Kurdshop – Şerefxanê Bedlîsî sala 1543yê nêzîk bajarê Qum li dayîk bûye û di sala1603 an jî 1604 li Bedlîs a Bakurê Kurdistanê koça dawî kiriye. Nivîskar û dîrokzanekî Kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijara Şerefnameyê dîroka Kurd û Kurdistanê ye.
Şerefxanê Bedlîsî an jî navê wî yê temam Mîr Şeref Xanê Bedlîsî, ku nivîskarê Şerefnameyê ye, di 25ê Sibat a sala 1543yê de wek kurê Mîr Şemsedîn li dayîk bûye, wekî bavik wan serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan têkelî tevlîheviyên li dijî sultanê Osmaniyan bû, rêwiyan cem Dewleta Sefewiyan. Dema Şerefxan neh salî bû li gel zarokên Şahê Safewiyan dersan dibîne. Hîn di temenekî biçûk de dest bi birêvebiriya karûbarên dewletê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan parêzgartiyê dike. Sala 1576'an ew ji li ser karê wî kişandin bo qesrê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji kar hate avêtin. Vê yekê ew gelek aciz kir û êşand û ji ber wê jî li gel 600 kesên eşîrê û malbata xwe di çileya sala 1578'an de vegeriya Wanê. parêzgerê herêmê Xûsrev Paşa ji sulatanê wê demê 3'emîn Sultan Mûradê (ji sala 1574'an ta sala 1595'an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne li ser mîrîtiya Bedlîsê. Li ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin.
Di wê demê de ango di sala 1597'an de Şerefxanê Bedlîsî dest bi nivîsandina dîroka kevin a Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir. Di wê demê de ew tenê bi nav desthilat bû, lê di rastiyê de kurê wî Ebûl Mealî Şemsedîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin.
Şerefxan heta sala 1599'an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an an jî 1604'an de çû ye li ser dilovaniya xwe. Lê berhema wî ya bi navê Şerefname heta roja me ya îro jî çavkaniyekî herî serekî ye ji aliyê dîroka kurdî de û behsa qraliyet û desthilatdarî û malbatên desthilatdarên kurd dike û derbarê wan de agahiyan dide.