Li navçeya  Pulur a Dêrsîmê atolyeya karên destî hat vekirin

Li atolyeya   karên destî yên weke berrik, xalîçe û raçandin-tevnandin, wê ji aliyê jinan ve werin pêkanîn.

Şadî

Kurdshop – Li navçeya Pulurê ya ser bi bajarê Dêsîm a Bakurê Kurdistanê, bi piştgiriya koperatîfa xwezayê ya Pulurê, bi armanca aşkera kirina xebatên jinan atolyeya hunerên destan hat vekirin.

Li atolyeya   karên destî yên weke berrik, xalîçe û raçandin-tevnandin, wê ji aliyê jinan ve werin pêkanîn.

Atolyeya ku bi amadebûna gelek mêvanan hate vekirin, li qata serî ya navenda çanda Behzat Fîrîk de cîh digre.

Şaredarê Dêrsîmê Fatîh Mehmed Maçoglu, Serokê Koperatîfa Xwezayê ya Pulurê Hayatî Gungoren û çavdêrê atolyeya karên destî Gulfîraz Al jî ku beşdarî merasîma vekirinê bûn, herwaha konsera hunermend Metîn Qehreman, Taner Înal, Loran Polad û koro ango koma şaredariya Dêrsimê jî beşdarî merasîmê bûn.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, Serokê Kooperatîfa Xwezayê ya Ovacikê Hayatî Gungoren û Çavdêrê Atolyeya Karên Destan Gulfiraz Al jî beşdarî merasîma vekirinê bûn û konsera hunermend Metin Kahraman, Taner İnal, Loran Polat û Koroya Şaredariya Dêrsimê pêk hat.

Gulfîraz Al ku di merasîmê de axivî û diyar kir, ew li ser berr û xalîçeyan hilbirînê pêktînin  û got:’’ Xebatên me pir bi kêf û dilxweşî derbas dibin. Em xebatên xwe bi piştgiriya koperatîfa xwezayê pêktînin. Ji bo me piştgirî pêwîste. Keda destan pêvajoyeke dirêj û zehmetî dixwaze. Di vê pêvajoyê de piştgiriya madî ji mere pêwîste. Êdî piştî wê em di wê baweriyê de ne ku wê bikaribin xwe bi pêşve bibin’’.

Serokê Koperatîfa Xwezayê ya Pulurê Hayatî Gungoren jî diyar kir ku Atolyeya Karên Destan xebateke ji bo xebatên jinan e û got,’’ Bi qasî ku ji destê me tê, em armanc dikin ku hilberîna wan karên destan ku vehonandineke çandî ye û di heman demê de  mîrateyeke çandî ye, pêşve bibin. Armanceke me ya zindîkirina bi vî awayî heye. Ji ber wê jî me atolyeyeke bi vî rengî me ava kir. em sipasiya hevalên xwe yên jin ku di destpêka vê xebatê de ked dan, dikin. Em wisa hêvî dikin ku hewlbidin ji îro şûn ve  xebatên hîn baştir jî pêkbînin’’.

Şaredarê Dêrsîmê Fatîh Mehmed Maçoglu, bal kişand ser girîngiya atolyeya ku ji aliyê xwezaya Pulurê ve li ser keda destan hatiye avakirin û got,’’ Xwezaya Pulurê di hilbirînên weke beqliyat û xorakan de, li gelek bajaran xebatan dimeşîne. Lê belê di xebatên li ser keda jinan yan jî qadên hunerên destî de kêmasî hebûn. Di vê atolyeyê de wê ew kêmasî bên temam kirin. Ev xebateke, ku wê keda jinan derxe plana herî pêş. Em di wê baweriyêdene ku wê bibe xebateke gelek girîng û bi nirx’’.

KURDŞOP
640 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!