Nivîskar û Helbestvan Mehmûd Sebrî koça dawî kir

Kurdshop. - Nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî ku bi nasnavê Evîndarê Xemgîn tê naskirin şeva borî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de koça dawiyê kir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûriyê peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi dilek xemgîn û kovan  me nûçeya koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî yê wek Evîndarê Xemgîn tê naskirin û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûriyê wergirt, bi vê helkefta xemgîn û bi êş, em sersaxiyê ji malbata wî û hemû endamên Yekîtiyê û gelê me yê Kurd re dixwazin.”

Nivîskar Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) sala 1937an li gundê Çetela Kîkan yê ser bi Dirbêsiyê ve jidayîk bûye, zaroktiya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê derbas kiriye. Di heft saliya xwe de li cem melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye.

Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, sala 1970ê jî bawernameya Lîsansê ji zanîngeha Şamê, beşa mafnasî û yasayê bidest xistiye.

Mehmûd Sebrî Sernivîserê Govara Xunav bû û endamê Komîta Amedekar ya Mihrîcana Helbesta Kurdî bû û herwaha endamê Komîta Rexnegeriya Helbestan bû û 10 dîwan û berhemên bi Kurdî çap kiribûn.

KURDŞOP
688 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!