Em çawa rojane porê xwe binêrin

Cudayî nîne ku porê we hişk yan çewrî be, saf yan xelek be, lênêrîna rojane ji por, hin mijarên bingehîn li xwe digire ku divê bêne balkişandin. Ji bîra we neçe ku banodra wan şîretane pêwîstî bi balkişandina hertimî heye û divê wekî rotîneke rojane be îcar destkefteke baş hebe.

Hewar Nûr

 

Şekirina dirustî ya porê

Yek ji girîngtirîn mijarên lênêrîna porê, şekirina rojane ye. Ew bawera ku şekirin sedema werîna porê ye, bi tevahî şaş e. Eger ji şe jî sûd neyê wergirtin, werîn her rû dide û werîna asayî bi tevahî sirûştî ye. Bi şekirina porê xwîn jî bi başî digihîje pîstê ser û porê ser bi başî geşe dike û zûtir dirêj dibe. Pêwîst e ku bal bikişînin ku ti carî porê xwe bi awayekî ter şe nekin û divê rawestin da ku xav dibe. Wisa baş e ku şe dar be û heta ku dindikên wê dirêjtir bin baştir e. Eger xelekiya por vêde çû û aloziya porê tevaw bû, carekê bi şeyê dindik hûr şe bikin.

Pêsporên pîst û porê li ser wê bawerê ne ku gelek caran xelk ji bo çavdêrî û lênêrîna porê xwe, yan zêdetir ji qasa hewce porên xwe dişûn yan jî zêdetir ji qasa pêwîst şe dikin. Por divê bi rêjeya dirust û standard bê şûştin da ku ti ziyanek bi tayên porê neyê gihandin û bihêz bin.

Şîretên girîng ji bo şêwazê şûştina por

Şampo bi radeyeke pêwîst bi kar bînin. Jiqasderçûyiya şampo netenê baş nîne, belkî sedema wê yekê ye ku tayên por hêdî hêdî lawaztir dibin. Divê bi qasekî ji şampo sûd bê wergirtin ku pêka zêdeyî û kêmiya por têra şûştinê bike.

Ji bo şûştina porên xwe ji ava şêtîn sûd wergirin. Ava keliyayî û ava sar herdu sedema ziyangihandin bi rehîleyên porê ne. (hair onion)

Dema ku porê we ter e, zêdetir rastî pirsgirêk û lawaziyê tê û her ewa sedema werîna zêdetir a por di serşûrê de ye, ji bo pêşîgirtinê divê bi aramî por bê şûştin.

Di berdewamiya rojê de nabe zêdetir ji carekê por bi şampoyê bê şûştin. Eger hûn ji wan kesane ne ku li destpêk û dawiya rojê serê xwe dişûn, baştir e ku destpêka rojê ku we ti hereketek nekiriye şampoyê bi kar neynin û sûdwergirtin ji şampoyê bihêline dawiya rojê. Gelek bikaranîna şampo di rojê de porê mirov lawaz dike ji ber ku çewrî ji porê ve namîne.

Hilbijartina şampoya guncaw

Yek din ji rêkarên lênêrîna porê, hilbijartina şampoya guncaw digel porê we ye, porê hemû kesekî wekî hev nîne û cureya poran bi hev re ciyawaz e, bi giştî por bi sê cureyên hişk, asayî û çewr tê parvekirin. Eger şampoya we bi porê we re guncaw nîne, tûşê ziyanê dibe û rengê wê tal dibe û diwere.

Şampoya taybet a porê çewr, kêmtir rûn tê de hatiye têkelkirin, ji ber ku por bi xwe çewr e û nabe çewrtir jî bibe. Eger kesek xwedan porê hişk e, wê şampoyê bi kar bîne, wê demê por zêdetir hişk dibe.

Berevajî, şampoya taybet bi porê hişk, gelek caran çewriya zêdetir tê de ye da ku hemûyê tayan veşêre û wan bihiztir bike. Eger hûn rastî werîna por hatin, divê ji şampoya dijewerîn yan (dandruff) sûd wergirin. Bal bilkişînine ser şampoyê ku “mmmonium lauryl sulfate” yan “sodium laureth sulfate” tê de nebe. Ew cure madeyane zirardar in û ji bo folîkola porê baş nînin.

Heta wê cihê ku tê kirin ji sêşiwar û ew keresteyên ku bi gur in xwe dûr bigirin; ji ber ku ew yeka ava taya porê hişk dike û tûşê hişkiya jiqasderçûyî dike û porê ser piştî demekê xelekî dibe. Baştir e ji bo hişkkirina porên xwe sûdê ji xawlî wergirin û îzin bidin da ku bi xwe hişk bibe.

Guherinkarî di xwarinê de

Yek din ji wan aytêmane ku roleke girîn li ser tendirustiya por heye, xwerinên guncaw in. Ji bo lênêrîna por divê bi dirêjahiya rojê bi radeyeke hewce piroteînê bixwen, çimkî pêşiya werîna porê digire bi taybetî ji bo jinên ducanî û yên zarokên sava hene gelek girîng e ji ber ku laşê wan pêwîstî bi xwarina taybet heye.

Herwisa bo kesên ku porê wan hişk e, xwarinên omêga 3, vîtamîn B3 û B6 gelek bi sûd in û teratiyê digihîjine tayên porê. Ji bîra we neçe ku hertim avê vebixwen ku ji bo bedewî û geşbûna pîst û porê ji hemû tiştekî bi bandortir e.

Neçine ber rojê

Tîrêja rojê dikare bibe sedema hişkbûna por û şewistandina pîstê ser, bi taybetî nîvroyan ku roj bi tîrêj e, pêwîst e eger neçar bûn ku wan heyaman li derê bin, ji kum sûd wergirin yan jî xwe bidine ber siyekê.

Rûyê balgiyên we bila ji hevrîşim be û zû zû bişûn da ku bibe piştevanê tendirustiya porê we.

Di dawiyê de pêwîst e bê gotin ku rêkarên hêsan û ber dest gelek zêdetir dikarin tendirustiya me biparêzin, tenê pêwîst e em hinekî xwe bixine zehmetiyê û derheq hin mijarên hêsan kêmtirxem nebin.

KURDŞOP
468 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!