Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hat ragehandin

Komîteya amadekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi daxuyaniyekî bernameya festîvala ku hersal tê li darxistin aşkera kir.

Şadî

Kurdshop – 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya îsal dê rojên 3 – 6ê Tebaxê de bê li darxistin.

Komîteya amadekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi daxuyaniyekî bernameya festîvala ku hersal tê li darxistin aşkera kir.

Daxuyaniya li şaredariya Dêrsîmê hate dayîn de dirûşma festîvalê jî wek ‘’Li dijî talankirina madenan û xwezayê em jiyanê diparêzin’’ hate ragehandin.

Şaredarê Dêrsîmê Fatîh Mehmet Maçoglu ragehand, ji bo li darxistina festîvalê serlêdanên pêwîst kirine, lê heta naha ti bersivek newergirtin, lê bawer dikin ku dê festîval bê li darxistin.

Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF)ê Ozkan Tacar jî diyar kir, em bang li hemû Dêrsîmî û dostên Dêrsîmiyan dikin ku beşdariyê di festîvalê de bikin.

Piştî axafitina jî bernameya festîvalê hate aşkera kirin û li gor wê bernameya hatî ragehandin:

Dê roja 3yê Tebaxê 2023yê demjimêr 13:00ê bi axaftina Şaredarê Dêrsîmê û Parlamentera Dêrsîmê Ayten Kordu ve destpê bike. Herwaha dê festîvalê de panel, pêşangehên wêneyan, konserên mûzîkjenên wek Erdal Erzîncan, Grub Yorum, Metîn – Kemal Kahraman, Ulaş Delî, Mûsa Bakî, Mengene, Hakely Feat, herwaha Koma Mûzîkê ya Kubayê jî dê konseran bidin. Derveyî wê jî dê belgefîlma li ser qirkirina Dêrsîmê ya bi navê ‘’Domane 38’’ jî bê pêşandan.

Herwaha roja 4ê Tebaxê jî dîsa dê festîval bi panel, bernameyên mûzîkê, lîstokên şanoyê, konserên hunermendan a Koma Îsyan Ateşî û hunermend Pinar Aydinlar ve berdewam bike û pêşandana kurtfîlm û belgefîlman dê çalakiyên wê rojê yên festîvalê bi dawî bibin.

Roja 5ê Tebaxê dîsa dê serdana qada madenê ya Cevîzlîder ya navçeya Pulurê bê kirin, panel, lîstokên şanoyê, konserên Gruba Vardiya û hunermendên herêmî û pêşandana fîlma ‘’Zonê Ma Koti yo’’ bi dawî bibe.

Roja dawî ango 6ê Tebaxê jî panela li Dêrsîmê hilberîn, pirsgirêkên aborî û pêşneyarên çareseriyê, bernameya Mîkrofona Serbest a Jinan û konserên hunermend; Hesen Alî, Pervîn Çakar, Yilmaz Çelîk, Grub Mûnzûr, Zeynep Bakşî, Apolas Lermî ve 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsîmê dê bi dawî bibe.

 

KURDŞOP
716 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!