Qedem Xêr; Jina Şoreşvana Rojhilat

Qedem Xêr, keça Keyxweda Qendî (Kêxa Qenî) sala 1278 hetawî li navçeya Husêniye ya bajarê Endîmêşk li Loristana Jêrîn jidayîk bûye. Ew şêrejinek ji tayfa Qellawend e ku yek ji şaxên êla Dirîkwend e.

Kurdshop -  Qedem Xêr, keça Keyxweda Qendî (Kêxa Qenî) sala 1278 hetawî li navçeya Husêniye ya bajarê Endîmêşk li Loristana Jêrîn jidayîk bûye. Ew şêrejinek ji tayfa Qellawend e ku yek ji şaxên êla Dirîkwend e. Xelkê wê tayfê, li navçeya Bala Girîwe li parêzgeha Loristanê dijîn. Yek ji zilamên bi zor û zagon yê wê êlê bi navê Buzurg, nêzîkî 120 sal berî niha jiyaye. Kurekî Buzurg bi navê Qenî (Qendî) Qellawendî, piştî ku xwe nas dike û mezin dibe, dibe kesekî wêrek û hêja û navdar û navbanga camêrî û bexşendebûna wî li her derî belav dibe. Gelek zarokên Qenî hebûne. Du kurên wî, Babaxan û Ebasxan û du keçên wî, Qedem Xêr û Giwê Tela ji ber wêrekî her wiha ji ber ku tevlî gelek şerdan dibûn, pir bi nav û deng bibûn û navbanga wan hemû sînor derbas kiribû. Qedem Xêr keçikek bi cerg û netirs û bedew û jêhatî bû. Di şeran de piştevaniya zilamên hoza xwe digirt. Gelek caran, dema zilam û çekdarên hoza wan diketin tengaviyê, Qedem Xêr çek û xwarin digehand wan û ew ji tengaviyê rizgar dikirin.

Piştî ku hêzên çekdar yên hikûmeta wê ya Îranê, rêjîma Pehlewî derbasî Loristanê bûn, di navbera wan û birayên Qedem Xêr de şer û pevçûn derket. Şerekî giran bû û tê de bi dehan kes hatin kuştin. Loran dixwastin pêşiya hêzên Îranê bigirin û nehêlin derbasî herêma wan bibin. Lê zêdebarî mêrxasî û qehremantî û berxwedaneke mezin ya Qedem Xêr û zilamên hoza wan, rastî şikestinê hatin û piştî kuştina Ebasxan, Qedem Xêr jî teslîmî hêzên Îranê bû. Bûyerên han vedigerin bo salên 1307-1310 hetawî. Qedem Xêr carekî ligel pismamekî xwe zewicî û kurekî wê çêbû bi navê Mihemed Xan, ku heta çend sal berê jî dijiya.

Her di wan salan de çekdarên hikûmetê ji bo ku hoz û eşîran neçarî paşvekêşanê bikin, li navçeya Gawazîn ligel xelkê deverên Taf Aw û Xunîle dikin şer. Di wî şerî de Sefqulê mêrê Qedem Xêrê û Fazilê birayê wê li çiyayên Gawazîn rûbirûyê çekdarên hikûmetê dibin.

Hêzên artêşa Îranê her çar aliyên wan digirin û di wî şerî de Sefqul tê kuştin. Hejmarek ji xelkê eşîra Qedem Xêrê di nav dorpêçê de dimînin û Qedem Xêr bi hespê û bê tirs bi meşkan av û fîşek û cebilxanê digehîne birayên xwe û wan rizgar dike û ligel wan dest bi şerê partîzanî dike.

Qedem Xêr li piraniya şeran de, ji bilî wê yekê ku şer dikir, çek û cebilxane û xwarin jî biser şervan û çekdaran de belav dikir. Heta bicîhbûna temam a hikûmeta Pehlewî li Xuremabadê, Qedem Xêr û du birayên wê çendîn şerên giran li dijî hêzên dewletê bi fermandehiya general Esfendyarî kirin.

