Li Wanê demsala girtina masiyan destpê kir

Şadî

Kurdshop – Hersal di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de ji ber masî koçî avên şirîn dikin, xerzê xwe datînin û hêkan dikin, girtina masiyan tê qedexe kirin û îsal jî piştî ew qedexe xilas bû, demsala girtina masiyan destpê kir.

Piştî dema qedexeya masî girtinê temam bû, masîgiran berê xwe dane Gola Wanê û piştî amadekariyên xwe temam kirin, bi kelekan çûn nava golê, dest bi girtina masiyên încî kefalî kirin.

Li navçeyên Îpekyolu, Edremît, Tûşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê yên Wanê û li navçeyên Xelat, Elcewaz û Tetwanê yên Bidlîsê masîgir serê sibehê ve çûn nava golê.

Masîgir dikarin heta 15ê Nîsanê di Gola Wanê de masiyên Încî Kefal bigrin. Lê piştî wê dîsa qedexe destpê dike.

Nedîm Aslanê ku 30 sal e li navçeya Erdîşê masîgiriyê dike, diyar kir ku piştî rabûna qedexeyê wan got "bismillah" û torên xwe avêtin nava Gola Wanê.

Aslan diyar kir ku ew dixwazin demsaleke bi xêr û bereket derbas bikin û wiha dewam kir, "Me amadehiyên xwe temam kirin. Me kelekên xwe hemû berçav re derbas kirin û sererast kirin. Bi rabûna qedexeyê ra em nîvê şevê çûn nava golê. Me torên xwe berdan binê avê. Rojeke bi xêr û bereket bû. Ez hêvî dikim ku demsala girtina masiyan wiha derbas bibe."

Li Wan a Bakurê Kurdistanê masîgiriya di Gola Wanê de çavkaniyekî giring a dahata bajar e û rojane masiyên ku tên girtin ji bo piraniya bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên şandin.

 

KURDŞOP
718 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!