Pêvajoya serlêdana ji bo Mîhrîcana Belgefîlman a ‘’FîlmAmed’’ê ya 8an destpê kir

Kurdshop – Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Mîhrîcan ango Festîvala  Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8emîn  destpê kir.

Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn li Amed a Bakurê Kurdistanê, di sala 2011'an de bi navê "FîlmAmed" festîvala belgefîlman li dar xist. Heta  7 festîvalan hate li darxistin, lê piştî ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi rêya qeyûman ve dest li ser şaredariya Amedê hate danîn, wekî gelek xebatên din ev xebat jî rawestiya. Û niha FîlmAmed carek din li dar dikeve û li benda belgefîlman e.

8'emîn FîlmAmed Festîvala Belgefîlman îsal wê li Amedê li dar bikeve. Îsal Komeleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) û hin saziyên sivîl bi hev re festîvalê li dar dixin.

Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn şert û mercên serlêdanê ya Mîhrîcanê aşkere kir û li gor wan şert û mercan, “di serî de belgefîlmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin, nikarin li cihekî din werin pêşandan; wek qadeke parvekirin, nirxandin, nîqaşkirin û pêşandana tevahiya belgefîlmên ku tê de li hemberî tu nasnameyeke etnîk, olî, zayendî û çandî êrîş û heqaret tinebin, em îsal Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8emîn li dar dixin. Ji bo mîhrîcanê dê belgefîlmên ku 2020an vir ve hatine çêkirin bên qebûl kirin.”

Pêvajoya serlêdana Mîhrîcanê di 3yê Tîrmehê de dest pê kiriye û heta 31ê Tîrmehê wê dewam bike. Mîhrîcan îsal wê di navbera 27ê Îlonê û 1ê Çiriya Paşiyê de pêk bê.

Serlêdana fîlman wê bi rêya malpera filmamed.ortadogusinema.com-ê ango bi rengekî online wê pêk bê.

Wê piştgiryê bidin çêkirina belgefîlman 

Tîma amadekar a Mîhrîcanê diyar kir   ku wê piştgiriyê bidin çêkirina belgefîlman. Bi taybet projeyên ku balê dikişînin li ser pirsgirêkên civakî, mafên mirovan, yên cudahiyan, pirsgirêkên penaberan û wekheviya zayendî, yên rêzê ji mafên çandî re digrin û bi taybetî li Amedê û derdora wê bên kişandin wê bikaribin piştgiriyê werbigrin. 

Kesên ku dixwazin ji bo fîlmên xwe piştgiriyê bidest bixin, dikarin vê forma serlêdanê dagirin

KURDŞOP
793 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!