Kurte fîlma ‘’Navnîşan’’ a Kurdî di festîvala 42yemîn a Stenbolê de xelata baştirîn kurtefîlman wergirt

Di festîvala fîlman a 42yemîn a Stenbolê de kurtefîlma kurdî ya bi navê ‘’Navnîşan’’ a derhênêrê kurd Aram Dildar e, xelata herî baş a kurtefîlman wergirt

Kurdshop – Di festîvala fîlman a 42yemîn a Stenbolê de kurtefîlma kurdî ya bi navê ‘’Navnîşan’’ a derhênêrê kurd Aram Dildar e, xelata herî baş a kurtefîlman wergirt.

Festîvala Fîlman a Stenbolê ya îsal ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve ji bo cara 42yemîn hate lidarxistin, duh êvari bi merasîma xelatdayênê ya li Stenbolê ve bi dawî bû.

Fîlma kurdî ya bi navê ‘’Navnîşan’’ ku di beşa kurtefîlman de beşdariya festîvalê kir û di festîvalê de bû yekem.

Hat ragehandin kurtefîlma bi navê Navnîşan a derhêneriya wê Aram Dildar kirî rastî eleqeyekî baş hatiye û gelek hatiye ecibandin.

Derhêner Aram Dildar jî vê derbarê de ragehand: Kurtefîlma min a Navnîşan li festîvalên navneteweyî geriya û rastî eleqeyekî baş hat û xelat jî girt. Fîlm behsa guhertina navên gundên kurdan û ew navên kurdî wergerandina tirkî dike. Em çîrokê bi awayekî trajîkomîk vedibêjin.

Di çarçoveya Festîvalê de 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlm di heyama 12 rojan de ji bo heskiriyên sînemayê tên nîşandan. Festîval îsal di 14 beşan de, ji 84 welatan bi beşdarbûna fîlmên 160 derhêneran ve hat lidarxistin.

Ji aliyê din ve di festîvalê de fîlmekî dirêj, yek belgefîlm û 2 kurtefîlmên derhênerên kurd hatin nîşandan.

KURDŞOP
979 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!