Peyama saziya KURDŞOPê bi boneya êrişa mûşekî ya Supaya Pasdaran bo ser Herêma Kurdistanê

Bi alxahînî ve bikaranîna mûşek û dron ji bo kuştina xelkê bêtawan, nikare pêşiya vê pêla azadîxwaziyê bigire û tenê hovîtî û terorîsbûna Komara Îslamî ya Îranê ji xelkê cîhanê re îsbat dike.

Hevnîştimanî û Kurdistaniyên hêja

 

Careke din axa Herêma Kurdistanê rastî êrîşên terorîstî û mûşekên Supaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hat û mixabin hejmarek ji welatiyên sivîl hatine şehîd û birîndarkirin.

Em vê êrîşa terorîstî ku bi hênceta bêbingeh û tometa nerewa bo ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin, şermezar dikin û xwe hevxemê malbatên qurbaniyan dizanin.

Eşkere ye ku di sedsala borî de dijminên Kurdistanê bi hemû cure çekeke serdem ve êrîşî ser ax û xelkê Kurdistanê kirine û heta ji bikaranîna çekên qedexekirî û komkuj jî xwe neparastine. Lê ya ku nehatiye tinekirin û maye û dê bimîne, xwast û îradeya azadîxwazî ya xelkê Kurdistanê bo bidestxistina mafên xwe yên rewa ye.

Bi alxahînî ve bikaranîna mûşek û dron ji bo kuştina xelkê bêtawan, nikare pêşiya vê pêla azadîxwaziyê bigire û tenê hovîtî û terorîsbûna Komara Îslamî ya Îranê ji xelkê cîhanê re îsbat dike.

 

Saziya KURDSHOPê

16ê Çileya 2024an

KURDŞOP
473 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!