Peyama Rêzdar Welat Qadrî serokê Saziya Kurdşopê Bo Merasima Yekemîn Xelata Zara
Saziya KURDŞOP`ê bi dîtina wê valahiya mezin ku heye di warê ziman de, û bi hestkirina bi berpirsyariyeke neteweyî biryar da ku bo yekem car xelateke taybetî di biyavê ziman de pêşkêşî civaka Kurdî bike, heya ku nivîskar û mamosta û zimanzan bikarin şiyanên xwe tê de zêdetir nîşan bidin û zêdetir ji wan re bibe palder bo xizmetkirina bi zimanê Kurdî.