Take xwarina ku ji masiyê zêdetir xwedî fosfor û ji şîr bêhtir xwedî kalsiyum

Mastê ku ji hêla Fosfor, Kalsiyum û vîtamînên B de pir dewlemend, gelek bi şîfaye. Mirov dikare rojane ji tasekî zêdetir mast bixwe.

Şadî

Kurdshop – Mastê ku ji hêla Fosfor, Kalsiyum û vîtamînên B de pir dewlemend, gelek bi şîfaye. Mirov dikare rojane ji tasekî zêdetir mast bixwe.

Sûdên mast yên ku ji bo tendurustiya hestiyan başe, çine?

Mast bi naveroka xwe ya probiyotîk helandinê hêsan dike. Herwiha mast weke xwarineke danên navberê tê bikar anîn.

Mastê ku sûdên wê bi jimartinê xilas nabin, di naveroka wê de çi hene?

Ava mast a kesk ji bo avêtina edab û kîs de bê qusure.

Piştevanê herî baş ê parêzbendiya beden e.

Mast helandin û mehandinê hêsan dike, ji bo şuxlandina rivîkan dibe alîkar.

Ji ber ku naveroka wê ya laktozê ji şîr kêmtir e, di helandinê de avantajê ava dike.

Bi saya probiyotîkên ku di nav xwe da dihewîne, hem parêzbendîya laş û hem jî dibe piştevan ji bo mehandinê.

Mast ji ber sedema kalsiyoma ku di nav de heye, hestiyan bi hêz dike û diparêze

Ji ber vê sedemê jî di pêşî li girtina Osteoporozum(helandina hestiyan) xwedî girîngiyeke mezine.

Fonksiyona herî girîng a kalsiyumê parastina tenduristiya hestî û diranan û misogerkirina pêşketina wan e.

Ji ber vê yekê, di pêvajoya ku mezinbûn bi lez dibe de, herwiha di dema ducanîbûn û mijandinê de pêwîstiya kalsiyûmê hîn bêhtir zêde dibe.

Ji aliyê fosforê de gelek dewlemend e…

Mast, ji aliyê fosforî ve gelek dewlemend e. fosfor, di şaneyan de bingehê serekî yê molekûlên DNA û RNA’yê ne.

Di şaneyê de hemû vegera enerjî û wuzeyê ava dike.

Di tasekî mast a nîv rûn û çewrî de, sedî 36 karbonhîdrat, sedî 32 proteîn û sedî 32 jî rûn heye.

Di tasekî mast de 100 kalorî heye.

Di nav mast de vîtamîn û xorakên ku hene kîjan in?

6.8 proteîn

3.5 rûn

8.2 karbonhîdrat

100 mîlîgram sodyum

320 mîlîgram potasyum

230 mîlîgram kalsiyom

200 mîlîgram fosfor

10 mîlîgram kolestrol

44 Vîtamin A

2 mîlîgram Vîtamin C

Divê Mast çawa bê bikaranîn?

Nabe ew av a kesk a li ser mast bê avêtin

Di dema Xebatên bakteriyên mast de vîtamînên B1, B2, B3 safî dike.

Ji ber wê jî ew vîtamîn ji bo tenduristiya cild gelek bi sûd in û nabe ava kes a mast bê rijandin.

Ji ber ku di nav de vîtamîna B a ku wek rîboflavîn tê pênase kirin, ji bo nû kirina tevînekan û erkê enerjî û wuzeya metabolîzmayê digre ser xwe

Mirov dikare her danekî jî mast bixwe û pir bi sûd e.

Di xwarinan de û di danên navberê de jî dikare bê helbijartin.

Herwaha rojê herî kêm tasekî mast bixwin

Rojane mastê ku pêwîste bê xwarin, dikare li gor berhemên din ên şîr jî bê hesap kirin û li gor wê dikare bê xwarin.

Lê eger berhemên şîr ên din mirov naxwe, wê demê li gor pêwîstiya bedena kes rêjeya bikaranîna mast dikare bê zêde kirin.

Lê eger di nav rojê de şîr û penîr tê xwarin, rojane yek tasekî mast têrê dike ku mirov bixwe.

Lê eger qet berhemên din ên şîr nayên xwarin û vexwarin, wê demê rojane divê 3 heta 4 tasên mast bê xwarin.

Hin mastên ku li mal nayên çêkirin û berhemên kargehan in, di wan de şekir û hin madeyên ku bêsûd jî tên bikaranîn, ji ber wê jî divê li vê mijarê jî hişyarî hebe.

Ji ber wê jî divê mastê ku bi awayekî xwezayî tê çêkirin bê helbijartin.

KURDŞOP
789 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!