Kurdshop – Duyem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê îsal bi dirûşma ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ destpê kir û xelata derhênerê herî baş a Festîvalê jî Zehawî Sencawî wergirt.
Li bajarê Amsterdam a Holandayê di navbera rojên 12,13 û 14ê Gulanê de Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (AKFF) birêve çû.
Festîvala 3 roj berdewam kir de, derhêner û lîstikvanên kurd bi kurtefîlm û fîlmên metraja wan dirêj û herwaha bi belgefîlm û anîmationan ve beşdarî festîvalê bûn.
Festîvalê bi fîlma derhêner Negîn Ehmed a şerê şervanên jin ên kurd ê dijî çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê ve destpê kir.
Herwaha di festîvalê de belgefîlma sînemakar Nejla Demirci ya derbarê dema ‘’Rewşa Awarte’’ ya li Bakurê Kurdistanê de, du kesên ku bi ‘’Biryarnameya Hukmê Qanûnê’’ ve ji kar hatine avêtin hat nişandan. Herwaha fîlma Elîf Yigit a bi navê ‘’Ji bo Dadperweriyê’’ ya li ser çîrok malbata Şenyaşar a li Riha ya Bakurê Kurdistanê ku kesûkarên wan hatine kuştin û piştî wê dest bi nobeta dadperweriyê kiribûn hate pêşandan. Piştre jî belgefîlma ku ji aliyê Elî Kemal Çinar ve hatî amade kirin ku di dema Rewşa Awarte de behsa sê karakteran dike derket pêşberê temaşevanan.
Di festîvalê hunermend û stranbêja kurd Eyşe Roza, herwaha gîtarîstê elektro Cenk Şanlioglu jî bi performansên zindî derketin ser dike û herwaha di festîvalê de hunermendên deng û reqsê jî derketin pêşberê beşdarvan û temaşevanan.
Kurte fîlma derhêner Warman Said a bi navê ‘’Mind Clemency’’ xeleta lîstikvanê herî baş ê zilam bidest xist. Ew fîlm çîroka jin û zilamekî pir bi temen a kurekî wan winda bûyî vedibêje û dayîk ji ber windabûna kurê xwe bi nexwaşiya Alzheimerê dikeve û rewş pir dramatîk dibe.
Fîlma derhêner Zahawî Sencawî ya bi navê ‘’Zaroktiya Îmad’’ jî xelatê derhênerê herî baş bidest xist.
Belgefîlma 77 hûrdem ango xulekî de, Îmadê biçûk, piştî du sal û nîvan birayê wî yê biçûk ê bi navê Îdan û dayîka wan Xezal di destê çekdarên DAIŞê de dimînin şûnde li kampekî Kurdistanê tiştên ku jiyan dikin vedibêje.