Di Festîvala Sunflower a li Fînlandayê de hin fîlmên kurdî beşdariyê dikin

Festîvala Fîlm û Wêne ya Sunflower, festîvaleke fîlman a pirzimaniye ku li ser mijara aşitiyê hatiye ava kirin.

Şadî

Kurdshop – Ji bo cara yekemîn festîvala ‘’Sunflower’’ ango Gulberoj li Fînlandayê bi navê “Çand, Aştî û xwazayê”  tê li darxistin û gelek fîlmên kurdî jî di festîvalê de tên pêşandan.

Festîvala Fîlm û Wêne ya Sunflower, festîvaleke fîlman a pirzimaniye ku li ser mijara aşitiyê hatiye ava kirin. Di bernamê de fîlmên ku li ser jiyana rojane, rewşa heyî ya çandî, xwezayê  û çîroka jiyana li derveyî bajaran li Rojhilata Navîn hatine kişandin, tên pêşkêş kirin.

Di festîvalê de kurtefîlma Hîwa ya derhênera kurd Mojgan Kawisî, wek yekem fîlm hat pêşandan. Herwaha fîlm bi kurdî û bi jêrnivîsa Înglîziye û 15 hûrdem ango xulekan berdewam dike. Hîwa mamosteyekî kurd e, ku behsa metirsiya winda bûna zimanê kurdî ya kurdên ku di sedsala derbasbûyî de koçberî Kalar û deşta parêzgeha Mazenderan a Îranê kirine, dike. Herwaha ev kurte fîlma kurdî behsa krîza nasnameya zimanî dike û armanca wê jî, rêgirtina li ber windabûna çand û zimane.

Fîlmeke din a bi navê Balora ku ew jî kurdiye, behsa Balora kurdî dike. Balora awayekî ji stranên kevine ku ji aliyê jinên kurd ve hatiye gotin û êdî hatiye jibîr kirin. Ev şêwaza stranê bi teknîkeke cuda tê gotin, ango bi tiliyên li ser qirikê û bi rakirin û danîna tiliyan nota tên guhertin. Derhênerê fîlmê jî Ebdul Xalîdî ye.

Damezrînerê Festîvalê Resûl Xurem diyar kir, di festîvalê de 20 kurtefîlm û fîlmên dirêj yên bi zimanê Kurdî, Farisî, Erebî, Tirkî, Înglîzî û Swêdî wê bên pêşandan. Ji bilî pêşandana fîlman, wê çend panel li ser rexnegiriya fîlman bên li darxistin.

Biryar e ev festîval her sal li Fînlandayê bi hevkariya Muzexaneya Sosyolojiyê ya Helena Ravatavara were lidarxistin.

Festival duh 23.05.2023 dest pê kir û wê du rojên din jî berdewam bike.

Beşek ji navên fîlmên kurdî yên ku beştadî di festîvalê de dike.

- Hengaw Binên (Gav Bavêjin), derhêner: Mazin Şûrbayanî û Aryan Salih.

- Heft Semfoniyên Zagrosê, derhêner: Perwîz Rostemî.

- Nerm Wek Kanza, derhêner: Seywan Seidiyan.

- Nergiza pêncem, derhêner: Serkewt Nîkdil.

- Mîrkut, derhêner: Sîdat Kiran.

KURDŞOP
812 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!