Amadekirina pîst bo demsala Payîzê û lênêrîna wî

Pîstê mirov mîna laşê mirov berdewam di guherinkariyan de ye. Ev guhertine jî zêdetir di demsalan de tê xuyakirin. Girîngîdan bi pîst pir girîng e çimkî ew dihêle hûn bizanin kengê her tiştek ji bo wê hewce ye peyda bikin. Hestkirin bi hişkbûn û têkçûna pîst û zêdebûna pizik û hestiyarbûna wî, nîşane ne ku hûn rûtîniya lênihêrîna niha ya pîstê xwe bi baştirîn şêwe encam bidin û dema guherinkarî ye.

Hanî Murteza

 

Bi hatina demsala Payîzê, hewayê sar û baranî hêdî hêdî dest pê dike û em hemû wê yekê dizanin ku hatina demsala Payîzê dibe sedema hişkbûna pîst û têkdana bedewî û geşbûna pîstê mirov. Her lewma pêwîst e bi baştirîn û bedewtirîn pêngavan tendirustiya pîstê xwe ji hişkbûnê di demsala Payîzê de biparêzin.

Hişkbûna pîst yek ji pirsgirêkên adetî di mehên sar de ye. Bi daketina pileya germayê ya derve, nema hewa kêm dibe û dibe sedema hişkbûna pîst û xurîna pîstê. Hişkbûna pîst dibe sedema çêbûna dirz di pîst de û geşekirina egzîmayê.

Rûtîna lênêrîna pîstê me pêwîstî bi rêkxistinê heye, çimkî ew ê ku ji bo Havînê kar dike renge bo Payîzê guncaw nebe.

Çêbûna pizik di Payîzê de, dibe ku ji bo hin kesan dûbare bibe. Ewa jî beşek vedigere li ser guherinkarî di nemê de ku dikare bandorê li ser rewşa pîst danê.

Guherinkarî di xwarinan de ku gelek caran di vî heyamî de rû dide bandorê li ser rewşa pîst jî heye.

Divê di Payîzê de xwe ji ava pir germ ji bo pîst û şûştina pîstê dûr bigirin, ji ber ku bandorên hişkbûn û şeqbûna pîst zêde dike.

 

Em çawa di demsala Payîzê de çavdêriyê bi ser pîstê xwe de bikin?

1- Dema ku dest û çavên xwe dişûn ava şêtîn ji bo parastina pîst bi kar bînin.

2- Eger we di Havînê de dev ji bikaranîna rêtînolê berdaye, niha dema wê ye ku di rûtîna pîst de sûd jê werbigirin bi taybetî di vê demsalê de. Rêtînol, ku bi gelemperî di cîhana lênihêrîna pîst de wekî yek ji pehlewanê sereke tê pejirandin, û yek ji pêkhateyên bi bandor e di nihêrîna moderna pîst de li rex parastina (SPF).

3- Paqijkirina pîst pir girîng e ji ber ku pîstê we di dirêjahiya rojê de ji hêmanên cuda re rû bi rû dibe. Hemû cure pîstek pêwîstî bi paqijkirina sibêdeh û êvaran heye. Ger pîstê te rûnî ye, belkî di rojê de çend caran paqij bikî. Em ê êvaran qirêjiya pîstê xwe yê ku di rojê de keftî ser hev, ji wan jî makyajê paqij bibin.

4- Gelek kes tonerê bikar nayênin û xwe jê dûr digirin. Ger we berê ev yeka bi kar neaniye, Payîz demeke gelek baş e ji bo destpêkirinê. Toner hevkariya hevsengî ya “PH”a pîst dide û bermayiya pîst vêde dibe.

5- Bikaranîna nemkirina dewlemend. Bi daketina pileya germayê ya kêmbûna nemê re, pîstê me pêwîstî bi nemkereke bihêz heye. Hewayê Payîzê hişk û sar e, eva jî bilez dibe sedema hişkbûna pîst. Renge nemkera sivik ku ji bo Hawînê guncaw e di payîzê de têra parastina hevsengiya nemiya di pîstê de neke.

6- Bikaranîna vîtamîna C dibe sedema nemhêştin û geşbûna pîstê.

7- Bikaranîna maska nemker.

8- Xwarinên guncaw di demsala Payîzê de ku bi laş û pîstê mirov re guncaw be û nebe sedema têkdana pîst wekî (nîsk, supa kakovirk, pincar, xwarina avê bi rêjeyeke baş û hwd).

9- Devberdan ji kêşana nêrgeleyê ku di vê demsalê de ziyanên pîstê du qat dike.

10- Xwarina wan êmîşên ku avdar in û dewlemend in bi vîtamînê.

11- Bikaranîna dije roj di vê demsalê de. Belkî eva cihê heyrîmanê be, lê dije roj pîst ji tîrêjên ziyanbar diparêze ku dibe sedema şeqbûn û lawazbûna pîst.

Pîstê mirov mîna laşê mirov berdewam di guherinkariyan de ye. Ev guhertine jî zêdetir di demsalan de tê xuyakirin. Girîngîdan bi pîst pir girîng e çimkî ew dihêle hûn bizanin kengê her tiştek ji bo wê hewce ye peyda bikin. Hestkirin bi hişkbûn û têkçûna pîst û zêdebûna pizik û hestiyarbûna wî, nîşane ne ku hûn rûtîniya lênihêrîna niha ya pîstê xwe bi baştirîn şêwe encam bidin û dema guherinkarî ye.

KURDŞOP
803 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!