Li Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê Sempozyûma Melayê Cizîrî birêve diçe

Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê û Rêveberiya Enstutiya Zimanên Jiyan dikin dê sempozyûm ango civîneke zanistî li ser helbestvanê navdar ê Kurd Melayê Cizîrê birêve bibe.

Kurdshop – Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê û Rêveberiya Enstutiya Zimanên Jiyan dikin dê sempozyûm ango civîneke zanistî li ser helbestvanê navdar ê Kurd Melayê Cizîrê birêve bibe.

Di demên dawiyê de sempozyûm ango civînên zanistî yên giring û kongre li Zanîngeha Yuzincî Yil a Wanê tên birêve birin û naha jî sempozyûmekî navnetewî dê birêve biçe.

Her sal kesayet û şexsiyetekî giring dibe mijara wan sempozyûmên li Zanîngeha Yuzincî Yil a Wanê û Rêveberiya Enstutiya Zimanên Jiyan dikin a ser bi heman zanîngehê dê sempozyûma Melayê Cizîrî birêve bibe.

Ew sempozyûm dê rojên 27 – 29ê Nîsan a 2023yê li Zanîngeha Yuzincî Yil a Wanê birêve biçe û mijara sempozyûmê helbestvanê navdar ê Kurd Melayê Cizîrî ye û dê li ser Melayê Cizîrî axaftin û xebatên akademîk ên di derbarê wî de hatine kirin dê bên aşkera kirin û nirxandin.

Herwaha ji çar aliyê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beşdarvan û mêvan dê beşdar bibin, herwaha dê ji derveyî Tirkiyê jî li parçeyên din ên Kurdistanê û li welatên din jî mêvan beşdarî wê sempozyûmê bibin.

Merasîma sempozyûmê dê roja 27.04.2023yê demjimêr 09:00ê li Navenda Çandî ya Cengîz Andiç destpê bike û dê sempozyûm 2 rojan berdewam bike. Herwaha serokatiya sempozyûmê jî ji aliyê Profesor Dr. Ebdulhadî Tîmurtaş ve tê kirin û şaredariya navçeya Artemêtan a Wanê jî piştevaniyê dike.

Ji aliyê din ve jî li ser kart û nameyên vexwandina sempozyûmê jî beyta Melayê Cizîrî bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin û kurdî û tirkî ya wê jî wekî li xwarê ye:

Ger lu’lu’ê mensûr ji nezmê tu dixwazî

Wer şi‘rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet

Nazmın etrafa saçılmış incilerini görmek istersen şayet

Gel Mela’nın şiirinde gör onları Şirazî’ye ne hacet

KURDŞOP
846 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!