Sûd û bandorên zehferanê

Tendurustiya  pergala parastina beden: Her çend mirov bi gelemperî ji bilî çêkirina xwarinên xwe zêde bala xwe nadin biharatan, lê di nav baharatan bi xwe de jî madeyên girîng ên wekî asta bilind a têrkirinê û vîtamîna C jî hene.

Şadî

Kurdshop – Tendurustiya  pergala parastina beden: Her çend mirov bi gelemperî ji bilî çêkirina xwarinên xwe zêde bala xwe nadin biharatan, lê di nav baharatan bi xwe de jî madeyên girîng ên wekî asta bilind a têrkirinê û vîtamîna C jî hene. Asîta Askorbîk ji bo tendurustiya mirov gelekî girînge; ji ber ku pergala parastina beden dixe tevgerê û hilbirîna şaneyên xwîna spî zêde dike, li hember nexwaşiyê mekanîzmaya parastina destpêkê ya beden ava dike.

Her wiha ji bo pêçandina birînan, bihêzkirina masûlkeyan, tamîrkirina damarên xwînê û hilberîna vehûn ango tevnik  jî gelekî bi bandor e.

Pergala gera nav xwînê:

Zehferan weke xarineke enerjî û hêz dayînê jî dikare bê bikar anîn û gera nav xwînê jî di mirov de zêde dike û herwaha dikare leza metabolîzmayê jî bilind bike. Rêjeya bilindiya hesin ya di nava zehferanê, di heman demê de tê wateya zêdebûna şaneyên xwîna sor, ev jî tê wê wateyê ku gera xwînê hişyar dike û ji bo organên di laşê mirov û sê xalan bi awayekî hêsantir oksîjenê belav dike. Di vê rewşê de asta fonksiyonên tevînek  û  organên mirov zêde dike û pêşî li semptomên û rewşên ku dibin sedema bê xwînîyê digre.

Tansiyon ango zext û tendurustiya dil: Tendurustiya dil di rojame ya îro de bi qasî ku tê xwastin ku divê başbe, xwedî cîhekî girînge û yek ji rêyên herî hesan jî ewe ku mirov rojane hilgirtina potasyumê zede bike.  Potasyum weke fireh kirina damaran pêywirê ango erkê dibîne û stresa di damarên di xwînê û pergala damaran de ji holê radike û dibe sedem ku zexta xwînê dakeve. Ev jî tê wateya rihet kirina pergalên kardîyovaskûlên mirov. (kardîyovaskûl, navê giştî yê nexwaşiyên dil û damarane) Bi vî awayî, hûn dikarin ji rewşên xeternak yên wekî okluzyona ango xitimandina  damaran, êşên dil û felcê dûr bisekinin.

Rewş û Nîgeranî: Tê zanîn, dibe ku bandoreke erênî ya zehferanê li ser depresyona sivik hebe û herwaha hatiye çavdêrî kirin, ew kesên ku bi awayekî rêk û pêk zehferanê bikar tînin, di hale wan yê ruhî de guhertineke erênî heye. Herwaha pispor destnîşan dikin ku heman bandor li jinan jî dike û afrodizyak ango hişyariyên cinsî bihêz dike. Di encama lêkolînên gelek rêxistinan û organizasyonan de hat destnîşankirin ku zehferan antîdepresanekî xwezayî ye.

Zehferan dijminê penceşêrê ye: Zehferan yek ji wan giyayane ku metirsiya penceşêrê dadixe asta herî kêm. Pêşî li belavbûna şaneyên penceşêrê yên di bedenê de digre. Ger destnîşan kirina girêya penceşêrê hatibe kirin, bikaranîna zehferanê ve dihêle ku biçûk bibe û baş bibe. Pispor pêşnîyar dikin ku zehferan bê bikar anîn û herwaha di xwarinên cuda cuda de were bikar anîn. Ji ber ku zehferan giyayekî xwedî taybetmendiyên antîoksîdan yên mûcîzeyî ye.

Zehferan dostê çerm e: weke li gelek qadên din, sûdên zehferanê yên ji bo çerm eleqeyeke  mezin dibîne. Di hin berhemên lênihêrîna çerm de toza zehferanê tê bikaranîn. Tê diyarkirin, çermê mirovên ku van berheman bi kar tînin derengtir pîr dibin û ciwantir xuya dikin. Zehferan dibe sedem ku çerm bibe xwedî safbûneke nermtir.

Hewsengiya hormonan sererast dike: Bandora sûdên zehferanê li ser jin û zilam jî hene. Herwaha di zilam û jinan de hestên cinsî bihêztir dike. Ji bo nexwşiyên jinan ên mehane jî dihêle ku êş kêm bibe û ew dem bi aramîtir derbas bibe.

Xwasteka Xwarinê Sererast Dike: zehferan  weke dost-hevalê xwarinê tê zanîn. Ji ber ku xwedî taybetmendiyeki ye ku xwasteka xwarinê hevseng dike. Di encama lêkolînên li Amerîkayê hatin kirin de, hat destnîşankirin ku mirovên zehferanê bikar tînin, dikarin xwasteka  xwe ya xwarinê kontrol bikin. Bi taybetî di mirovên ku parêzê dikin de, ji bo daxwaza xwarinê û vekirîbûna îştahê bûye çareyeke baş. Herwaha bêhna mirovên ku nexweşîya xwarinê pê re heye û kesên ku  xwarinê gelekî dixwin, asteng dike.

Tendurustiya hestî: Hin madeyên di nava zehferanê de asta têrbûnê zêde dikin û yek ji van madeyên girîng yên xwarinê jî kalsiyûm e. Bi zêdekirina kalsiyumê ku laşê mirov dikare ji xwarinê kêm bike û zû têr bike, xwe ji helandina hestî an jî pirsgirêkên din yên hestî ku kalbûnê tîne, dûr bixin.

Fonksiyonên sînîr ango rih-esab: Vîtamîna B ji bo tenduristiya mirovan vîtamîneke gelekî girîng e û bandorên gelekî girîng li sîstema rehikan ango esaban dike. Eger em bixwazin hîn jî spesifik ango taybettir bin, bi saya vîtamîna B6 ya ku di zehferanê de  hatiye dîtin, sistema rehikan bi awayekî bê pirsgirêk bidin kar kirin  û ji gelek nexweşiyên metirsîdar û kujer ên ku ji ber pirsgirêkên di sîstema rehikan de çêdibin dûr bikevin.

KURDŞOP
1190 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!