Nivîskar Gulistan Awaz yekem romana xwe ya bi navê ‘’Zincîra Tenêtiyê’’ belav kir

Romana bi navê Zincîra Tenêtiyê ji aliyê çapxaneya “SerSera” ya li Almanyayê ve hatiye çapkirin.

Yekem romana nivîskara kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Gulistan Awaz a bi navê “Zincîra Tenêtiyê” belav kir.

Romana bi navê Zincîra Tenêtiyê ji aliyê çapxaneya “SerSera” ya li Almanyayê ve hatiye çapkirin.

Derbarê vê berhema xwe de nivîskar Gulistan Awaz ragehand: “Zincîra Tenêtiyê, êşa keçeke kurd a Efrînî ye û di navbera bîranînên Sûriyê û Almanya de hatiye rêsandin û di nava rewş û bûyerên têvel de temenê wê tol dibe.”

Gulistan Awaz diyar kir: “Zincîra Tenêtiyê, li aliyekî roniyê dide ser rewşa fêrkirina zimanê kurdî di navbera herdu welatan de û çawa stubariya parastin û fêrkirina ziman li her derekê hildaye ser milên xwe. Li aliyekî din jî, zimanê newêrekbûnê û jiyankirina tenêtiyê bi rengên xemgîniyê dineqişîne.”

Romana Zincîra Tenêtiyê, berhema duyem a nivîskar Gulistan Awaz e, pêştir jî wê dîwaneke helbestan a bi navê “Buxçika Biyaniyê” di sala 2020 de li heman çapxaneya, “SerSera” çap kiribû.

Nivîskar Gulistan Awaz ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 2012an dest bi nivîsandina bi Kurdî kiriye, ji sala 2017an ve li gel malbata xwe koçberî Almanyayê bûye û li bajarê Bremenê dimîne.

Gulistan Awaz ji bilî nivîsandina helbest û romanê, di warê fêrkirina zimanê kurdî de dixebite, di heman demê de jî Cîgira Serokê Komela Civaka Kurdî ji bo Hînkarî û Perwerdeyê-Hînkariyê ye.

 

KURDŞOP
873 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!