Kurdshop – Dîlber Cizirî ya lîstikvan û stranbêje kurd a Bakurê Kurdistanê piştî beşdarbûna di fîlmeke nû ya tirkî ya bi navê “Gordesli Makbule” ku di fîlmê de rola keçeke Kurd a wêrek dilîze û ji bo aştiyê tekoşîn dike, di Festîvala Navntewî ya Fîlman a Monacoyê de xelata Lîstikvana Herî Baş bidestxist.
Dilbar Cizîrî derveyî di fîlmê de rol dilîze, ew rêvebera fîlmê ye jî û heta niha beşdarî çend festîvalên navdewletî yên kurtefîlman bûye û xelatên baştirîn senaryo û derhêneriyê jî wergirtiye.
Dîlber Cizîrî, piştî beşdariya di Festîvala Fîlman a Monaco ya Xêrxwazî bû, wê xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt.
Dilber Cizîrî derbarê wergirtina xelatê di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Monaco de ragehand: “Bextewartirîn demên jiyana min ew e ku ez wek keçeke Kurd a Bakurê Kurdistanê di festîvaleke wiha navnetewî de ji bo ser dikê hatim vexwandin. Ev destkefteke nû ye bi navê kurd tomar dikim, ji ber ku bi baweriya min têkoşînên dijwar di hunera fîlm û festîvalan de tenê ji bo gihandina peyameke neteweyî ye ku em kurd di hunera sînema û şanoyê de xwediyê xezîneyeke dewlemend in.”
Dîlber Cizîrî ragehand: “Ez vê xelatê pêşkêşî hemû kurdan dikim, ji ber ku ez li ser navê keçeke kurd ji bo ser dikê ango sehnê hatim vexwendin. Ez spasiya hevkarên xwe jî dikim ku derfet dane min ku ez di vê fîlmê de bilîzim ku bala hunermend û pisporên çêkirina fîlman li cîhanê kişandibû.”
Dilber Cizîrî di dawiya axaftina xwe de da zanîn, du stranên wê yên nû bi Kurdî û Tirkî jî hene û hatine tomarkirin û dixwaze pêşkêşî heyranên xwe bike.
Dîlber Cizîrî bi esil xelkê Bakurê Kurdistanê ye û li Almanyayê ji dayîk bûye û her li wê derê jî mezin bûye û di temenê xwe yê biçûk de dest bi karê mûzîkê kiriye.