Îsal 90 hezar ton sêv li Mehabadê berhem hatiye

Cuda ji vê 90 hezar tonê, 34 hezar ton sêvên veriyayî ên di bin daran de jî li baxên Mehabadê hatiye komkirin û ji bo kargehên pîşesaziyê hatiye veguhastin

Kurdshop -   R ehman Pîrebab birêveberê Îdareya Cîhada Çandiniyê ya Mehabadê ragehand îsal 90 hezar ton sêv li sînorê bajarê Mehabadê berhem hatiye, û ji vê qasê 30 hezar ton ketiye nav bazarê û 60 hezar ton jî di sarxaneyan de hatiye paşekeftkirin.  

Cuda ji vê 90 hezar tonê, 34 hezar ton sêvên veriyayî ên di bin daran de jî li baxên Mehabadê hatiye komkirin û ji bo kargehên pîşesaziyê hatiye veguhastin.

Berhema îsal a sevên Mehabadê 50 hezar ton ji sala borî kêmtir bûye.

Parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê jî her sal zêdetir ji yek milyon tonê sêvan berhem tîne û bi vî rengî jî pileya yekem a berhemanîna sêvan li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.   

KURDŞOP
733 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!