Pirtûka ji bo fêrbûna Kurdî ya bi navê ‘’Destpêka Kurdî’’ derket

Şadî

Kurdshop - Pirtûka bi armanca fêrbûna zimanê kurdî ya bi navê 'Destpêka Kurdî, Zavarayê Kurmancî' ji aliyê Weşanxaneya Na ve hate derxistin. Pirtûk ji aliyê Mustafa Borak ve hatiye nivîsandin.

Mustafa Borak hem di dibistanên dewletê de mamoste ye, hem jî heta niha bi salan di saziyên kurdî de mamostetî kiriye. Herwaha  heta niha di saziyên wekî NÇM, TZP- Kurdî û KURDÎ DER'ê de wekî mamosteyekî ked daye, dersa kurmancî daye û gelek kes fêrî kurdî kirine. Niha wî ev tecrubeya xwe bi pirtûkek ji bo kesên dixwazin fêrî kurdî (kurmancî) bibin pêşkêş kiriye. Di pirtûkê de ji bo hêsan fêmkirinê di her beşekî de wateya peyvan û pênaseyên rêziman bi zimanê tirkî jî hatine nivîsîn. Loma jî Borak dibêje, "Eger bi baldarî li ser bê sekinandin û kedek biçûk bê dayîn, ez bawerim kurdî hînbûn wê pêkan bibe. Tecrubeyan nîşandaye ku ji kesên kurdî dizanin alîkarî hildan û hawirên ku kurdî tên axaftin mayîn û li ser peyvan sekinîn, lê bi taybetî jî dubarekirina dersan, ji bo hînbûna ziman risteke baş pêk tînin."

Ji bo kesên dixwazin kurdî fêrbibin ev pirtûkeke alîkar e û bi hêsanî dikarin jê sûde bigirin. Li ser vê nivîskar û mamoste Mustafa Borak dibêje, "Heta ji min hat, min ev xebat hêsan girt. Hêvî dikim ji yên ku dixwazin kurdî hîn bibin re ev xebat bibe alîkar.

Navê Pirtûkê: Destpêka Kurdî - bi Zavarayê Kurmancî

Nivîskar: Mustafa Borak

Weşanxane: Weşanên Na / Ziman / 2023 /  156 rûpel

KURDŞOP
702 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!