Mêweyên di demsala havînê de ji bo tenduristiyê bi sûd in

Taybetmendiya mêweyên havînê ew e ku gelek maddeyên xorakî yên giring û vîtamîn û maddeyên kîmyayî û Phytochemical hene. Rêjeyeke bilind a avê têde ye, bi hêsanî li  gedeya mirov heris dibe, tameke xweş hene û gelek maden (Kanza) yên cûda têde hene ku dikare av, xwê û madenên ku di nava laş de kêm bûne qerebû bikin. 

Hanî Murteza

Ji ber bilindbûna pileyên germê û hatina demsala havînê gelek kes hejî xwarin û vexwarinên bi mifah û şêrîn dikin. Ji bo parastina yeksanî (Balansa) laşê mirov û kêmnebûna wan vîtamînên ku bo laşê me pêwîst in, divê mirov di vê demsalê de wan mêweyan bixwe ku vîtamîn û enerjiyê bo laş vedigerînin.

Li vir tenê pêwîste bo xweparastin ji germa havînê wan mêwe (Fîkî)yan bixwin ku ava wan zêde ye û rîşalên wan zêde ne (Dietary fiber) û enerjiyeke zêde didin mirov.

Taybetmendiya mêweyên havînê ev e:

Gelek maddeyên xwarinê yên giring û vîtamîn û maddeyên kîmyayî û Phytochemical di wan mêweyan de heye.

Rêjeyeke zêde ya avê têde ye, li ser Gedeya mirov sivikin, tama wan xweşe, gelek madenên cûda di wan mêweyan de hene ku dikarin kêmasiyên ku di maddeyên nav laşê mirovan de çêbûne qerebû bikin.

Mêweyên herî giring ên ku di demsala havînê de sûda wan heye û li Kurdistanê jî gelek têne xwarin ew in:

Gindor

Xwarina gindoran di demsala havînê de gelek bi sûde. Gindor mêweyeke havînî ye û gelek daxwazî li ser heye, bi taybet di demsala havînê de li Kurdistanê gelek tê xwarin. pisporên xwarinê dibêjin, gindorê gelek vîtamîn C heye û roleke mezin di bihêzkirina laşê mirov de heye, ji ber ku rêjeyeke mezin a kalsiyomê (Calcium) têde ye, maddeyeke sereke ye bo bihêzkirina hestî û diranan û mifaya wê bo dilê mirov heye.

Gêlas (Gêlaz – Kîraz)

Xwarina Gêlasan mîzdanka mirov paqij dike û ji nexweşiyan diparêze, kevirên di laşê mirovan de jinav dibe, egera tûşbûna bi nexweşiya şekirê kêm dike û êşa ser nahêle. Gêlas dohnê zêde ên laşê mirov jinav dibe û leş diparêze, gêlasê rêjeyeke baş a maddeya potasyomê (Qelye- potassium) heye û potasyoma laş rêk dixe, rê li ber hişikbûna post û laşê mirov digre. Kêşa mirov kêm dike, nahêle kolestrola zêde di nav xwînê de kom bibe, di demsala havînê de daxwaziyeke zêde li ser gêlasan heye.

Zebeş

Xwarina zebeşê di demsala havînê de gelek başe û rêjeyeke zêde ya avê û maddeya lîkopîn (lycopene) bo laş dabîn dike. Zebeş dewlemende bi her yek ji vîtamînên A,B,C ku nahêlin kolestrola laş bilind bibe û wê diparêze. Xwarina zebeşê riyeke bo parastina dil û damaran ji nexweşiyê.  Wê mêweyê gelek rîşalên xwarinê hene ku mirov têr dike, xwarina zebeşê alîkariya rîvîyan û kezebê dike û çareseriyeke başe ji bo bavesîrê (Hemoroîd). Ji ber ku rêjeyeke zêde ya avê di nav zebeşê de heye dibe sedem ku postê mirov şil û nerm be û xweşik bimîne û bibiriqe. Dibe sedema parastina tendrustiya çavan û kêşa mirov kêm dike ji ber ku rûn û dohn têde nine û rêjeyeke zêde ya avê têde ye û alîkariya mehandina xwarinê dike û şekira laş rêk dike.

Hijîr

Hijîr yek ji mêweyên xweş ên havînê ye ku gelek suda wê bo tenduristiyê heye û laşê mirov ji hin nexweşiyan diparêze û çend vîtamînên giring dide laşê mirov. Hijîran rêjeyeke baş a rîşalên xwarinê hene û herweha rêjeyeke zêde ya karbonhîdratê (Carbohydrate) têde ye. Ji ber hebûna Potasyom (potassium) û Omêga 3 û 6 di hijîran de bo daxistina fişara xwînê başe. Her roj sê hijîran bixwe mandîbûna te namîne û mejiyê te bihêz dibe û pirsgirêka te ya kêmiya xwînê çareser dibe. Ji ber ku gelek kalsiyom (calcium) têde ye, hestiyan bihêz dike.

Tirî

Tirî mêweyeke ku di demsala havînê de bi hêsanî bidest dikeve, rêjeyeke zêde ya dije oksîdan (Antioxidant) têde ye û çavkaniyeke dewlemend a potasyom (Potassium)ê ye. Eger şekir an jî (cholesterol) kolestrola xwîna te bilinde tirî bixe nava bernameya xwe ya xwarinê. Tirî dibe sedem ku dilê mirov saxlem be, bo çokan başe û tendruristiya mejî bilind dike. Tirî dibe sedem ku gelek nexweşî û îltihabên vîrûsî kêm bibin û rê li ber lawazbûna çavên mirov digre. Alîkar dibe bo rûbirûbûna penceşêr (cancer) a memik (Pêsîrê)êû lawazbûna mehandinê jî çareser dike.

Kîwî

Kîwî yek ji wan mêweyane ku di demsala havînê de gelek tê xwarin, vîtamîn A,C,B6 û Hesin û Magnezyûm (magnesium) di kîwiyan de zêde ne

Ananas (Pineapple)

Bireke zêde ya maddeyên xwarinê û pêkhateyên bi mifah têde hene, weke vîtamîn C û Mangan (Manganese) û enzîman têde hene ku alîkariya mehandinê dikin. Xwarina ananaseke gihayî û teze an jî braştî dikare bibe sedema bilindkirina bergiriya laşê mirov û kêmkirina metirsya penceşêrê û zû başbûna piştî nûjdariyan

 Xox

Rêjeyeke zêde ya avê di mêweya xoxê de heye ji ber wê bo demsala havînê gelek baş in. xox mêweyeke havînî ye ku gelek av û vîtamîn têde heye herweha beşek kêm a kaloriyan têde ye. Xox bo kêmkirina kêş û kîloyên laşê mirov başe ji ber ku dibe sedem tu hizir bikî ku têrî û xwe ji xwarina zêde biparêzî. Xox dibe sedema kêmkirina egera tûşbûna bi şekirê û dil û boriyên xwînê ji nexweşiyan diparêze. Herweha vîtamînên A û C têde hene ku postê mirov diparêze, herweha sûda wan bo gede heye û kurmê rîvîyan ji nav dibe.

KURDŞOP
685 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!