Piştî vekêşîna ava Gola Wanê cîheke din ê niştecîhbûnê hate keşifkirin

Kurdshop – Ji ber têkçûna hewsengiyên keşûhewayê li hemû cîhanê metirsiyên li ser jînge û jiyana hemû zindiyan her ku diçe zêde dibe û yek ji wan metirsiyan jî bi taybet jî îsal kêmbûna zêde ya ava Gola Wanê ye.

Piştî ava Gola Wanê vekişiya di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê yên Bêdlîsê de cihekî niştecîbûnê hat keşifkirin.

Hişkesaliya salên dawiyê bandoreke neyînî li gol û çavkaniyên avê yên Bakurê Kurdistanê kiriye.

Ava golan kêm dibe û rûbera wan sal bi sal tengtir dibe.

Li Bakurê Kurdistanê, dîroka ku bi bilindbûna asta avê re binav bibû û bi salan hatibû jibîrkirin, niha ji ber hişkesalî û zuhabûnê careke din derdikeve ser rûyê erdê.

Cîhana ku di bin Gola Wanê de veşartî ye, ji ber hişkesaliyê û vekêşîna avê hêdî hêdî derdikeve holê.

Di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê de ava golê vekişiya û cihekî niştecîbûnê hat dîtin ku heta niha di binê avê de winda bû.

Goristaneke ku sembola xaçê li ser kêlên wê ye hate dîtin û dîtina wan şûnwarên dîrokî, kelecana dîroknas û şûnwarnasan zêde kir.

Vê derbarê de Serokê Komeleya Deryayê ya Rojhilatê ya Bêdlîsê Cumali Birol got: “Me di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê de qadeke mezin keşif kir. Goristan heye û li ser goran sembola xaçê heye. Bi awayekî balkêş di nav goran de kevirekî balkêş heye.”

Li Gola Arînê ya li gundê Arînê yê Xelatê ku ji ber hişkesaliyê nîve nîv biçûk bûye û niha pez diçêre.

Herwaha Serokê Zanîngeha Bêdlîsê Prof. Dr. Necmettin Elmastaş jî got: “Di çend salên dawî de di encama hişkesaliyê de av vekişiya ye û hema bêje nivê golê zuha bûye û ev pêvajo didome.

Çavkaniya sereke ya Gola Wanê û golên li herêmê berf û baran e. Di demên dawî de em dibînin ku şilî û barîna baran û befrê kêm bûye.”

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê, sala 2022yan nexşeyek belav kir.

Li gorî vê nexşeyê, herêmên rojavayê Gola Wanê di "qadên hişkesaliya tund ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê" de cih digrin.

KURDŞOP
743 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!