Ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 50 mamosta dê bên damezrandin

ji bo sala 2023yê dê 50 mamostayên zimanê Kurdî bên damezrandin û ji wan jî 35 mamosta ji bo dersên bi zarawayê Kurmancî, 15 mamosta jî ji bo dersên bi zarawayê Zazakî dê bên damezrandin

Kurdshop – Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragehand, ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dê 50 mamosta bên damezrandin.

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragehand, ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dê 50 mamosta bên damezrandin, lê ji bo dersên bi zimanê Almanî 250 mamosta, ji bo dersên bi zimanê Fransî 13, ji bo dersên zimanê Erebî jî 440 mamosta dê bên damezrandin.

Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mehmûd Ozer ragehand, dê bi giştî 45 hezar mamosta bên damezrandin û di wê çarçoveyê de ji bo sala 2023yê dê 50 mamostayên zimanê Kurdî bên damezrandin û ji wan jî 35 mamosta ji bo dersên bi zarawayê Kurmancî, 15 mamosta jî ji bo dersên bi zarawayê Zazakî dê bên damezrandin.

Di sala 2022yê de ji bo damezrandina mamostayên Kurdî tenê 3 mamosta hatibûn diyar kirin, lê ew xwandevanên ku di beşên kurdî de dibistan xilas kiribûn ji bo ku ew rêje bê zêde kirin daxwaz û nerazîbûn nîşan dabûn. Herwaha di wan du salên borî de ji bo dersên bijarde yên Kurdî kampanya hatin meşandin û dikare bê gotin ku wan helmet û kampanyayên hatin pêkanîn heta astekî encam dan.

Saziyên Ziman ên Kurdî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesên navdar ev demek e li ser medyaya civakî bang li hikûmetê dikiririn û dixwestin beriya hilbijartinan 200 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin û damezrandin

Herwaha Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mehmûd Ozer ragehand, 45 hezar mamostayên ku bên damezrandin ji roja 27.03.2023yê heta 01.04.2023yê li ser serlêdanên mamostayan dê bên destnîşan kirin û roja 08.05.2023yê jî mamostayên ku bên damezrandin dê bên aşkera kirin.

KURDŞOP
930 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!