Sûdên Zencefilê

Herçend walatên rojavayî zencefîlê zêdetir di vexwarinên weke şîrînahî û bîraya zencefîlê û şeraba zencefîlê bi kar tînin jî, lê çanda Asyayîyan de yan yekser jêkirin yan jî bi şêwaza wê ya toz di xwarinên wan yên kevneşopî de tê bi kar anîn

Şadî

Kurdshop – Zencefîl bi sûdên xwe yên ji bo başkirina tendurustiya hestiyan, bi hêz kirina sîstema di bedenê de, zêde kirina îştaha xwarinê, pêşî girtina cureyên penceşêrê, pêşxistina rewşa bêhndanê, ji nav birina nîşaneyên kirêcê, kêm kirina gaza zêde, ne rêkbûna serê heyvê ya jinan, xelandina mîde û êşên girêdayî persîvê tê nas kirin.

Herçend walatên rojavayî zencefîlê zêdetir di vexwarinên weke şîrînahî û bîraya zencefîlê û şeraba zencefîlê bi kar tînin jî, lê çanda Asyayîyan de yan yekser jêkirin yan jî bi şêwaza wê ya toz di xwarinên wan yên kevneşopî de tê bi kar anîn.

Zencefîl ne tenê ji bo bêhn, rûn yan jî baharatan tê bikar anîn, di heman demê de yek ji giyayê ku berê de kirinê derman e û bi taybet li Çîn, Hîndîstan û Rojhilata navîn hatiye bikar anîn. Herwaha li Çînê zêdetirî 2 hezar sale ku ji bo derman kirina kirêc girtinê û zikçûnê tê bikar anîn.

Em naha jî faydeyên vê giyayê bi sûd a zencefîlê çi ye? Lê binêrin.

Herikîna Xwînê: Bi saya mîneral û vîtamînên dewlemend yên weke magnezyum û çinko yên ku di zencefîlê de cîh digirin, zencefîl herikîna xwînê leztir dike û di nava hevsengiyeke diyar de dihêle. Ji ber ku herikîna xwînê bilez dibe, ji bo pirsgirêkên weke xwîdana zêde û tayê baş e. Germahiya laş jî sererast dike.

Mîde: Zencefîl, li hember mîde xelandinê û verêşandinê bandoreke wê ya baş heye. Bi taybetî  ji bo janên adetê yên jinan û dilxelandina di dema ducaniyê de çareseriyeke herî baş e. Herwaha piştî bi kar anîna alkolê ji bo tevlîhev bûna mîde jî baş e.

Mehandin: Zencefîl her çend ji bo mîde faydeya baş be jî, ji mehandin xwarinên ku têne xwarin jî, ji aliyên kesên ku pirsgirêkên wan yên hezim kirinê jiyan dikin de jî bi awayekî ber bi çav dikare bê bikaranîn. Bi vekirina kanalên cuda yên di mîde de, mehandinê hêsan dike. Di derxistina gazê de bi bandore. Bi kar anîna zencefîlê weke çay pirsgirêka hezimkirin û mehandinê çareser dike.

Serma girtin: Zencefîl taybetî jî di mehên zivistanê de li hember persîv û serma girtinê dermanekî herî girînge. Bi şer kirina li hember serma girtinê germahiya di laşê mirov de zêde dike. Ji bo ku mirov xwîdanê bide dibe alîkar û toksinên ku ziyanê didin û mîkroban di bedenê de ango di laş de davêje derve.

Êş û Azar: Zencefîl weke dermanekî êş birînê jî tê dîtin. Bi taybetî ji bo janên ku di dema adeta ango serê mehane ya jinan de tên dîtin de bandoreke wê ya mezin heye. Herwaha hatiye îspat kirin ku li hember  êşên mîgrenê şerkereke gelek başe. Zencefîl dema ku weke tablet ango weke heb ware bikar anîn, li hember êşan bandora wê zêdetir dibe.

Henase:  Zencefîl herî zêde di warê tenduristiyê de ji bo nerihetiya di rêya nexwaşiyên henase û bêhndanê de, di gelek aliyan de tê  bikaranîn. Zencefil herwaha  Ji bo kuxika giran baş e û ji bo kesên ku pirsgirêkên wan yên belxemê  hene jî,  ji bo navbirina wê belxemê sûdeke wê ya mezin heye.

Kilo dayîn: Tê zanîn ku zencefîl di têkoşîna li dijî obezîteyê de tê bikaranîn. Ji ber bandora wê ya li ser mehandinê, ji bo teşxîskirina xwarina ku hîn hêsantir tên xwarin tê bikaranîn. Ji bo ku kalorîyên ku di mehandinê da hatine serfkirin ji kalorîyên ku bi xwarinê ra hatine girtin zêdetir bin, divê ew enerjî were şewitandin û bi awayekî xwezayî jî zencefîl vê pêywirê pêk tîne. Di nava sûdên zencefîlê de ev mijar, yek ji hûrgiliyên herî girîng e.

Penceşêr: Zencefîl di derman kirina penceşêra kolon de tê bikaranîn. Li gorî lêkolînên li zanîngehên cuda hatine kirin, zencefîl xwedî wê kapasîteyê ye ku dikare şaneyên penceşêrê bikuje û leza wê kêm bike û hêdî bike. Ji bo cûreyên din yên penceşêrê, eger nikaribe wan bikuje jî, mezinbûna şaneyên penceşêrê asteng dike. Di zanista bijîşkî de bûye amûreke derman kirinê ya ku zêde tê bikaranîn.

Sûdên zencefîlê yên din: Sûdên tenduristî yên din a zencefîlê ku li ser lêkolîn berdewam e, bandora wê li ser nexweşiya dil, kalsîfikasyon ango kirêc, mîgren, kêmkirina depresyonê û dermankirina nexweşîyên xemgîniyê yên stresê bi bandore.

Zencefîl ji bo kesên ku ji kevirên ziravika mirov de çêdibin dikare bandorekî baş bike.

KURDŞOP
948 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!