs behs kirine û gelek jî bicih hêlane, lê beşek ku taybet e bi wergêranên serdemê şoreşa gelên Îranê, hêjayî awir danê ne, ji ber ku hinek hûrgiliyên siyasî li bara civînênên Kurd û dewleta navendî behs dike ku bo yekem car tê behskirin, ji ber ku ev bixwe jî wekî endamê van heyetan amade bûye û dibe wekî çavkanî pişta xwe bidinê.