Di dawiyê de Qedem Xêr, sala 1308 hetawî û piştî kuştina birayên wê, Ebasxan û Babaxan, ligel hejmarek ji hevalên xwe û piştî şerekî giran teslîm dibin. Qedem Xêr piştî wê nexweş ket û sala 1312 hetawî koça dawî kir. Zanyariyên cuda li ser cihê veşartina termê hene.  Hinek dibêjin termê wê li Endîmêşkê hatiye veşartin û hinek jî dibêjin, li goristana Kerbela li Iraqê hatiye veşartin.

Li ser wêrekî û jêhatîbûna Qedem Xêrê, gelek stran û helbest û çîrok hatine gotin. Heta niha jî ew stran û lawje li ser zarê xelkê Loristanê ne û tên gotin. Navbang û kesayetiya Qedem Xêrê li nav helbest û mûzîkê de jî deng û reng vedaye. Ligel ku çendîn helbest li ser wêrektiya wê hatine gotin, çendîn awaz jî li ser Qedem Xêrê hatine çêkirin. Yek ji wan kilaman, kilama bi navê Qedem Xêr e ku bi rengekî hesmasî û Lorî hatiye gotin. Herî dawî jî mamostayê mûzîka kurdî, Mucteba Mudîrzade bi rengekî delal dariştiye û bi kemançê ew aheng jeniye.

Kilamek din jî li ser Qedem Xêrê hatiye gotin û navê wê jî Qedem Xêr e ku ji aliyê kesekî bi navê Mirawik (Mirad Beg) ve hatiye gotin û Qedem Xêr wek efsaneyekî nîşan daye.

Cecil John Edmonds, ku salên 1915-1917 nûnerê siyasî yê Berîtanya li Îranê bû, di sefernameya xwe de dema bi Loristanê re derbas dibe, behsa çîroka Qedem Xêr û wan helbestan dike ku li ser wê hatine gotin û nivîsandin. Ew pirtûka wî ji aliyê Eskender Emanellahî Beharwend û Leyla Bextiyar ve bo farsî hatiye wergerandin. A.B. Sun di sefera xwe ya sala 1917 de diçe nav hoza Dirîkwend û gelek helbest li ser Qedem Xêrê kom dike:

Qedem Xêr Du Har Miya Mêylîş wê Ceng e

Hefttîrî Dupîç Sawweş Por dê Şeng e

(Qedem Xêr vaye tê û meyla wê bo şer heye – Tifenga xwe ya tijî fîşek li nav xurcikê daniye)

Qedem Xêr Du Har Miya, Mêylîş wê Qî ye

Tifengçî dê Mêydûnêş Xoşî Nêîye

(Qedem Xêr vaye ber bi jor tê û dilê wê şer dixwaze – Hevrikên wê di meydana şer de xweşî nedîtine)

Kulayî Sît Beweêm dê Bilgê Pîne

Çeşiyaket dê Nazikî, Eftu Nêîne

(Ezê kumekî bot e çêkim ji pelgê Pûngê – Ji bo ku çavên te yên delal li ber tavê neêşin )

Qedem Xêr Piyase Deka Lelay Estêre

Aşiqî Mirabeg e ke Sewzpoş e

(Qedem Xêr li ber eywanê digger – Aşiqê xortekî hêja ye ku tifeng li ser mil e).

Mala bavê Qedem Xêr le Tafî Aw e

Çavên wê wek çemê şerabê ne

Qedem Xêr! Tu bi serê xwe û bavê xwe

Derxîne wê tifenga xwe ji xurcikê

qedem Xêr piyase dike li wê dîwexanê

Wek xortekî jî aşiqê tifenga li ser milê xwe ye

Qedem Xêr sûnd dixwe rûyê tavê nedîtiye

Di xema mirina birayê xwe de biskên xwe jêkiriye

 

KURDŞOP
757 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!