Hunermenda Soprano ya Kurd Pervîn Çakar dest ji karê mûzîka kurdî berda

Hunermenda ji Mêrdînê ya operayê Pervîn Çakar biryarekî ku nedihate bendewarî kirin da û ragehand, ‘’Ew mûzîka ku ez îcra dikim nayê guhdar kirin.

Kurdshop - Hunermenda Soprano û li cîhanê navdar a Kurd Pervîn Çakar ragehand ku dest ji mûzîka kurdî berdide.

Hunermenda ji Mêrdînê ya operayê Pervîn Çakar biryarekî ku nedihate bendewarî kirin da û ragehand, ‘’Ew mûzîka ku ez îcra dikim nayê guhdar kirin. Wekî ku ez dixwazim nikarim berhemê pêwîst û piştevaniya pêwîst bidest bixim. Gelek caran xirab jî tê dîtin. Di demên dawiyê de hemû bûyerên ku pêkhatin bandor li ser min jî kirin. Motîvasyona min xerakir. Min xwe di nav şer û tekoşîneke mezin de dît. Lê mûzîk ruhê mirov aram dike. Tiştekî ku bê kirin tine. Dawiya rê diyar bû. Ez wan hemûyan qebûl dikim û mûzîka kurdî dest jê berdidim.

Pervîn Çakar bi zimanên Îtalyanî, Almanî û Fransî opera dike û dibêje, bi zimanê xwe opera kirin her demekî di min de kelecan ava kiriye, lê ev mûzîka ku ez dikim pêwîstiya wê bi piştevaniya dewletê heye.

Pervîn Çakar di tora xwe ya civakî Twitterê de jî ragehand: Rêzdarên ku min guhdar dikin û min dişopînin, ez gelek westiyam. Bi kelecanekî mezin min albûm çêkirin û min xwest ji bo ku hûn biecibînin pêşkeşî we kirin. Gelek caran rexneyên negatîf û heta geheşt asta sivikayî û heqaretê û ez wek armanca êrîşê hatim nîşandan û ez tekoşîna li gel wan reftaran de westiyam. Dilekî min ê hestyar heye. Ez ne ji kurdîniya xwe û ne ji çanda û ne jî ji hunera xwe dikarim qut bibim. Ji ber ez dizanim ku ez ji kuderê hatime. Tişta ku ji bo min dibe çavkaniya îlham û hêzê nasnameya min e. Opera jî jiyana min e. Di temenê xwe yê 20 saliyê heta naha ez di nav cîhana operayê ya kûr wek deryayê de me. Bajar bi bajar, welat bi welat ez geriyam û min dengê xwe da guher kirin. Piştî sala 2012ê jî hemû enerjiya xwe ve min xwest mûzîka kurdî fam bikim, guhdar bikim û ew stranên ku ez jî jê hesdikim min xwest tomar bikim û li gel we parve bikim.

Pervîn Çakar got: Ez ji we hemûyan razî me. Lê wek keseka di hemû jiyana xwe de tekoşîn kirî û şer kirî wek kesek wisa ez gelek caran şikestim. Aciz bûm û giriyam. Çend projeyên min ên ez dixwazim bicîh bînim hene û karê min ê serekî opera ye, ji ber wê jî ez dixwazim êdî di wê qada ku karê mine di wê qadê tenê de kar bikim. Ez hêvîdarim hûn jî rewşa min têbgehin. Mûzîka kurdî her di dilê min de ye. Ji ber ku bê hempa ye. Ez ji we hemûyan bi rêzdarî û heskirin silav dikim.

Pervîn Çakar kî ye?

Pervîn Çakar sala 1981ê li navçeya Dêrîk a bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, ji malbatekî ku 5 zarokên wê heyî wek zaroka herî mezin li dayîk bû. Ji ber ku bavê wê mamosta bû, dibistana serekî li navçeya Fatsa ya ser bi Ordu ya Tirkiyê di gundekî de destpê kir. Perwerdeya mûzîkê li Hunerên Ciwan a Anatolya li Amedê destpê kir û di sala 2003yê de li Zanîngeha Gazî ya Enqerê beşa mûzîkê xilas kir. Li ser Mezzo – Soprano ji Oylun Erdayi dersên taybet wergirtin. Herwaha li Ancona li Accademia D’arte Lirica, li Perugia Accademia Musicale Umbria ji William Matteuzzi, Carmen Gonzalez, Sergio Bertocchi û Michela Sburlati kar kir.

Di sala 2007ê de ji konservatuar a Pergia F.Morlacchi bi dereceyekî bilind bawername wergirt. Beşdarî karên Luciana Serra, Montserrat Cabelle, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricine û Lella Cuberli beşdarî karên maserclass bû.

Sala 2005ê di Festîvala Mûzîkê ya li bajarê Eskişehir a Tirkiyê ya Navnetewî wek soprano bi awayekî solo ango tenê beşdarî di parçeya Carl Orff a Carmina Burana kir û derket ser dikê û heman salê di operaya Dewletê ya Enqerê di strana operayî ya Handel a Deidamia de cîh girt.

Pervîn Çakar di pêşbirkên navnetewî de gelek xelat bidest xistin. Di pêşbirka opera ya Mari Caniglia ya sala 2011ê de bû yekem. Herwaha sala 2011ê de li New Yorkê xelata weqfa Lotte Lehmann a taybet û wek dengê jin ê herî baş bidest anî. Di pêşbirga çarem a Mîlano Magda Olivero ya Opera ya sala 2010ê de bû duyem. Di pêşbirka 11emîn a Tiran Marie Kraja ya Festîvala Operayî ya sala 2010ê de dîsa bû duyem. Di pêşbirka Opera ya Leyla Gencer a sala 2010ê de bû sêyem. Di pêşbirkên Rigoletto bi nasnavê Gilda bû duyem, di pêşbirka Primo Palcoscenico de bû sêyem û di pêşbirka Giovanni Pacini de jî xelatê yekemiyê bidest xist.

KURDŞOP
811 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!