Pancarê Siyabo û sûdên wê

Giya an jî pancarê siyabo ku hem bi awayekî xavî, hem bi awayekî kelandî tê bikar anîn û weke dermanê hemî derdan tê naskirin, li herêmên bilind û bi berf şîn dibe û ji bo nexwaşiyên pêvedana maran, romatîzma, tirşbûna mîde û nexwaşiyan şekirê jî gelekî bi sûde.

Şadî

Kurdshop – Giya an jî pancarê siyabo ku hem bi awayekî xavî, hem bi awayekî kelandî tê bikar anîn û weke dermanê hemî derdan tê naskirin, li herêmên bilind û bi berf şîn dibe û ji bo nexwaşiyên pêvedana maran, romatîzma, tirşbûna mîde û nexwaşiyan şekirê jî gelekî bi sûde.

Ev giyayê bi sûd, di heman demê de berhev kirina wê jî gelekî zehmete.

Giyayê siyabo ku bi xavî û kelandî tê xwarin û bi kar anîn, bi gelek şêwazan dikare were bikar anîn û gelekî jî bi sûde. Ev giyayê ku zêdetir di çêkirina penîr de tê bikar anînin, cureyekî pincar e an jî wek hin cîh jî dibêjin pancar e.

Giyayê siyabo li parêzgeha Colemêrg û herêmên Botan û li hin cîhên herêma Serhat a Bakurê Kurdistanê û hin cîhên Rojhilatê Kurdistanê jî şîndibe û ji bo tendurustiya mirov hêmanên wê yê gelek bi kêrhatî hene.

Giyayê siyabo ku weke giyayekî xwecihî û herêmî tê zanîn û piranî li herêma Colemêrgê pir zêde şîn dibe, xwedî taybetmendiyeke jehrkuje, herwaha di hevsengî kirina fişar û zextê de jî roleke wê yê girîng heye.

Ev giyayê bi sûd di vedana ajalên jehrawî de tê bikar anîn û pêşî li ziyandana jehrê ya ser bedenê digre.

Herwaha sûdên vî giyayî ji bo parastina tendurustiya rovîkan pir başe, di heman demê de ji bo nexwaşiyên sîng, nerihetiyên hestiyan û êşa serî jî gelek bi bandore.

Giyayê siyabo çawa tê kelandin?

Ev giya dema ku taze tê kom kirin, bi awayekî kelandî dikare were bikar anîn. Herwaha di mehên zivistanê de jî dikare weke xwarina şoravkê bê çêkirin û xwarin û herwisa siyabo di nava rûn de jî tê  qelandin û xwarin.

Xwarinên ku bi siyaboyê tên çêkirin, hem gelek xweşin, hem jî gelekî bi sûdin. Ev giyayê ku çavkaniyeke girîng ya xwarinane, di heman demê de, ji bo derbaskirina gelek nexwaşiyan jî tê bikar anîn. Herwaha di nava salateyan de dikare were bikar anîn û beriya ku bê bikar anîn, divê baş bê şuştin.

Siyabo çawa tê bikar anîn?

Ev giya bi giştî pelên wê, aliyê kok û bedena wê tê bikar anîn.

Her çend şêniyên herêmê gelek caran vê giyayê di çêkirina penîr de bikar tînin jî, di heman demê de gelek cureyên wê yên bi kar anînê jî hene.

Eger nerihetiya we ya sîstema mehandinê hebe, hun dikarin ji bo kar kirina rêk û pêk a rovîkan vê giyayê bikar bînin.

Di rewşên weke pêvedana mar û dûpişkan de, ew dikare wekî dije jehr bê bikar anîn û hem dikare li ser cîhê mar pêvedayî bê danîn û divê bê xwarin jî.

KURDŞOP
731 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!