Li bajarê kevnar ê Perre ya Qraliyeta Komagene kolandin carekî din destpê dikin

Ji 5 bajarên sereke yên Qraliyeta Komagene, yek ji wan jî bajarê Perre ya ser bi Semsûr a Bakurê Kurdistanê ye û piştî erdhejê careke din kar û xebatên kolan û lêkolînê destpê dikin.

Kurdshop – Ji 5 bajarên sereke yên Qraliyeta Komagene, yek ji wan jî bajarê Perre ya ser bi Semsûr a Bakurê Kurdistanê ye û piştî erdhejê careke din kar û xebatên kolan û lêkolînê destpê dikin.

Piştî herdu erdhejên bajarê Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê yên roja 6ê Sibatê, ku 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û herwaha Rojavayê Kurdistanê pê bandor bibûn û bû sedema zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û herwaha navenda bajarê Semsûrê û navçeyên derdora wê jî hema bêje bi erdê ve bû yek, lê bajarê kevnar ê antîk Perre ji erdhejê bê ku ziyan bibîne, dîwarên kelhê, kaniya wê û herwaha 200 tirbe û gorrên ji kevir li ser piyan man û naha careke din xebatên lêkolînê li deverê destpê dikin.

Cîgirê Wezîrê Geştyarî (Turizm) û Çandê Ahmet Misbah Demîrcan li herêmê ragehand, ji bo ku careke din em turizm û geştyariyê geş bikin em di tevgerê de ne.

Demîrcan ragehand, herêmên geştyariya Semsûrê yên serekî Çiyayê Nemrûdê û bajarê antîk û kevnar Perre ne û herêmên herî zêde geştyaran werdigrin ev herdu herême ne. Çiyayê Nemrûdê û bajarê Perre herêmên herî giring ên geştyariyê ne û bi keyfxweşî di erdhejê de ti pirsgirêk çênebûn.

Ahmed Misbah Demîrcan got, derbarê bajarê kevnar ê Perre de nûçeya me ya nû ev e, me tîmekî nû ava kir. Ji bo ku kolanên nû bên kirin û em çend kolanên nû bikin, mekanên kevin ên dîrokî dê derkevin û dê dever xweşik bibe û dê zêdetir herêm xwe nîşan bide.
herwaha diyar kir, bajarê kevnar ê Perre sala borî 40 hezar geştyaran serdana wê kir, bendewariya me heye ku îsal 70 heta 100 hezar kesan bikin mêvan. Em dixwazin li Semsûrê careke din geştyariyê zindî bikin û diyar kir: Li bajarê Perre ya kevnar bi tîmeke nû û bi kelecanekî nû em ji nû ve dest bi kolanan dikin.


Demîrcan diyar kir, em hem geştyaran qebûl dikin, hem jî em kar dikin dîmenên vê deverê pêşbixin û bi kolanan nû ve cîhên nû jî derxin ser rûyê erdê. Piştî erdhejê wekî li her qadekî berdewam dike bi kolanên nû ve tişta ku dikeve ser milê me em bicîhtînin.

Xebatên vekolandinê li Bajarê Kevnare yê Perreyê di 2001ê da dest pê kirin, par li vir kaniya Romayê ya dîrokî, kevirên dîwaran ên mezin, qanalên avê û hin avahiyên mîmarî yên curbecur derketin holê.

Perre, an jî Pirin li nav sînorên navenda bajarê Semsûrê û 5 kîlometreyan nêzîkî navenda bajar cîhê ku naha li taxa Pirin e.

Di dîrokê de bajarê Perre ji 5 bajarên Qraliyeta Komagene yên sereke ye. Di gelek tomarên dîrokî de jî navê wî bajarê kevnar derbas dibe. Li gor lêkolînên hin zanistan jî Perre wek Hierapolis (Bajarê Pîroz) tê pênase kirin. Bajarê Perre ji bajarên din cuda li ser girekî zinarên ku hene, hatine kolandin û şikil dane wan kevir û zinaran û bi wî awayî kirine cîhê niştecîhiyê û ji çi deverekî din ve kevirên wek blokan neanîne wê deverê û li ser kevir û zinarên deverê bixwe ji aliyê xelkê wê deverê bixwe ango xelkê bajar ve motîf û şikil dayîna keviran û mîmariya bajar hatiye ava kirin.

KURDŞOP
910 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!