Sûdên tendirustî yên rizyanikê

Giyayê rizyanik ji berê ve heta niha ji aliyê Kurd ve wekî giyayekî dermanî û xwarinê hatiye sûdwergirtin. Rizyanik giyayek bêhnxweş e û sûdên wê yên tendirustî zêde ne.

Hanî Murteza

 

Rizyanik yek ji wan giyayan e ku di piraniya navçeyên Kurdistanê de heye û şîn dibe.  Di navçeyên bilind û nizim de jî şîn dibe û şiyana xweguncandineke baş di sirûşta derdor de heye. Giyayek yek sale ye; Pelên wê nazik in û rengê keskê tarî ye; Di dawiya tayên wê de guleke çetrî ya zer û di şiklê kerewz de ye, ku pincareke kêrhatî û girîng e.

Giyayê rizyanik ji berê ve heta niha ji aliyê Kurd ve wekî giyayekî dermanî û xwarinê hatiye sûdwergirtin. Rizyanik giyayek bêhnxweş e û sûdên wê yên tendirustî zêde ne.

Girîngirên sûdên tendirustî yên rizyanikê

 

- Rizyanik yek ji wan giyayan e ku tê de gelek vîtamîn hene wek: (Vîtamînên E, A, C, B1, B2, B3) û her yek ji kanên potasiyom, zînk, hesin, kalîsiyom, mengenîs, û gelek kanên dinê hene.

- Rizyanik bandorek zêde û roleke sereke li ser bihêzkirina sîstema berevanê ya laş heye.

- Rizyanik ji bo çareseriya nexweşiyên îltihabî yên wekî (qirikêş, kuxik, sirlêdan û singêşe pir girîng e.

- Rizyanik hevkariya gede dike û wisa dike ku gede çalak be.

- Rizyanik ji bo wan jinên ku şîr didine zarokên xwe gelek girîng e û xwarina vê pincarê dibe sedema zêdebûna şîr.

- Rizyanik ji bo nexweşiyên nav zik û kêmkirina bayê nav zik bi sûd e.

- Rizyanik rolek baş heye ji bo daketina kolistrola xwîn û parastina mirov ji şêrpenceya rûviyê.

- Xwarina kevçiyek rizyanikê piştî xwarina nan, dibe sedema hezimkirina xwarinê û bêhnsa henasê jî xweş dike û şiyana henasedanê jî baş dike.

- 100 girem rizyanik nêzî 40 girem rîçal jê tê çêkirin ku roleke girîng di daketin û kêmkirina kêşa laş û kolistrolê de heye.

- Rizyanik hevkariyek baş heye ji bo kontrolkirina şekir di laşê mirov de.

- Rizyanik ji bo çareserkirina nexweşiyên dil bi sûd e.

- Rizyanik ji bo jinan gelek bi sûd e, bi taybetî jî ji bo nehêlan û kêmkirina êşa nesaxiya mehane ya jinan, nexweşiya mehane ya jinan rêk dixe û wan ji nîşaneyên kîseya hêkan diparêze û herwisa ji bo nehêlana nîşaneyên temenê kaliyê jî baş e.

- Rizyanik li ser hişkbûna cumgeyan bi bandor e û herwisa êşa hestiyan û bi taybetî hestiên çokê kêm dike.

- Ji bo kêmkirina êşa zarokan bi sûd e û nemaze di dema birîndarbûnê de.

- Xwarina rizyanikê ji bo piraniya temenan guncaw e û nemaze jin û mêran.

- Di rizyanikê de madeya oksîdan jî heye ku ji bo laş pir tendurist e.

- Rizyanik dibe alîkar ku madeyên zirardar ji rûvî werine derxistin

- Xwarina rizyanikê bi şêweyekî tendirust bandordar e li ser kêmkirina qebizê

- Rizyanik demaran nerm dike û şiyana tekeziya wan baştir dike

- Xwarina rizyanikê dibe sedema parastina pîs ji çewrîbûn û bedewiya pîst.

Di hin rewşan de bikaranîna zanistî û baş ya rizyanikê hewcehî bi nêrîna doktor heye; Bi taybetî bikaranîna wê ji bo zarokan.

Çend awayên baş û tendirust ji bo bikaranîna rizyanik û xwarina wê:

Kevçîkek an du kevçîk ji dindikên rizyanikê bi kêmek hingivîn û piyaleyek avê re tevlîhev bikin û paşê vebixwen.

Yan jî Rizyanika hûrkirî tevlî ava keliyayî bikin û bi cih bihêlin û piştî 15 xulekan bipalînin û vebixwen. Hûn dikarin ku hinek şekir yan hinek hingivîn têkel bikin.

Cureyek din ji rizyanikê heye ku tê hişkirin û paşê rûnê lê digirin. (Zeyta rizyanik)

KURDŞOP
466 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!