Jiyan û serpêhatiya hunermend Tehsîn Taha

Hunermendê kurd Tehsîn Taha, di mûzîka kurdî de xwedî qirikeke taybet û dengekî taybet ê xwe û heman demê de jî yek ji Pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Şadî

Kurdshop – Hunermendê kurd Tehsîn Taha, di mûzîka kurdî de xwedî qirikeke taybet û dengekî taybet ê xwe û heman demê de jî yek ji Pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Tehsîn Taha 25 meha Îlonê sana 1941ê li navçeya Amediyê ya ser bi parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê, di nav malbateke 8 kesî de ji dayîk bûye. piştî xwandina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî xilas dike, di sala 1964’an li Bexdayê dibistana hunerên ciwan dixwîne.

Nave bavê wî Taha Mihemed Salime û dayîka wî jî ji malbata Simbil Xane.

Tehsîn Taha dibistana xwe ya seretayî li Mangêşkê destpê dike. Heta çar salan li wê derê xwandinê dewam dike, pola 5’ê li Duhokê û ya 6’ê jî li bajarê Zaxoyê dixwîne.

Sala 1955’an dibistana navendî li Duhokê bi davî dike.

Piştî ku dibistanê bi davî dike, li bajarê Musilê bi cîh dibe.

Heskirina wî ya li hember mûzîkê li Mûsilê destpê kir.

Sala 1956-57 vedigere Amêdiyê.

Sala 1958’an dest bi dibistana amadeyî dike û bi awayekî serkeftî jî bi dawî dike.

Piştî ku dibistana xwe ya amadeyî bi serkeftî bi dawî dike, dikeve ezmûnên radyoya Bexdayê û serkeftinê bidest tîne.

Hunermendê navdar perwedeya xwe li Mûsil û Bexdayê bi dawî dike. Sala 1958ê li radyoya Bexdayê de dest bi kar dike, herwaha piştî zanîngehê li herêma Mexmûrê, piştre jî li Hewlêrê dest bi wane û dersên mûzîk dayînê dike. Piştî wê di sala 1960’an de jî weke mamosteyê mûzîkê karê xwe berdewam dike. Sala 1961ê dev ji karê xwe berdide û beşdarî refên Pêşmerge yên di bin rêbertiya Mela Mistefa Barzanî de dibe. Tehsîn Taha di sala 1966ê de tê girtin.  Ev hunermendê kurd, di sala 1975’an de piştî bi ser neketina hêzên Pêşmerge, strana xwe ya bi navê Ey felek dinivsîne. Tehsîn Taha ku xebata xwe ya mûzîkê dewam dike, 13 Adara sala 1994ê  diçe Hollandayê û ji ber nexwaşiya penceşêrê dest bi derman kirinê dike, piştî salekî 28 meha gulanê li wî walatî diçe ser dilovaniya xwe.

Tehsîn Taha di temenekî pir zûde ango biçûk de peyvendiya xwe li gel mûzîkê çê dike. Ev hunermendê deng xweş destpêkê stranên Mihemed Arifê Cizrawî û Hesenê Cizrawî guhdar dike, dema ku dest bi stran gotinê dike, êdî xortekî serkeftiye û destpêkê bi strana Xezal Xezal ya Mihemed Arif dest bi stran gotinê dike û di beşa kurdî ya radyoya Bexdayê de dest bi stran gotinê dike.
Hunermend Tehsîn Taha ne tenê weke hunermed, di heman demê de bi kesayetiya xwe ya welatparêzî û tekoşer jî derdikeve pêş. Tehsîn Taha ku di sala 1966’an de tê girtin û demekî girtîgeha Xeîf El-Sede ya Bexdayê de dimîne.
Tehsîn Taha wê demê li gel Eyşê Şan, Seîd Gabarî, Salim Helebî, Erdewan Zaxoyî û gelek kesayetiyên bi navûbang tev digerin, bi hev re stranan dibêjin. Êdî nav û dengê hunermendê deng xweş belav dibe û li herderî tê naskirin û tê heskirin. Di stranên xwe de welat parêziyê, eşqê û heskirinê tîne ziman.

Hunermend Tehsîn Taha bi giştî 8 albûm derxistine.

Hin stranên bi navûdeng ên vî hunermendê dengxweş evin;

Gula min weriya, Bi Tenê, Çav Belek, Amêdîkê Bilinde, Bûka Bahdînan, Rabe Cotyar, Dilêrên Welatî, Dîlberê, Evîndarim, Bêrîvanê, Xalxalokê, Şekir Barî, Erê an ne, Pismamo, Cîranê, Eman eman, Aso, Rewşena malê, Xwîna dilan, Derdo û gelek stranên din.

KURDŞOP
941 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!