Şanonameya Mişko

Şanomeya Mişko ji ber rewş û atmosfera wê demê ya tirkî û Bakurê Kurdistanê bi awayekî îronîk hatîye nivîsîn. Ev metin li gorî serdema xwe ji hêla peyam û têgihiştinê ve metneke îronîk e.

Şêrko JANZÊM

Yek ji şanoyên ku di salên 1990î de derketîye ser dikê Mişko ye. Şanonameya “Mişko” ji sê perdeyan pêk tê û her perdeyeke wê di kovara Rewşenê hejmarên “2.-3.-4.” (1992) de tê çapkirin. Şanoname ji hêla Mamoste Cemîl ve hatîye nivîsîn û di heman demê de dema ku derdikeve ser dikê jî dîsa Mamoste Cemîl derhênerîya wê dike.

Şanomeya Mişko ji ber rewş û atmosfera wê demê ya tirkî û Bakurê Kurdistanê bi awayekî îronîk hatîye nivîsîn. Ev metin li gorî serdema xwe ji hêla peyam û têgihiştinê ve metneke îronîk e.

Di şanonameyê de mişk li hemberî pisîkan serî hildidin û bi ser dikevin. Êdî ji zilm û zordarîya pisîkan xelas dibin û pisîk jî ji birçîna hev dixwin.

Şanonameya Mişko, şanonameya yekem e ku li NÇM yê hatîye lîstin e.

Nivîskar û Derhêner: Mamoste Cemîl

Muzîk: Koma Mezrabotan

Makyoz: Beser Şahîn

Lîtikvan: Fatma Arslan, Yıldız Gültekin, Şevin Civaknas, Rojê Civaknas, Cabbar Barış, Nihat Öz, Murat Batgî, Kazım Öz, Kemal Orgun, Daxistan Toprak, Alişan Ünlü, Sidar Onat

Pêşandana Yekem: Avrêl 1991 Navenda Çand û Hunerê ya Ortaköyê (Ortaköy Kültür ve Sanat Merkezi) Bi giştî 23 pêşandan. 

* Metna vê şanonameyê di sala 2016an de ji hêla Recep İçen ve ji nusxeyên Kovara Rewşenê derbasî wordê hatîye kirin.

KURDŞOP
912 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!