Piştgiriya çalakvan û rêxistinên Kurdistanî ji jîngehparêz û daristanên welat re

Her dareke me bi sedan car lehengên netewî di bin siya xwe de hewandine, lehengên ku canê xwe dane ku destên qirêj ên dijmin û biyaniyan negihîjin bedena pîroz a welat.

Kurdshop - Piştî şewitandina bi zanebûn ya daristan û mêrgên Rojhilatê Kurdistanê, pêleke piştevaniya çalakvanên civaka medenî û rêxistinên Kurdistanî ji bo xwedî derketina li jîngeh û jîngehparêzên welat destpê kiriye.

Li gorî nûçe, wêne û vîdyoyên ku li ser malper û torên civakî hatine belavkirin, di van rojên dawî de pêleke berfireh a piştevaniya gel, çalakvanên medenî, hunermend, nivîskar, helbestvan û rêxistinên Kurdistanî ji jîngeh û jîngehparêzên welat bi awayên curbicur destpê kiriye û naha bi coşeke mezin berdewam dike.

Tevî vê ku jîngehparêz û xwebexşên bajarên cuda yên Kurdistanê diçin alîkariya wan navçeyên ku daristan û mêrg lê hatine şewitandin, xelk û çalakvanên medenî li seranserê Kurdistanê, bi rêya alîkariya darayî bo encûmenên jîngeha van û jîngehparêzan, xwedîderketina li jîngeh û jîngehparêzên welat ragihandine.

Ji aliyê din ve Navenda Nivîskarên Kurdistanê di 15ê Gelawêjê de peyamek belav kir û bang li nivîskar, helbestvan û hunermendên Kurd kir ku bi her awayî ku dikarin piştgiriya xwe ji bo şermezarkirina şewitandina daristanan, bi weşandina kurte vîdyoyan li ser rûpelên xwe û rûpelên Navenda Nivîskarên Kurdistanê nîşan bidin û banga helwesteke cidî li gelê Kurd dikin.

Di beşek ji vê peyama Nivîskarên Kurdistanê de hatiye: “Ji bo me welat ne tenê erdnîgariyeke û panahiyeke tazî û rût nine, belkî dar û kevirên vê xakê bi sedan serpêhatî û qehremantiyan di hundirê xwe de girê daye.’’

Her dareke me bi sedan car lehengên netewî di bin siya xwe de hewandine, lehengên ku canê xwe dane ku destên qirêj ên dijmin û biyaniyan negihîjin bedena pîroz a welat.

Naha ku beşek ji laşê welatê me ji aliyê dijminê dilteng û sondxwarî yê Kurdistanê ve hatiye şewitandin, erkê me hemûyane ku biçin alîkariya wê û rê li ber xewna dijmin bigirin. Em bang li hemû dilsozên welat û Kurdistanê dikin ku bi her awayî alîkariya jîngehparêz û tîmên xwebexş ên welatparêz bikin û bi alîkarî û alîkariyên xwe giraniya barê vê erkê netewî kêm bikin.”

Di vê derbarê de, gelek rêxistin û encûmenên Kurdî, ji wan Encumena Mewleviyê Kurd, Mala Wergera Hojîn li Sine, Komîteya Seranserî ya Xwendekarên Kurdistanê û … hwd, û her weha partiyên Rojhilatê Kurdistanê, peyamên piştevaniya xwe bo jîngehparêzên Kurd û ev kesên ku bi fîdakarî bi hawara jîngeha welat dikin belav kirin, ku hikûmeta Îranê û mirovên rêderketî sedemên sereke yên şewata daristanên Kurdistanê dizanin.

Di beşek li vê peyama hevpar ya Encûmena Mewleviyê Kurd û Mala Wergera Hojîn a Sinê de hatiye: “Me Kurdan gelek tehlî û zehmetî û çavsorî dîtin û ev ne cara yekem e û ne jî ya dawî ye.’’

Ji ber vê jî weke her carê divê em bi serbilindî bi yekîtî û dilsozî ji vê rewşê derbas bibin da ku di dawiyê de welatê xwe bînin perava ewle û di hembêza wê de bihewin. Em hewldan, têkoşîn û sebra lawên leheng ên Zagros bilind dinirxînin û piştgiriya xwe ji bo Encumena Kesk a Çiya radighînin û bi wan serbilind in û Bacwerê hêja bi bîr tînin. Ji ber vê yekê em daxwaz ji hemû welatî û rêxistinan dikin ku bi her awayî ku dikarin alîkarî û piştevaniya wan bikin.”

Di vê derbarê de, Komîteya Seranserî ya Xwendekarên Kurdistanê, roja Duşemî 16ê Gelawêjê, di peyamekê de, daxwaz ji hemû xwendekaran li seranserê Kurdistan û Îranê kir, ku alîkariya jîngehparêzan bikin ji bo rawestandina şewata li daristanên Zagrosê.

Di beşek din a peyama vê komîteyê de hatiye: “Parastina jîngeha Kurdistanê beşeke ji şoreşa Kurdistanê û erkê her Kurdekî welatparêz e. Ji ber vê yekê Komîteya Seranserî ya Xwendekarên Kurdistanê bang li hemû xwendekarên seranserê Kurdistan û Îranê dike ku alîkariya jîngehparêzan bikin ji bo rawestandina şewata li daristanên Zagrosê."

Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de, nêzîkî 2 Hezar hektar ji daristanên Merîwanê şewitîne û jîngehparêz û xwebexş bi kêmîtirîn îmkanat û bêyî alîkariya dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê, hatine hawara daristan û mêrgên welat.

Her weha bi dehan hektar mêrg û daristanên Dalaho ya ser bi bajarê Kerend a parêzgeha Kirmaşanê bi zanebûn hatine şewtandin û tenê li devera Qeravîzê zêdetirî 40 hektar ji daristan hatine şewitandin.

Ji aliyek din ve, bi sedan hiktar mêrg û daristanên Kamyaran, Serdeşt, Rebet û Banê ji aliyê nehezên jîngehê ve hatine şewitandin û li hember de jîngehparêzên Kurdistanê berevaniyeke qehremanane ji xwe nîşan dane.

Herî dawî jî di rewta şewata daristan û mêrgên Merîwanê de, 5 çalakvanên jîngehparêz yên bi navên Azad Rohî, Layeq Ehmedî, Serkawt Êbadî, Alan Erdeşîrî û Dilêr Mihemedî di dema agir pêketina daristan û mêrgên Merîwanê de ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatin girtin û heta naha çarenivîsa wan ne diyar e.

KURDŞOP
709 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!