Dengbêjê ji Amedê Zifqarê Gulo koça dawî kir

Dengbêj Zifqarê Gulo navûbangê wî belav dibe û gelek kaset ango albûm derxistine û piraniya wan  jî bi  dengbêjiya kurdî ye. Piştî rabûna qedexeya li ser stranên kurdî li Amedê jî albûm û kaset derxistin û gelek kilam û stranên dengbêjiyê jî yên wî bixwe bûn.

Kurdshop - Dengbêjê ku li navçeya Erxanî ya ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê Zulfiqar Yumruk an jî wekî ku di nav xelkê de dihate naskirin ‘’Xalê Hecî Zifqarê Gulo’’ di temenê xwe yê 85 saliyê de ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.

Hecî Zifqarê Gulo sala 1938ê li gundê Bagur a ser bi navçeya Erxanî ya Amedê ji dayîk bûye. Ji ber ku kurê dayîka xwe yê herî zêde jê heskirî bûye dayîka wî berdewam jê re gotiye gul û gula min û herwisa ew nasnavê Zifqarê Gul û piştre ji ber ku xorte Zifqarê Gulo li ser dimîne. Yekem car di sala 1970ê de şîrketekî çêkirina plakan wî dibe Stenbolê û plak ji bo wî tomar dike û demên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gotina stranên kurdî qedexe bû ew çû li Almanyayê plakên xwe çêkirin û plakên wî bi awayekî qaçax li Kurdistanê hatin firotin.

Dengbêj Zifqarê Gulo navûbangê wî belav dibe û gelek kaset ango albûm derxistine û piraniya wan  jî bi  dengbêjiya kurdî ye. Piştî rabûna qedexeya li ser stranên kurdî li Amedê jî albûm û kaset derxistin û gelek kilam û stranên dengbêjiyê jî yên wî bixwe bûn.

Zifqarê Gulo wekî ku berî naha bixwe behs kiriye, ti demekî neçûye dibistanê, tenê carekî çûye dibistana şevê û piştre bixwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Piştre diçe Hecê û ji xwe ji wê şûnde dibe Xalê Hecî Zifqarê Gulo.

Zifqarê Gulo ji sala 1971ê heta 1975ê 13 plakan çêdike. Yek ji dengbêjên herî giring ê navçeya Erxaniyê ye. Di stran û kilamên xwe de piranî li ser hejarî û feqîrî, mirinên ne di dema xwe de, li ser kelepor û evîndariyê gelek stran gotine. Di temenê xwe de nêzîkî 150 kilam çêkirin, 13 plak û 5 kaset û albûmên wî derketine. Beşdarî di gelek bernameyên televîzyonên kurdî û Radyoya Êrîvanê de gelek caran strana wî ya Şahîno dihate lêdan.

Dengbêj Zifqarê Gulo duh 30.05.2023yê li navçeya Erxanî ya Amedê koça dawiyê kir û li gor heskiriyên wî dibêjin stran û kilamên wî jî sêwî man.

 

KURDŞOP
817 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!