Sûdên giyayê gezgezokê û ziyanên wê çine?

Ji ber ku giyayê gezgezokê, giyayekî bi şifa ye, di qada tibbî ango bijîşkî de jî weke alternatîf pir caran tê tercîh kirin ango hilbijartin. Lê belê di dema komkirina gezgezokê de divê destang-destkêş were bikaranîn.

Şadî

Kurdshop -  Di dîrokê de di nava giyayên ku ji bo tendurusutiya mirov dihat bikar anînin de, yek ji wan jî  giyayê gezgezokê ye.

Ji ber ku giyayê gezgezokê, giyayekî bi şifa ye, di qada tibbî ango bijîşkî de jî weke alternatîf pir caran tê tercîh kirin ango hilbijartin. Lê belê di dema komkirina gezgezokê de divê destang-destkêş were bikaranîn. Ji ber ew asîtên kîmyevî yên di pelên wê de bi temaskirinê re derdikeve hole û dibe sedema birînkirina çermê mirov.

Ev giyayê bi sûd ji aliyê gelek pisporan ve tê nirxandin û di heman demê de ji bo gelek aliyên tendurustiya mirov tê pêşniyar kirin.

Giyayê gezgezokê ku bi temas kirina çerm re dibe sedema herişandinê, ji bo tendurustiyê gelekî bi şîfaye. Giyayê gezgezokê ku zêdetir bi awayê çay tê bikaranîn lê li gelek cihan jî di şorbe û seletan de tê bikaranîn.

Sûdên giyayê gezgezokê

Bi giştî giyayên ku di nava xwazayê de cîh digrin yan jî şîn dibin, li ser tendurustiya mirov gelek sûdên wan yên cuda hene. Giyayê gezgezokê jî di nava wan giyayên sûdmend de yek ji giyayê bi şifa yê serekeye. Her di serdemên berê de jî giyayê gezgezokê ji bo mirov di warê nexwaşiyan de hatiye bikar anîn. Giyayê gezgezokê ji ber sedema wê naveroka di nava xwe de heyî, xwedî taybetmendiyeke antî mîkrobiyal û antîoksîdane. Herwaha tê de bandora êşbirînê jî heye.

Ji ber vê sedemê jî li ser tendurustiya mirov sûdên wê yên gelek baş hane.

Naha jî sûdên vî giyayî:

-Dibe sedem oksîdanên ku di laş de kom bûne werin avêtin.

- Pêşî li çêbûna kevirê gurçikan digre.

- Ji bo serêşê başe.

- Ji bo kêmkirina girê, werimandin û perçivokên di bedenê de dibe alîkar.

- Di rêkûpêk kirin û zêdekirina gera xwînê de bi bandore.

- Ji bo tendurustiya dil bi sûde.

- Enfeksiyonên di rêya mîz û îdrarê de çêdibin, derman dike.

- Tê pêşniyar kirin, ew kesên ku pirsgirêka wan ya nefesê heyî gezgezokê bikar bînin.

- Ji bo kesên ku pirsgirêkên wan yên alerjîk heyî bikar anîna wê tê pişniyar kirin.

- Ji bo kesên ku guatra wan heyî ango xode, bi sûde.

- Kesên ku pirsgirêkên wan yên kirêcgirtina çokan û êşa movikan hene dikarin weke çayê bikar bînin.

- Ji bo pirsgirêka prostatê bikar anîna wê bi sûde.

- Ji bo êşa hestiyan gelek başe.

- Ji bo tendurustiya por ango pirçê xwedî cihekî girînge.  Bi xwedîkirina porê dihêle ku çermê serî hewa bigre. Bi vî awayî por hîn zûtir dirêj dibe û gur dibe. Di heman demê de porê zindîtir dide nîşandan.

- Sûdên wê yên li ser tendurustiya çermê mirov geleke.

- Ji bo pirsgirêkên weşandina por û kêm kirina weşandina por tê bikar anîn.

Ziyanên giyayê gezgezokê:

Bikaranîna giyayê gezgezokê yek ji nebatên pêbawerî tê kirin e. Lê belê, eger di dema kom kirina wê de lepik neyên bikaranîn, herişandina çerm çêdibe. Her wiha, her çend ne berçav be jî, zirar û ziyanên gezgezokê  yê  heyî jî evin:

Xwîdan

Dil xelandin

Verêşandin

Zikçûn

Di bikar anîna giyayê gezgezokê de mijara herî girîng ku divê mirov bala xwe bide, divê li ser çerm û birînan temasa wê çênebe.

Dayîkên ku şîr didin zarokan dikarin gezgezokê bikar bînin?

Dayîkên ku şîr didin zarokan, di dema şîrdayînê de giringiyê didin xwarinên ku şîrê wan zêde dike.  Ji bo ku zarokên wan bê şîr nemînin, dixwazin ji çayên giyayî jî sûdê werbigrin. Di vê mijarê de giyayê gezgezokê di zêde kirina şîr de xwedî wê taybetmendiyê ye. Ji ber vê jî dayîkên şîr didin zarokan, rojê dikarin fîncanek çaya gezgezokê bikar bînin ango vexwin. Lê belê divê li hember giyayê gezgezokê ti alerjiyek wan dayîkan tine be.  Ji ber vê jî berî bikar anînê divê serî li bijîşk bê dayîn.

Giyayê gezgezokê ji bo penceşêre başe gelo?

Di derbarê bandoreke rasterast a pêşîlêgirtina penceşêrê ya pêkhateyên di gezgezokê da hene yan na, ti şiroveyên teqez tine ne. Lê belê, bi taybetmendiyên xwe yên antîoksîdan re li dijî şaneyên penceşêrê bandorên parastinê pêş dixe.

Bandora giyayê gezgezokê li ser rêya enfeksiyona mîz ango îdrarê hene?

Ji ber ku giyayê gezgezokê nebateke xwedî taybetmendiyên antîbakteriyel e, ji bo enfeksîyonên rêya îdrarê-mîzê baş e. Tê dîtin ku di dermankirina nerehetîya prostatê da bi taybetî ji bo mêran dikare bê bikarînan.

KURDŞOP
654 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!